Kenanoglû: Soza AKP'ê ya li ser malên cem, ne hêjaye tiştekî

Namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê Alî Kenanoglû got, soza ku Erdogan ji bo naskirina statuya malên cem daye, ji bo Elewiyan ne hêjaye tiştekî.

AKP'ê di danezaya xwe ya hilbijartinê de gotibû ku wê statuya malên cem nas bike. Namzetê herêma 3. a Stenbolê yê HDP'yî Alî Kenanoglû ev soza AKP'ê ji ANF'ê re nirxand û destnîşan kir ku Elewî wê ti carî vê polîtîkaya ji bo hilbijartinê qebûl nekin.

Kenanoglû diyar kir ku Elewî wê guh nedin gotinan, wê li pratîkê binerin û bi bîr xist ku biryarên dadgeha herêmî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ji bo malên cem bibin îbadetxane, ji aliyê AKP'ê ve nehatin naskirin.

'ELEWÎ WÊ VÊ POLÎTÎKAYA QIRÊJ TI CARÎ QEBÛL NEKIN'

Kenanoglû da xuyakirin ku desthilatdariya AKP'ê jiyan li Elewiyan herimand, hemû daxwazên wan ji nedîtî ve hat, li gorî desthilatdariyên beriya xwe helwesteke hê xerabtir nîşan da û niha jî hewl dide malên cem weke amûreke hilbijartinê ji bo xwe bi kar bîne. Kenanoglû destnîşan kir ku wê vê yekê ti carî qebûl nekin. Alî Kenanoglû got, qebûlkirina malên cem weke îbadetxaneyê, ne mijareke ku bi gotina kesekî li desthilatdariyê ve girêdayî ye û anî ziman, ev yek wê bi biryara dadgehê diyar bibe.

Kenanoglû bi bîr xist ku hem dadgeha herêmî, hem jî DMME malên cem weke îbadetxaneyê qebûl kirin, lê belê desthilatdariya AKP'ê ya ku ev biryar bi cih neanîn, niha îdîa dike ku wê statuya îbadetxaneyê bide malên cem. Kenanoglû ragihand, ev soz hewldanek ji bo xapandinê ye û got, Elewî wê vê polîtîkaya qirêj a ji bo hilbijartinê tê kirin ti carî qebûl neke.

'ELEWÎ WÊ NEKEVIN XEFIKÊN BI VÎ RENGÎ'

Kenanoglû da zanîn, AKP'ê bi bikaranîna ol xwe gihandiye vê astê û got, "Hestên mirovan ên li ser ol bi kar anî û bi vê siyasetê xwe gihand vê astê. Jê heye ku wê Elewiyan jî karibe bi vî rengî bi kar bîne."

Kenanoglû anî ziman, desthilatdariya ku tengav bûye vê carê xwe il Elewiyan girtiye, hewl dide Elewiyan bi kar bîne û bi dewamî got, "Elewî ne civateke welê ye ku bi lîstikên wiha bixape. Elewî wê guh nede gotinan, wê li pratîkê binerin. Ji ber vê yekê, eger we di nava 16 salên desthilatdariya xwe de daxwazeke Elewiyan qebûl nekiribin, eger we bi komxebatên xapînok û li gel biryara dadgehê jî statuya malên cem qebûl nekiribin, hingî soza ku we di danezaya xwe ya hilbijartinê de ji bo Elewiyan dane, ne hêjaye tiştekî. Kesek ne bi vê bawer dike, ne jî qebûl dike."

'HDP YEKANE PARTÎ YE KU MIROVÊN I HEMÛ BAWERIYAN DIKARIN XWE LÊ ÎFADE BIKIN'

Kenanoglû di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa HDP'ê û diyar kir, ji bo Elewî û mirovên ji hemû baweriyan karibin xwe bi rengekî azad lê îfade bikin, HDP gelekî hewl dide. Kenanoglû got, "Bawerî ne tiştekî welê ye ku em deynin ber mirovan. Lewma daxwazên bawermendan jî ne tiştek ku em bibexşînin. Bawermend bi çi bawer dikin û çi dixwazin, ji bo me jî ew divê were kirin. Di vir de ya girîng ew e ku zext li baweriyeke din neyê kirin. Em alîgirê wê yekê ne ku hemû bawerî bêyî zext û zordariyê bi rengekî azad bijîn."

Alî Kenanoglû da xuyakirin ku weke namzetekî HDP'ê yê parlmaenteriyê ku Elewiyan temsîl dike, em bi vê yekê bawer e û dema cihê xwe li meclîsê girt jî, wê van daxwazan biparêze."

HDP YEKANE PARTÎ YE KU DERIYÊ XWE LI ELEWIYAN VEKIR

Kenanoglû diyar kir ku HDP her wiha yekane partî ye ku deriyê xwe li Elewiyan vekiriye û bi dewamî got, "Hemû partiyên din bi salan ji me re gotin; nasnameya xwe, ziman û baweriya xwe deynin aliyekî û bi wî rengî bên. Lê belê HDP'ê timî ji me re got, 'Em ê bi navê we neaxivin, hûn ê bi nasname, reng û baweriya xwe bên, li nava HDP'ê siyasetê bikin û li meclîsê pirsgirêkên xwe bi xwe bînin ziman'. Ji ber vê yekê, mîna Elewiyan ji bo baweriyên din jî HDP yekane partî ye ku dikarin xwe bi baş lê îfade bikin."