Kesên diçin mîtînga aştiyê ya li Amedê hatin astengkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê Çewlikê ya ku di nav wê de partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl, odeyên pîşeyan û sendîka hene, dema ku xwestin biçin mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Amedê, hatin astengkirin.

HDP ji bo gelê Çewlikê bibe mîtînga li Amedê ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê otobus kirê kiribû. Fîrmayên otobusan bi hinceta ku ‘di rê de ew ê ceza li me were birîn’ dev ji veguhestinê berdan.

Hevserokê Bajêr ê HDP’ê yê Çewlikê Îzzet Çagribay têkildarî vê meseleyê agahî da ANF’ê û got: “Em bi çend şîrketên otobusan re civiyan. Du şîrketan piştî ku me li hev kirin, bi hinceta ku ‘ew ê ceza li me bibirin’, dev ji peymana me berdan. Fîrmayeke din otobusek da me lê rojek şûnde wan jî gotin sefera me ya ji bo Stenbolê heye. Lê hincet ne sefer e, ji ber cezayê nexwestin werin.”

Çagribay diyar kir ku vê helwesta fîrmayên otobusan ji ber pêkutiyên polîsan e û got: “Polîsan ji me plakayên otobusan xwestin. Lê em dizanin ku piştî ku plakayan werbigirin ew ê di bendên kontrolê de otobusan bidin sekinandin û ceza li wan bibirin. Jixwe fîrma jî ji ber cezayan dev ji biryara xwe berdan. Em dizanin ku ev tişt ji ber pêkutiya polîsan pêk hatiye. Em bi derfetên xwe hatin. Hatina me hate astengkirin. Ji ber vê jî di warê beşdariyê de kêmasî çêbû.”