TEV-ÇAND'ê Hozan Serhed bibîr anî

Tevgera çandê TEV-Çand, bi wesîleya 25’emîn salvegera şehadeta hunermedê Kurd û gerîla Hozan Serhed daxuyaniyek weşand û birêzdarî bibîr anî.

Di 22’ê Tîrmeha 1999’an de hunermendê Kurd Hozan Serhed li Faraşînê bi birîndarî dîl hatibû girtin û ji helîkoptereke leşkerî hatibû avêtin.

Bi wesîleya 25’emîn salvegera şehadeta hunermendê Kurd Hozan Serhed komîteya TEV-ÇAND’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin;

“Em hevrêyê xwe Hozan Serhed ku hunermendê şoreşger ê mezin e bi rêzdarî bibîr tînin. Em salvegera 26’emîn a şehadeta Hozan Serhed bi berxwedana bê hempa ya Rêber Apo li Îmraliyê, berxwedana gerîlayên me yên qehreman li Zap, Avaşîn û Metîna, raperîna bi heybet a gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê û şiyarbûna mezin a mirovahiya pêşverû û dostên me yên li tevahiya cîhanê pêşwazî dikin. Em hunermendê şoreşger ê mezin Hozan Serhed û hemû hunermendên şoreşger ên ku bi jiyan û hemû hebûna xwe, xwe fedayê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kirine bi rêzdarî bibîr tînin.

Hozan Serhed tevahiya jiyana xwe li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên faşîzma Tirk a qirker û mêtinger, bi pêşvebirina hunera rêxistinbûyî, berxwedêr, şoreşger û azadîparêz re pêş xist û bi pratîk, jiyan û sekna xwe helwesteke şoreşgerî ya rastîn nîşan da. Di dema hat xwestin bi enstruman û gotina xwe û dema hat xwestin bi çeka xwe di têkoşîna şoreşgerî de her tim li pêş bû.

Hozan Serhed gelek sal ji bo xebatên çand û hunerê yên li Başûrê Kurdistanê veqetand. Di pêşketin û zindîkirina nirxên me yên çandî û hunerî de bi gelek hunermendên Başûrê re rol lîstiye. Bi vê daxuyaniyê em şoreşgerê mezin hevrê Hozan Serhed bi bîr tînin, em bang li hemû hunermendên Kurdistanî û bi taybetî jî hunermendên Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê têbikoşin û bibin xwedî helwest. Li dijî êrîşên dagirkeriyê helwest nîşandan tê wateya xwedî li feraseta têkoşînê ya Hozan Serhed derketin.

Bi vê wesîleyê em careke din di şexsê Hozan Serhed de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê, şehîdên çand û hunerê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin û careke din dubare dikin ku em ê têkoşîna wan berdewam bikin.”