Kesên li Geziyê jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn

Bi boneya sala 5’an a Berxwedana Geziyê kesên jiyana xwe ji dest dabûn li Stenbol û Îzmîrê hatin bîranîn.

Gelek kesên li ser banga Piştgiriya Taksîmê hatin ba hev li kesên di salvegera 5’an a çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji destdabûn bibîr anîn.

 STENBOL

Kesên di salvegera 5’an a çalakiyên Geziyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bîranîn.

Girseya li pêşiya avahiya Şaxa Odeya Endazyaran a Mekanîk a TMMOB’ê kom bûn, pankarta ‘Tartîtî wê biçe Gezî bimîne” vekirin û wêneyên kesên li Geziyê jiyana xwe ji dest dabûn hildan û dirûşmên ‘Her der Taksîm e, her de berxwedan e’, ‘Şehîdên Şoreşê bê mirinin’ qîr kirin. Dayika Berkîn Elvan Gulsem Elvan, dayika Alî Îsmaîl Korkmaz Emel Korkmaz, dayika Ethem Sarisuluk Sayfî Sarisuluk, dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirim, dayika Hasan Ferît Gedîk Nûrya Gedîk, bavê Mehemt Ayvalitaş Alî Ayvalitaş, hevserokê HDP’ê yê bajar Enesgul Demîr, Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel, Parlemeterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Seroka CHP’ê ya Stenbol Canan Kaftanciolgû, Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çekezoglû û gelek partiyên siasî û odeyên pîşe û sendîkayan piştgirî dan çalakiyê.

Girseya ku xwestin li pêşiya Parka Gezî daxuyanî bidin, dema ku hatin pêşiya avahiya Navenda Çandê ya Fransî polîsan asteng kirin. Li ser astengiyên polîsan daxuyanî li pêşiya avahiya Navenda Çandê ya Frasnsî hate dayîn.

Daxuyanî ji aliyê Hevsekretera Piştgiriya Taksîmê Mucella Yapicî hate dyaîn.

ÎZMÎR

Bi boneya salvegera 5’an a Berxwedana Geziyê li Îzmîrê jî bi sedan kes li ser Rêya Şehîdan a Alsancaka Kibrisê kom bûn. Girseya ku li ser banga Hêzên Demokrasî û Kedê ya Îzmîrê kom bûn, namzetên parlemeteriyê yên HDP’ê jî piştgirî kirin, pankarta “Tarîtî wê biçe Gezî wê bimîne” hate vekirin, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dabûn û dowîz hatin bilindkirin.

Di bîranînê de Nûnerê Konfederasyona Sendîkaryên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ya Herêma Egeyê Nemîş Sarî axivî. Sari got: “Wê berxwedana Geziyê tevahî meha Hezîranê dom bike. Em ê hesabê hevrêyên xwe di 24’ê Hezîranê de bipirsin. Em ê 24’ê Hezîranê hesabê sûcên AKP’ê bipirsin.

Piştî daxuyaniyên hatin kirin û şûnde girse bi dirûşman çalakiya xwe bi dawî kirin.