Li Îtalyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan konser hat dayîn

Ji bo banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji nû ve bê destpêkirin û cerebeyek resen a çanda Kurdî were pêşkêşkirin wê danê êvarê konsereke mezin bê lidarxistin.

Hunermend Farqîn Azad, Hecî Karakas, Mûstafa Demîr û Ezîz Yîgît ji bo cerebeyek resen a çand û kevneşopiya Kurdan pêşkêşî bikin wê vê êvarê li Romayê konserekê li dar bixin. 

Rojnameya La Repubblica dibûje, “Ew ne tenê konserek din e”. Li gorî rojnameyê, konser bi armanca jinûve banga bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê destpêkirin, tê lidarxistin. 

Li gorî nûçeyê, ev tişt hat parvekirin: “Ji bo careke din banga azadiya Abdullah Ocalan bidin destpêkirin, zêdetirî 60 xwediyên Xelata Aştiyê yên Nobelê ku di nav wan de girtiyê siyasî yê berê yê Arjantînî Adolfo Perez Esquivel jî heye, hunermend dê derkevin ser dikê.” 

Konser wê 25’ê Tîrmehê roja Pêncşemê saet di 21:00 de li Casilino Sky Park, Viale della Bella Villa 106 pêk were. Têkeketina konserê 7 € ye û dikarin qertên ketinê li Bazar Taverna Curdo Meticcia li Casilina 607 bikirîn.

Şev ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Ararat, Tora Kurdistan Îtalya û Buroya Enformasyona Kurdistanê ya Îtalya, Uiki ve tê organîzekirin.