Kesên di 6-8’ê Cotmehê de rastî îşkenceyê hatin serî li DBP’ê dan

Kesên di 6-8’ê Cotmehê de rastî îşkenceyê hatin serî li DBP’ê dan

Kesên di dema çalakiyên ji bo piştevaniya Kobanê de li Wanê îşkence dîtin serî li DBP’ê dan û tiştên hatin serê wan vegotin. Kesê bi navê A.Y diyar kir ku çar rojan îşkence dîtiye.

DBP’a Wanê daxuyaniyek da û der barê terora dewletê ya di çalakiyên piştevaniya ji bo Kobanê de li Wanê pêk anîne agahî da. Rêveberê DBP’ê bi kesên ku rastî îşkenceya polîsan hatine re hevdîtin kir û bang li rêxistinên mafê mirovan, baro û Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi armanca piştevaniya ji bo berxwedana Kobanê gel di 6-7’ê Cotmehê de daketin qadan û hêzên ewlehiyê yên dewletê jî bi îşkence û girtinê bersiv daye van dîmenên protestoyê û wiha got: “Bi sedan kes rastî pêkanînên xerab û îşkenceyê hatin. Piştre jî xistin girtîgehê. Bêguman yek bajarên ku ev pêkanînên herî dijwar lê hatine jiyîn Wan e.”

DI KONTROLA TENDURISTIYÊ DE DERBAS NEKIRIN

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku Hevserokê DBP’a Wanê parêzer Mîraz Çali û endamê PM’ê parêzer Ulaş Koperan bi hinek çalakgeran re hevdîtin pêk aniye û kesên hatine binçavkirin rastî pêkanînên gelek xerab hatine û yek jî di bin kontrola tenduristyê der derbas kirine û ji ber vê yekê îşkence nayê belgekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hê dermankirina hinek girtiyan nehatiye kirin û hefteyek berê di 25’ê Mijdarê de du hevalên me yên jin bi zorê di lêgerîna berfireh de hatine derbaskirin.

BANG

Di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafê mirovan, baroyan, Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a TBMM’ê û merciyên têkildar hat kirin ku bila îşkenceya mijara gotinê ye bê tespîtkirin, sûcdar bên cezakirin û welatiyên bê sûc bên berdan.

YÊ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIN VEDIBÊJIN..

"A. Y.

Çar rojan îşkence dîtiye, xwîn winda kiriye. Di çûyîna lavaboyan de lêdan xwariye. Kontrola doktoran di bin çavderiya polîsan de hatiye kirin. Li gel ku doktor gotiye divê ‘Ti emelyat bibî’ jî rapor nedane.  Ji aliyê 20-30 polîsî ve rastî lêdanê hatiye. 20 rojan nikarîbû bimeşe. Nikare biçe lavaboyê. Divê bê dermankirin. 

E. S.

Bi ferzkirina sîxurtiyê 3-4 rojan lêdane. Dibêje 200-300 tîmên tevgera taybet ji Enqereyê anîbûn. Her kesê diçû lavaboyê rastî lêdanê dihatin. Ji ber vê me 3 rojan xwarin nexwar. Her kes tazî dikirin û li wan didan. 35 polîs ketin rûniştina doza me. Polîs bandor li ser dadger kir. Dijûnên xerab lê kirin. 

M. U.

Wesayîta xwe park dike û xwe di nava bûyeran de dibîne. Ji bombeya gazê direve û ji aliyê du polîsan ve tê girtin. Dibin baxçeyê qeymeqamtiyê û li wir lê dixin. Dijûnên giran jêre dikin. Gaza îsotê berdidinê û lê dixin. 200 polîs hatine, her yekî pihîn lê daye. Li ser piyan dane sekinandin. Bi kelepçeyê birine doktor. Doktor rapor nedaye. Birçî hiştine. 

Î. B.

Roja protestoyan li ber qereqolê derbas dibû. Polîsan gazî kiriye. Ew jî çûye cem wan û hatiye binçavkirin. Rastî îşkenceyan hatiye. Difina wî hatiye şikestin. 8-10 polîsî ew rakirine û li erdê dane. Li Erziromê dixebitî, ji bo betlanê hatibû Erdîşê. Dema diçû mala xwe hat girtin. Doktor gotiye wê raporê bike dosyayê lê malbatê rapor peyda nekiriye. 

H. K.

Jêre gotine ku sûcê ew dibêjin divê qebûl bike. Îşkence lê kirine. Birayê wî, bavê wî hatine binçavkirin. Ger sûc qebûl neke tehdîda dê wî bigirin kirine. Neçar maye sûc qebûl bike. Ew birine cihekî bêdeng ê Edremîtê, tazî kirine û seg berdane ser. Li cem doktor jî çavên wî girtî mane.