Kenala Youtube a Med Muzîk TV’yê bêyî hincet hat girtin

Kenala Yotube a Med Muzîk TV’yê, bêyî sedem ji aliyê şirketê ve hat girtin.

Li gor daxuyaniya li ser navê desteya weşanê ya kenalê hat dayîn, kenala youtube a TV’yê hatiye girtin û wiha hat gotin: “Kenala me ya muzîkê ku hemû weşanên wê çandî û hunerî ne, bi hinceta ku rêgezên civakî binpê kirine, girtina wê, êrîşek e li dijî nirxên gelê Kurd.“

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: “Nirx û nîşaneyên neteweyî yên gelê Kurd, beyî ku tu hincet bê nîşandan, tên qedexekirin, li dijî rêgezên weşangeriyê tên sansorkirin. Pêkanîna biryarên xwecihî yên rêveberiyên faşîst li platformên navneteweyî, hewildaneke siyasî û bi alîgirî ye. GOOGLE û YOUTUBE‘yê, navirokên wiha yên gelê Kurd gelek caran sansor ya jî bi sînor kirine. Em li hêviyê ne ku dawî li van pêkanînan bê anîn û rêz ji nirxên neteweyî yên Kurdan re bê girtin. Em, vê pêkanîna bi neheqî ku li çand û nîşaneyên nirxên neteweyî yên Kurd hatiye kirin, şermezar dikin.

Bi pêkanînên wiha, kes nikare rê li ber bigire ku gelê me nekare bi rêya nûçe, çand û hunerê xwe bigihîne nirxên xwe. Ji bo ji berê baştir hunera çandî ya kult bigihînin gelê xwe, em ê bi rêgezên xwe yên weşangeriyê ve girêdayî bin û bigihînin astên bilind ên xurttir. Ji bo gelê me xwe bigihîne me, em ê li her platformê hebin.“