BI DÎMEN

‘Armanc fêrkirina çand û exlaqê Kurdewarî ye’

Mamoste û xwendevanên Akademiya Şehîd Serhed bilêv kirin ku armanca wan fêrkirina çand û exlaqê Kurdewarî ye û bang li tevahî gelê Kurd û bi taybet li ciwanan kirin ku xwedî li çand û hunera Kurdewarî derkevin.

AKADEMIYA ŞEHÎD SERHED

Akademiyek li ser navê Şehîd Serhed di 1’ê Hezîrana îsal de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatiye vekirin. Di vê akademiyê de dewreyek ya perwerdeya enstrumanan li ser navê Şehîd Devrim hatiye despêkirin. Mamoste û Xwendevanên vê dewreyê têkildarî perwerdeya xwe ji ANF’ê re axivîn û banga xwedî derketina li çand û hunera Kurdewarî li gelê Kurd kirin.

Mamosteya Gîtarê Helena Hilalî diyar kir ku wan li Akademiya Şehîd Serhed a ku 1’ê Hezîranê hatiye vekirin, dewreyek li ser navê Şehîd Devrim daye destpêkirin û wiha peyîvî: “Xwendevanên ku di vê Akademiyê de waneyê dibînin, par li Navenda Stêra Zêrîn bingehê fêrbûna enstrumanan ava kirine. Me di vê Akademiya Şehîd Serhed a bi dewreya Şehîd Devrim vekirî de, êdî bi awayê profesiyonel perwerde daye destpêkirin. Di biniya vê Akademiyê de gelek projeyên me hene, wek şano, govend, stiran û hwd. Perwerdeya ku li vêderê tê dayîn, ne wek qursekî 3-4 mehî ye, wê bi awayekî berdewam bên dayîn.”

‘MEREQA ZAROKÊN WARGEHÊ JI BO ÇANDÊ HEYE’

Helena di dawiya axaftinên xwe de bi bîr xist ku waneyên ew li vêderê didin ji asta yekem hîn berfirehtire û wiha dibêje: “Hêjmara xwendevanên me bi du koman girtiye dest, ji ber ku xwendevanên koma duyem temenê wan biçûke fêrkirina wan hinekî zehmete. Her yek ji wan koma heftiyê sê rojan tên dersê, li rûxmê ku pir germe jî lê mereqa zarokên wargehê ji bo çandê heye. Li vêderê armanca me ne tenê fêrkirina enstrumanane, fêrkirina çand û exlaqê Kurdewarî ye ku bav, dayîk û kalên me heta roja îro anîn, parastin û domandin. Her wiha em di aliyê îdeolojî de jî xwendevanên xwe rêxistin dikin. Eger em nexwazin qirkirina çandî bi ser me de bê, divê em di aliyê fêrbûna enstrumanan û pêşxistina çandê de berxwedanek mezin bikin. Li pêşiya me 15’ê Tebaxê heye em ê hewl bidin komek a enstrumanan amade bikin ji bo dikê.”

ARMANC SÎSTEMA ORKESTRA DAYÎNA AVAKIRINE

Her wiha mamostayê Tembûrê Cemal Hemkî jî têkildarî waneya Sazê ya ku di dewreya Şehîd Devrim de dide, axivî û got: “Ez perwerdeya Sazê didim 38 xwendevanan, hinek xwendevan hene nû fêr dibin û hinek jî astek wan a fêrbûnê heye. Armanca me ew e ku em wan bigihîn astekî wisa ku bikaribin di dema pêş de perwerde bidin. Di biniya akademiyê de perwerdeya Saz, Rîtîm û Gîtar heye. Yek ji armanca me ya sereke ew e ku em li vêderê sîstemekî wek orkestra bidin meşandin. Perwerdeya sazê xwedî sê koman e, koma yekem ji demjimêr 17:00 heta 18:00’ê ye. Piştî ku ev demjimêr temam bû, şeş kes asta wan hîn jortire em wana di asta pisportî de fêr dikin. Her wiha koma duyem jî perwerdeya wan rojek heye û rojek nîne, rojên ku perwerdeya wan heyî jî di demjimêr 18:00 heta 19:00’e.”

Cemal Hemkî di dawiya axaftinên xwe de ev bang kir: “Weke mamostayek ê Akademiya Şehîd Serhed banga min ew e ku hemû ciwanên Kurd li çand, ziman, urf û adetên xwe yên civakî xwedî derbikevin”

‘HÎN ZÊDETIR XWE PÊŞ BIXIN’

Xwendevana bi navê Dûygû Benek ku waneya gîtarê dibîne jî wiha behsa perwerdeya xwe dike: “Hezkirina min a ji bo gîtarê cara yekem li Navenda Stêra Zêrîn çêbû. Me li Navenda Stêra Zêrîn sê mehan perwerde dît, piştî ku perwerdeya me qediya merasîma derçûnê ji me re hat çêkirin. Her wiha piştî wê, Akademiya Şehîd Serhed hat vekirin li vêderê ez waneya Gîtarê dibînim. Banga min ji bo hemû ciwanên wargehê ew e ku hem li Navenda Stêra Zêrîn û hem jî li Akademiya Şehîd Serhed dest bi perwerdeyê bikin.”

‘JI BO MIN WEKÎ TERPIYEKÊ YE’

Herî dawî xwendevana bi navê Xurbet Arzû ku waneya Sazê dibine, wiha qala heskirina xwe ya ji bo Sazê dike: “Dema ez biçûk bavê min saz lêdixist, ji min re jî sazek biçûk anî û min jî li gel wî lêdixist ji ber wê heskirina min di temenek biçûk de ji bo sazê çêbû. Bavê min ez teşfîqê lêxistina sazê kirim, ji bo wê jî min xwest li ser şopa bavê xwe biçim. Ev du salin ez xwe fêrî sazê dikim, sala destpêkê min di beşa meşq (egzersız) de cih girt, sala din ez derbazî lêxistina muzîkê bûm. Îsal li dibistana Amadeyî ya Şehîd Koçerîn jî me li gel mamostayên xwe yên dibistanê weke koroyekê ji bo 4’ê Nîsanê amadekarî kir û em derketin ser dikê. Min ne xwest dest ji Sazê berdim, ji bo wê ez derbazî Akademiya Şehîd Serhed bûm. Ez gelek kêfxweşim ku hatime akademiyê, lêxistina sazê ji bo min wekî terpiyekê ye ji ber wê ez naxwazim dest ji sazê berdim. Li vêderê hem çand û hunera Kurdî tine nabe û hem jî ez xeyalê malbata xwe pêk tînim. Li wargehê ruxmê ambargoya heyî fêrbûna Saz, Gîtar, Erbane û hwd şansekî herî mezine. Banga min ji bo hemû zarokên Kurd ew e ku ji bo çanda Kurdewarî tune nebe xwe fêrî çand û hunerê bikin.”