HEVPEYVÎN

Karasû: Dewleta Tirk tengav bûye û em ê hîn tengavtir bikin!

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk li ser tecrîdê şantajê dike û got: “Ev, nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye; em ê hîn tengavtir bikin” û got, divê her kes bertekê nîşanî dagirkerî û xiyanetê bide.

MÛSTAFA KARASÛ ROJEVÊ DINIRXÎNE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû bersiva pirsên Medya Haber TV ên têkildarî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, xiyaneta PDK’ê û geşedanên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û li Sûriyeyê da.

Karasû nerazîbûn nîşan da ku dewleta Tirk hewl dide li ser tecrîda Îmraliyê bazariyê bike û got: “Li ser Rêbertî şantaj li me tê kirin. Ev şantaj hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Ev nîşan dide ku dewleta Tirk tengav bûye. Em hîn tengavtir bikin.”

Karasû anî ziman ku divê li dijî êrîşên dagirkeriyê û xiyanetê bertekek hîn xurttir bê nîşandan, diyar kir ku PDK ji bêdengiyê hêz werdigire û wiha got: “Tişta ku PDK dike, tam namerdî ye, divê ti kes li hemberî vê bêdeng û bêhelwest nemîne.”

‘DEWLETA TIRK JI BER KU TENGAV BÛYE, ŞANTAJÊ DIKE’

Tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dewam dike. Hefteya borî Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat daxuyaniyeke girîng da. Di têkoşîna li dijî tecrîdê de, ev agahî çi wateyê îfade dike?

Agahiya ku heval Besê eşkere kirî, girîng bû. Dema ev agahî gihişt me, bi rastî jî em hêrs bûn. Car din hat fêmkirin ku dewleta Tirk vê tevgerê û Rêber Apo nas nake. Li aliyê din car din hate dîtin ku dewleta Tirk dewleteke şantajê ye. Di rastiyê de şantajekê dike. Li ser Rêbertî şantajê li me dike. Bi gotina, ‘em ê bikin ku bila bi malbata xwe û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, lê eger ev tişt bên kirin.’ Yanî ev bi eşkere tê wateya ku ‘em ê nehêlin hevdîtin were kirin’.

Ji ber ku ew pêşniyareke wiha dikin. Bi îhtîmala mezin dizanin ku ev pêşniyar helbet nayê qebûlkirin. Yanî dema ez dibêjim Tevgerê nas nakin, di rastiyê de Tevgerê nas dikin, lê ji bo ku ez diyar bikim pêşniyareke wiha bêexlaqî ye, ez wiha dibêjim. Helbet ev şantaj ji aliyê Tevgera me ve hate redkirin. Ev helwesta PKK’ê ye, helwesta Apoyî ye, helwesta Rêbertî û gelê me ye. Gelekî ku 50 sal in ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînê dimeşîne, têkoşîneke bi rûmet dimeşîne, yanî eşkere ye ku ev gel û tevger wê şantajeke wiha red bikin.

Lê ev heye, çima tişteke wiha pêşniyar kirin, nêzîkatiyeke wiha raber dikin? Di rastiyê de ew jî zehmetî dijîn. Me berê got ya, CPT zehmetî dijî, neçar dimîne daxuyaniyan bide. Dewleta Tirk jî zehmetî dijî. Ji ber ku ketiye zehmetiyê, gotin ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê divê ev yek werin kirin’ yan jî ‘em ê bikin ku hevdîtinê bike, lê PKK li pêşiya hevdîtinê asteng e’. Di rastiyê de armanceke wî ya wiha jî heye. Yanî di rastiyê de ‘me wê bikira ku bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike, lê PKK’ê red kir’, bi vî rengî hewl didin hişmendiyeke li gorî xwe biafirînin. Helbet evane nêzîkatiyên vale ne. Ev gel, dostên li cîhanê dizanin ku Tevgera me ji bo Rêbertî çiqas hesas in.

Mijara ku em herî zêde lê hesas, Rêbertî ye. Ez dikarim vê jî bi rehetî bêjim. Di dîrokê de ti gel, ti tevger di vê astê de xwedî li Rêbertiya xwe derneketiye. Bi rastî jî asta xwedî derketina li Rêbertiya me, pir bilind e. Helbet tişta ku ev dilsozî afirandî jî, dilsoziya şehîdên me, fedayiyên me ya bi Rêbertî re ye.

CPT JÎ ZEHMETÎ DIJÎ

Tevgera me jî 50 sal in bi dilsoziyeke mezin a bi Rêbertî re, têkoşînê dimeşîne. Tevgera me, piştî Rêbertî hat dîlgirtin jî dilsoziyeke mezin nîşanî Rêbertiya me da. Li ser xeta wî meşiya. Têkildarî vê yekê teredutek herî biçûk jî nîşan neda. Belê, piştî Rêbertiya me hat girtin, tasfiyegerên ji nava me derketin, ferzkirinên bi rengê ‘em xeta Rêbertî berdin’ kirin. Lê li hemberî vê yekê jî tevgera me helwest nîşan da. Ew jî qebûl nekir. Hetanî roja îro em di asta herî bilind de, xwedî li Rêbertî derketin. Lewma CPT wiha dikeve zehmetiyê, dewleta Tirk zehmetî dijî. Helbet Tevgera me ev nêzîkatî demildest red kir. Me diyar kir ku em vê yekê qebûl nakin. Yanî li aliyekî, gelo me diceribînin? Gelo ma lewaziyeke wiha bi me re heye? Yanî mirov dikare lêpirsîneke wiha jî bike. Ji vî alî ve helbet Tevgera me ev yek red kir. Heval Besê bi eşkere helwesta me danî holê. Ev helwesta me wê bidome. Ji bo ku Rêbertiya me bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike, yanî ji bo şikandina tecrîdê, ji bo azadiya Rêber Apo em ê têkoşînê bimeşînin. Ev têkoşîn wê mezin bibe û dewam bike. Teqez em ê bikin ku Rêbertiya me bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Tenê wê hevdîtin çênebe, wê rêya azadiya Rêbertiya me jî vebibe. Divê her kes vê yekê bizane.

Helbet CPT jî li hemberî têkoşîna me zehmetî dijî, dewleta Tirk jî zehmetî dijî. Têkildarî vê yekê Neteweyên Yekbûyî û saziyên wî yên pêwendîdar civîn lidar xistin. Dewleta Tirk li Ewropayê di civîna têkildarî tecrubeya Rêbertiya me hatî kirin de, înkar kir. Got, ‘tecrîd nîne’. Diyar kir ku hin qedexe hene, hîn rasttir li ser esasê cezayên disîplînê qedexe heye. Helbet ev demagojî ye. Hemû cîhan dizane ku tiştekî wiha nîne. Gelê me dizane, her kes dizane. Gelo ma ev çi tişte ku Rêbertî evqas cezayê disîplînê distîne? Gelo ma Rêbertî li wir çi dike? Em Rêbertiya xwe nas dikin. Em dizanin ka helwesta Rêbertiya me wê çi be. Nakeve helwesteke welê ku cezayê disîplînê werbigire.

Helbet ji bo wan Rêbertî dijminê herî mezin e. Yê ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dayî destpêkirin. Yê ku gelê Kurd perwerde kirî. Yê ku bûyî sedem ku têkoşîn heta îro bidome. Li hemberî vê yekê bi hêrs dibin. Cezayê ku dane, ji bo vê yekê ye. Di rastiyê de ti sedem ji bo cezayê disîplînê nîne. Ji ber xwe ve çêdikin; li ser kaxezê dibêjin cezayê disîplînê, nahêlin hevdîtin çêbibe. Ev teqez wiha ye.

Li dijî vê yekê têkoşîna me didome, wê bidome. Daxuyaniyên dewleta Tirk ên di civîna li Ewropayê de, kenê mirov dianî. Bi rastî jî ti kesê bawer nekir. Jixwe ji ber ku bawer nekirin, şandeyên li wir pirs ji şandeya Tirk kirin. Li aliyê din hemû şandeyên ku diçin wir, şervanên taybet in. Ti kes ji wan ne mirovên welê ne ku têkildarî hiqûq, edalet û tiştên bi wî rengî bi baldarî tevbigerin. Alîkarê Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf li wir bû. Alîkarên Midûriyeta Giştî ya Malên Tevkîf piranî zilamên şerê taybet in, zilamên dewletê ne. Ew bi fermana dewletê, girtîgehan îdare dikin. Girtîgeh wiha jî tên îdarekirin. Nizanim ne Wezareta Edaletê û nizanim ev sazî, ew sazî nîne. Belê, girêdayî Wezareta Edaletê ye, lê li wir komeke taybet heye, ew dimeşînin. Rewşeke wiha heye.

Rêbertiya me 26 sal in di bin esaretê de ye. Roja borî yek ji parêzerên destpêkê yê Rêbertiya me Ercan Kanar, nirxandinek dikir. Digot, divê Abdullah Ocalan were berdan. Cezayê hepsê yê muebeda girankirî, derhiqûqî ye. Ev qanûn piştî Rêber Apo hatî dîlgirtin derketiye. Yanî digot ‘qanûn paşde nameşin, lewma ew qanûn nederbasdar e’. Ji ber ku dema Rêber Apo hate dîlgirtin, qanûn çi bin ew tê pêkanîn. Got, ji dervey wê qanûn nayên pêkanîn. Dema Rêber Apo dibe mijara gotinê, li Tirkiyeyê qanûn û rêveberiyên yekkesî derdikevin. Helwesta yekkesî… Yanî hemû pêkanîn li dijî Rêber Apo ne. Ti pêkanîna li hemberî Rêber Apo, eleqeya xwe bi qanûn, zagona bingehîn û tuzukê re tune ye. Polîtîkayên dewletê yên dijminatiya Kurdan û Rêber Apo ye. Em ê li dijî van polîtîkayên dewleta Tirk têkoşînê bidomînin.

Belê tengav bûn. Em ê hîn tengavtir bikin. Em ê têkoşîna xwe li her derê bidomînin. Ji bo me têkoşîna azadkirina Rêber Apo û têkoşîna azadkirina gelê Kurd, heman tişt e. Ji vî alî ve em ê vê têkoşînê hîn geştir bikin. Mîna heval Besê gotî, em ê ji asta îro jî zêdetir bikin. Teqez em ê Rêber Apo azad bikin. Soza me ji gelê me û dîrokê re jî wiha ye.

'BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ KESAYETA NÛ YA KURD Û FELSEFEYEK A JIYANÊ AFIRAND'

Em di salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de derbas dibin. Weke yek ji kesên ku tevlî vê çalakiyê bûye, Berxwedana 14 'ê Tîrmehê îro tevkarî li çi kiriye?

Pêşî ez di şexsê şehîdên 14'ê Tîrmehê Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî de hemû şehîdên zindanan û şehîdên şoreşê bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Dîsa ez 33 kesên ku li Zapê hatin qetilkirin bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Ez di heman demê de yek ji kadroyên me yên destpêkê Salîh Kendal ku di sala 1979'an de şehîd bû bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînim. Dîsa ez 33 sosyalîst ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de hatin qetilkirin bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Têkoşîna van ciwanên sosyalîst wê di têkoşîna me de bijî. Em ê bîranîna wan li Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk teqez pêk bînin.

Helbet Berxwedana 14'ê Tîrmehê di aliyê dîroka me de berxwedaneke girîng e. Hevrê Abbas di bernameya xwe de gotibû; ger ev berxwedan pêknehatiba wê çi bibûya? Dê çi neyînî bi xwe re anîba? Digot divê mirov vê yekê bihizire û 14'ê Tîrmehê binirxîne. Bi rastî jî pir girîng e ku mirov wiha binirxîne. Di 14 'ê Tîrmehê de li Kurdistanê zilmeke mezin hat kirin. Tevgera me derketibû derevî welat. Derbeke girîng xwaribû. Rêber Apo hewl dida tevgerê kom bike ser hev. Li zindanê zêdeyî sed îtîrafkar çêbibûn. Esat Oktay bi rengekî vekirî digot, "Ez ê her kesî bikim îtirafkar." Digot ew ê yên li zindanê bîne rewşeke wisa ku nikaribin derkevin derve. Di hawireke wiha de ku ji bo gelê Kurdistanê, têkoşîna me û zindanê serdemeke giran û dijwar bû de, pêkhatina berxwedana 14'ê Tîrmehê gelek tişt berevajî kiriye. Di pêvajoyeke ku dijmin dixwest neyînîbûn û hilweşîneke mezin pêkbîne de, bi berxwedana 14'ê Tîrmehê re ev yek li zindanê berevajî bû, tevkariyeke mezin li têkoşîna tevgerê kir û baweriya gelê me ya bi azadî û serxwebûna Kurdistanê zêde kir. Ev pir, pir girîng bû.

Bi rastî jî berxwedana 14’ê Tîrmehê gelek guhertin di nava gelê Kurd de çêkir. Ji bo gelê Kurd ev tişt hewce bû: Jiyana gelê Kurd hatibû tengkirin, ji ber zextên giran hatibû rewşeke ku nekaribe têbikoşe, hatibû tirsandin. Ev rastiyek bû. 14 Tîrmehê li dijî van êrîşan tev bû bersiv. 14'ê Tîrmehê di afirandina kesayetiyeke nû ya Kurd, afirandina civakeke nû ya Kurd, afirandina têgihiştineke têkoşînê û felsefeyeke jiyanê de roleke diyarker lîst. Ji bo civakekê tişta herî girîng ew e ku felsefeya wê ya jiyanê, felsefeya wê ya têkoşînê rast be. Pîvanên jiyanê bilind be. Pîvana têkoşînê bilind be. Ancax bi vî rengî gel dikare azad bibe, demokratîk bibe, xwedî li welatê xwe û li nasnameya xwe derkeve. Ji vî alî ve encama herî mezin a berxwedana 14'ê Tîrmehê ew e ku felsefeyeke jiyan û têkoşînê afirandiye ku wê salên dirêj, bi dehan salan û sedsalan bidome. Felsefeyek nû ya jiyanê û têkoşînê datîne pêşiya civaka Kurd. Ev pir, pir girîng e.

Belê, 14’ê Tîrmehê tevkariyek xurt li têkoşîna me kir. Ji bo pêşketina têkoşîna me rolek mezin lîst. Ev rastiyeke eşkere ye û em vê yekê dizanin. Lê ya herî girîng jî helbet girêdayî wan e, parçeyek ji wan e, faktora sereke ya ku wê têkoşînê xurt dike, afirandina felsefeyeke jiyan û têkoşînê ye. Pîvanên wê di astek bilind de girtin e. Ev di rastiyê de felsefeya jiyan û têkoşînê ya Rêber Apo ye.

Rêber Apo ji roja ewil ve hewl da felsefeya têkoşînê û jiyanê di nava koma Apoyî de, bide avakirin. Hewl da vê yekê bike felsefeya jiyan û têkoşînê ya PKK’ê û koma Apoyî. Hemû axaftinên wî, hemû jiyana wî, hemû nirxandinên wî ji bo vê yekê bûn.

Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê, bi awayekî şênber bûn mînaka vê rastiyê, pîvanên wê danîn holê û bi jiyana xwe rastiya felsefeya têkoşînê, rastiya xwe û helwesta xwe nîşan dan û di dîroka Kurdan de cihek girîng ava kirin. Ev rastî gelek girîng e: Kemal got, Bi qasî ku di ber jiyanê de bimirim, ez ewqas ji jiyanê hez dikim.” Yanî tê wateya “Eger jiyanek ez ji bo wê xwe feda bikim nebe, ez wê weke jiyanê qebûl nekim.” Eger wê jiyanek hebe divê mirov di ber de bikaribe bimire. An ji bo jiyanek wiha têbikoşe. Ji bo jiyaneke wiha hebûna xwe danîna holê. Ev yek pir girînge. Kemal ji bo jiyaneke wiha, xwe feda kir û têkoşîna vê meşand. Bi kurtasî Kemal gelek ji jiyanê hez dikir. Ji bo jiyînê mirin, tê wateya pîvanên jiyanê, hezkirina jiyanê û coşa jiyanê di asta herî jor de girtine.

'NÎŞAN DAN KU DI NAVA ŞERT Û MERCÊN HERÎ ZEHMET SERKETIN PÊKAN E’

Wateyek wiha li jiyanê barkirin, jiyana PKK’ê wiha avakirin, rastiya jiyana gelê Kurd nîşandan, gelek girînge. Ev destketiyek mezin e. Têkoşîna felsefeyeke nû ye. Pir girîng e. Vê rastiyê danîn holê. Çi gotin?

Gotin di nava şert û mercên herî zehmet de bi têkoşînkirinê serketin pêkan e. Ev rastî gelek girîng e.

Li erdnîgariyeke mîna Kurdistanê ku têkoşîn lê gelekî zehmet e, li hawireke wisa zehmet, avakirina felsefeyeke jiyanê ya bi vî rengî, yanî felsefeya şerkirin û serketinê di nava şert û mercên zehmet de, ji bo gelê Kurdistanê, ji bo gelê Kurd û ji bo dîroka Kurd destketiyeke mezin e. Ev destketiyên herî mezin in. Ev destketî wê me bigihîne serketinê. Ev destketî wê azadiya gelê Kurd pêk bînin. Ji vê hêlê ve dema ku 14'ê Tîrmehê tê nirxandin, divê mirov vê felsefeya jiyanê û têkoşînê pir baş fêhm bike, rave bike û bide fêhm kirin. Dema ku felsefeya jiyan û têkoşînê ya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê were ravekirin, fêhmkirin û veguherî ruh û ramana civakê, ciwan û jin, wê demê kes nikare têkoşîna wî gelî bisekinîne. Wê têkoşîn teqez ber bi serketinê tacîdar bibe. Eger 50 sal in bênavber têkoşîn tê meşandin, ji 14'ê Tîrmehê û vir ve ku 40 sal e derbas dibe, eger li gel her şêwe êrîşan jî li ser piyan maye, bi rastî jî bingeha xwe ji berxwedana 14'ê Tîrmehê digire, bingeha xwe ji felsefeya jiyan û têkoşînê ya ku vê afirandiye û pêk aniye digire.

Bi wesîleya 14'ê Tîrmehê re helbet gelek nirxandin dikarin bên kirin. Gelek aliyên 14'ê Tîrmehê mirov dikare dane holê. Û bi rastî jî gelek bandorên wê çêbûne. Lê belê divê ev yek were destnîşankirin. Divê were fêhmkirin. Eger ev neyê fêhmkirin, nirxandinên din wê bi kûrahî neyê fêhmkirin û demkî be. Bi temamî wê negihêje armanca xwe. Ji ber vê yekê Xeyrî gotibû li ser kêla gora min “Deyndar e” binivîsînin. Û mirovekî ku ji bo vî welatî, ji bo vî gelî her tişt feda kiriye, vê yekê dibêje. Welatparêziya Xeyrî gelekî kûr bû. Hevrêyekî me ya ku welatparêziya Kurd bi awayekî herî kûr dijiya bû. Em vî aliyê Xeyrî nas dikin. Em wî baş nas dikin. Bê guman ew welatparêzî, ew azweriya kûr a welatparêziyê hişt ku Xeyrî çalakiyeke bi vî rengî bike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ: LI CIHANÊ MÎNAKEK WIHA YA BERXWEDANÊ NÎNE

3'yê Tîrmehê artêşa Tirk a faşîst bi hevkariya PDK'ê êrîşeke nû ya berfireh a dagirkeriyê li xeta Metîna-Zapê da destpêkirin. Weke ku we jî anî ziman şervanên azadiyê bi ruhê 14'ê Tîrmehê rê nadin vê êrîşê. Li ser vê êrîşa dawî ya berfireh hûn dikarin çi bibêjin?

Êrîşeke berfireh heye. Li dijî van êrîşan jî bi qehremanî berxwedan heye. Ez hevrêyên xwe yên ciwan ên jin û mêr ên di vê berxwedanê de bi qehremanî li ber xwe dan, şehîd bûn, ku fedekarî û berxwedana herî mezin a dîrokê kirin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Bi rastî jî ew her cure moral, coş û kelecanê didin me. Baweriyê xurt dikin. Ev gelekî girîng e. Hevrêyên me yên ciwan baweriya ku gelê Kurd wê azad bibe ji nû ve xurt dikin. Gelek ku xwedî ciwanên wiha, fedaiyên wiha be, teqez wê bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk.

Ez dikarim vê bibêjim. Di dîrokê de mînaka qehremaniyên bi vî rengî nîne. Pir zehmet e. Mirovek dikare di nava rojekê, du rojên şer de, di nava têkoşînê de qehremaniyê nîşan bide. Ew dikare li hemberî dijwariyê sebir bike. Helwesteke ku wê gavê jê tê xwestin e. Lê van hevrêyên me bi salan e her roj bombeyên cîhanê bi ser serê wan de tê barandin. Bi gazên jehrî êrîş dikin. Bi bombeyên termobariyê êrîş dikin. Her cure çek tê bikaranîn. Lê belê li hemberî vê yekê, ev hevalên me yên ciwan bi coşeke mezin şer dikin û li ber xwe didin. Di wan şert û mercên zehmet de bi tilîliyan re bi ser dijmin de diçin. Pir girîng e.

Divê ev rastî bê fêhmkirin û hîskirin. Ev hevrêyên me di nava şert û mercên çawa de li ber xwe didin? Ew li dijî kîjan bêderfetiyê li ber xwe didin? Divê ev bê dîtin. Divê hemû gelê Kurd vê rastiyê bibîne. Li cîhanê fedaiyên ku wiha li ber xwe dane, nîne. Helbet li gelek welatan, li gelek cihan berxwedanên fedaiyane çêbûne, fedakarî hatin kirine, lehengiyên mezin hatin nîşandan. Lê bi rastî jî bi taybetî di nava van sê salên dawî de ev hevrêyên ciwan li tunelan, li ser hîmê tunelan bi yekîneyên bi tevger li dijî dijmin şer dikin. Ev serbilindiyeke. Divê hemû gelê Kurd ji ber xwedî ewldadên bi vî rengî ne, serbilind be. Divê wan hîs bikin. Ev hevrê, ev ciwan pîvanên gelê Kurd bilind dikin. Asta xwedîderketina li welat û nasnameya xwe bilind dikin. Pîvana xwedîderketina li azadî û demokrasiyê bilind dikin. Rastiyeke bi vî rengî diafirînin. Ev gelekî girîng e. Ciwan vê dikin, ciwanên Kurd dikin. Ev 5 sal in ji xwe dewleta Tirk êrîşeke dijwar pêk tîne. Ewilî êrîşî Xakurkê kir, piştre êrîşî Heftanînê kir. Êrîşî Garê kir. Qaşo ew ê girtiyên li Garê rizgar bikin. Lê derbeyek mezin xwarin. Piştre êrîş birin ser Avaşîn, Zap, Metîna û hemû qada Behdînanê.

'ÎXANETA PDK’Ê DI ASTA HERÎ JOR DE YE’

Ev sê sal in êrîş dikin. Dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîş dike lê hevrêyên me li dijî vê li ber xwe didin. Behsa zehmetî, birçîbûn û tîbûnê nakin. Di destê dewleta Tirk de her cure çek heye. Lê hevrêyên me bi çekên di destên xwe de, koka dijmin tînin.

Bê guman ji 3'yê Tîrmehê û vir ve têkoşîn derketiye asteke nû. Dibêjin ew ê mifteyê ji binî ve bigirin. Ev yek jî tê wateya ku ew PDK’ê bi temamî kirine nava vî şerî. Bajarên di bin serweriya PDK'ê de niha êdî di bin kontrola dewleta Tirk de ne. Di rastiyê de bi awayekî vekirî tê wateya ev êrîş, êrîşa PDK'ê ye. Belê, leşkerên Tirk êrîş dikin, lê divê bi vî rengî were fêhmkirin. Di vê qonaxê de divê weke êrîşa PDK'ê were fêhmkirin. Gotina ‘Em ê mifteyê bigirin’ tê wateya ‘Me îxaneta PDK’ê derxist asta herî jor, em wan di her alî de bikar tînin.’ Divê em gotina wan wiha fêhm bikin. Di rastiyê de Bamernê, Amediyê, Dêrelûk, Şêladizê... Yanî aliyê başûr, ev bajar bi temamî ji aliyê PDK'ê ve dihatin kontrolkirin. Niha dewleta Tirk li van bajaran serwer e. Ji wê derê ve tevî PDK'ê dor li gerîla girtine. Ev dorpêç tevî PDK'ê hatiye kirin. Beriya niha dorpêçî hebû, hinekî dorpêçiya dewleta Tirk bû. PDK'ê bi temamî destek dide. Lê niha PDK’ê jî di bin dorpêçê de ye. Dewleta Tirk bi PDK'ê re vê dorpêçê dike. Ji ber ku ji Dêrelûk, Amediyê û Şêladizê hatiye dorpêçkirin. Di vî warî de bê guman pêvajoyeke nû ye. Hevrê li dijî vê li ber xwe didin. Dewleta Tirk dixwaze li Girê Bahar bi cih bibe. Ne mimkûn bû ku biçûna wir, nedikarîn bi awayekî din biçûna. Ew nedikarîn bi awayekî din wir bikirana hedef. Lê belê piştî ku PDK’ê jî ket vê dorpêçê, bê guman niha Girê Baharê hedef digirin. Ji ber ku em dizanin ew der asê ye, ne pêkane ku wisa hêsan biçin wir. Ev dorpêça giştî ku PDK’ê jî di nav de ye, encameke wiha derxist holê. Niha jixwe ev tê kirin. Di nûçeyan de derbas dibe. Li vir hewl didin ji bendavê heta cihê ku PDK lê ye rêyekê çêbikin.

Helbet ev jî heye. Ya rast, tişta ku PDK dike bi rastî jî namerdî ye. Hin cih hebûn. Di rastiyê de hevalan dikarîbûn qet endamên PDK'ê nedabana wir. Endamên PDK'ê çi kiribana jî nedikarîn bikevin wir. Lê belê hevalan, digotin PDK’ê jî Kurd e, destûr dan ku li hin cihên nêz bi cih bibe. Ji Dêrelûkê heta qeraxa Zapê, li wir destûr hat dayîn ku qereqol bê avakirin. Li aliyê din ji aliyê Amêdiyê ve jî destûr hat dayîn. Niha ev nêzîkatiya tevgerê, gerîla, HPG ji aliyê PDK'ê ve li dijî HPG'ê, gerîla tê bikaranîn. Divê rewş bi vî rengî were fêhmkirin. Berxwedana li dijî vê yekê wê bidome, têkoşîn wê bidome. Ne mimkûn e ku dewleta Tirk encamên ku dixwaze bistîne. Yanî têkoşîna di vî warî de wê heta dawiyê dewam bike.

We qala ferqa êrîşên dawî û yên beriya niha kir. Dîsa we bal kişand ser rola PDK’ê ya di van êrîşan de. Her wiha xuya ye ku di van êrîşên dawî de hikûmeta Iraqê jî xwedî roleke mezin û bi taybet jî bêdengiya xwe didomîne. Bi taybetî divê rola PDK’ê ya di vê dagirkeriyê de ji hêla raya giştî ya gelê Kurd ve çawa were fêmkirin?

PDK di van êrîşan de roleke sereke dilîze. Rast e, aniha Iraq jî di nav vî karî de ye. Ya ki Iraq jî xistî di nav vî karî de PDK ye. A rastî Iraqê nedixwest bikeve di nava karekî wiha de. PDK’ê jî xwe dispart Tirkiyeyê û şantaj li Iraqê dikir. Ji ber vê yekê Iraq jî hem ji ber zevtên Tirkiyeyê û hem jî ji ber şantaja PDK’ê kete di nava vê planê de. Belkî ne bi awayekî eşkere lê belê erê kir, qebûl kir. Vê yekê PDK dike. Li gorî PDK’ê tevlîbûna Iraqê jî têrê nake û dixwaze YNK’ê jî bixe di nava vî karî de. Ji bo vê yekê zextê li YNK’ê dike.

DESTHILATDARBÛNA LI 2-3 BAJARAN TÊRA PDK’Ê DIKE

A rastî dewleta Tirk, PDK û hin hêzên navneteweyî li DYE û Ewropayê planekê pêk tînin. Qaşo wê Tevgerê teslîm bigirin û biçewisînin. Pişte jî wê li devereke Iraqê bixin pozîsyona penaberan. PDK’ê ev yek li ser rêxistinên Îranî ev yek kiriye. Di rastiyê de planeke wan a bi vî rengî jî heye. Daxilbûna Iraqê ya ji vê êrîşê re, PDK, hebûna DYE’yê û hin hêzên Ewropayê nîşan dide ku planeke bi vî rengî heye. Di navenda vî karî de PDK heye. PDK li ser İraqê zextê dike. Weke gotina hevrêya Besê li ser navê Tirkiyeyê jî lobîyekê ava dike. Tirkiyeyê çawa ku PKK weke rêxistineke terorê îlan kiriye û dixwaze PKK’ê tune bike, heman yekê PDK dike. Û PDK berê van hêzan hemûyan dide ser me û dixwaze Têkoşîna me ya Azadiyê têk bibe û tesfîye bike. Çimkî PDK ji bilî xwe tu kesî weke Kurd nabîne. Divê her kes vê yekê bibîne.

Desthilatdarbûna li 2-3 bajaran têra PDK’ê dike. Ji bo vê yekê hemû Kurdistan feda kirine. Hemû Kurdistan pêşkêşî dagirkeran dikin. Ez bi rêzdarî û minetdarî Dr. Şivan bi bîr tînim. Dr Şivan, di salên 1960’î de li seranserê cîhanê tevgerên rizgarbûnê hene; ew dixwaze Bakurê Kurdistanê jî pêş bixe. Kurdekî ji Dersîmê û bijîşk e. PDK’ê weke Kurd dibîne û dibêje ku va ye alikariya me dike û derbasî Başûrê Kurdistanê dibe. Qaşo wê li wir li dijî dewleta Tirk rêxistin, artêş û hêzên çekdarî ava bikirana. Helbet diçe, ji ber armanca xwe hinekî hewl jî dide. Li gel Iraq û li gel gundên li ser sînorê Tirkiyeyê û eşîran têkiliya xwe deyne. Haya Tirkiyeyê ji vê yekê çêdibe. Hişyariyan dide PDK’ê. Dibêje ku hûnê wê yekê bêbandor bikin. Û PDK tasfîye dike. Heya Îsmaîl Beşîk jî dibêje ku Dr Şivan li ser daxwaza Tirkiyeyê û bi destê PDK’ê hatiye qetilkirin. Tiştekî wiha heye, hêzeke siyasî ya bi vî rengî heye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî gelek serokên siyasî bi vî rengî hatine qetilkirin. Ji ber vê yekê divê rastiya PDK’ê baş were fêmkirin. Yanî ne wisa. Va ye di navbera PKK û PDK’ê de nelihevkirinek heye. Tiştekî wisa tune ye. A rastî PDK’ê xwestiye li pêşiya 15’ê Tebaxê bibe asteng û bixe di bin kontrola xwe de. Di rastiye de xwestiye ku PKK’ê bixe di bin kontrola xwe de. Piştre dema 15’ê Tebax jî pêk hat, hêrseke mezin nîşan da. Çimkî PDK’ê têkildarî destpênekirina têkoşîna Kurdan soz dabû Tirkiyeyê.

Ez naxwazim vê yekê di dirêjahiya dîrokê de vebêjim. Di salên 1960-70’yan de Tirkiye welatekî NATO’yê bû. Tirkiye welatekî wisa ye ku girêdayî Îran, DYE û Ewropayê ye. Cendirmetiya Rojhilata Navîn dike. Van xwe nedîtinê daniye. Piştgiriya PDK’ê kirine. Lê belê hêzeke girîng ya ku cendirmetiya NATO’yê dike, helbet naxwaze têkoşîn û tevgera Kurdan pêş bikeve. Naxwazin welatekî NATO’yê lawaz bibe. Aha di wan deman de di salên 1960’î de ku Dr. Şivan dixwaze têkoşînekê pêş bixe, PDK li pêşiyê dibe asteng. Hêzeke bi vî rengî ye. Yanî ji bilî desthilatdarbûna 2-3 bajaran tu wateya PDK’ê tune ye. Dibêje ger e tawîzan bidin, wiha û wiha bikim belkî ez hebûna xwe bidomînim. Yanî hewl dide ku hebûna xwe bi wî rengî bidomîne. Li gorî wan ger wiha bikin, wê Tirkiye wan li ser piyan bigire. Ger wiha bike wê Tirkiye destûrê bide ku li çend bajaran serweriyê di destê xwe de bigire. Yan jî wê hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin wan. Bi rastî PDK hêzeke wisa ye ku gelekî paş de maye. Êdî li hemberî dîrokê jî paş de maye. Dibêje ku ez li hember Abdullah Ocalan û hêzeke siyasî û îdeolojîk a weke PKK’ê nasekinim. Dibêje îdeolojî û siyaseta min rê nade vê yekê. Ji ber vê yekê dijmintiya PKK’ê û Kurdan dike. Sedema dijmintiya wan ya li dijî PKK’ê û Rêber Apo ev e.

Va ye PDK’ê got ku ez ê dewletê ava bikim. Bi vî rengî bandorêli civakê dikin. Bi vî rengî gelê Kurd dixapînin. Dibêje ku ger ez wisa bikim, wê demê belkî gelê Kurd di bin kontrol û bandora PKK’ê de derkevin. Di rastiyê de ew referandûma serxwebûnê jî ji bo vê yekê kir. Çi çêbû? Ji sedî 40’ê Başûrê Kurdistanê winda kir. Divê hesaba vê yekê bide. A rastî hê rojên ewil Rêbertî bang li YNK û PDK’ê kir û ji wan re got ku di demokratîkbûna Iraqê de rola xwe bilîzin. PDK li şûna ku wê yekê bike xwe spart Tirkiyeyê û ji Iraqê re şantaj kir. Qaşo wê li Iraqê nizanim çi û çi bike. Ger di demokratîkbûna Iraqê de kar bikira wê demê ew ji sedî 40 jî ji dest nedida. Wê ew der di bin bandora Kurdan de bûna. Her wiha pêdiviya hemû Iraqê bi demokratîkbûnê heye û wê welatekî bi vî rengî biketa di bin bandora gelê Kurd de. Lê belê PDK’ ê ji sedî 40’î hin derfet û serweriya leşkerî û siyasî ku jê re dibêjin destkeftî winda kirin.

PDK JI BÊBERTEKBÛNÊ CESARETÊ DISTÎNE

Li hemberî van êrîşên dagirkerî û hevkariyê her ku diçe bertek zêde dibin. Mezinbûn û bibandortirbûna van bertekan ji aliyê pêşeroj û azadiya Kurdistanê ve giringiya wê çi ye?

Ez di destpêkê de vê yekê bibêjim. Wiha nabe. Ya ku PDK dike, xiyanet e. Ev yek normalîze dibe û ev yek jî tiştekî pir xirab e. Normalîzebûna vê yekê ji bo civak û dîroka gelê Kurd xetertirîn rewş e. Wê weke kurmikeke darê welatparêziyê xilas bike, lawaz bike û zirarên mezin bide têkoşînê. Wê zirareke mezin bide hestên neteweyî. Gelê Kurd bi têkoşîneke mezin ev qas fedekariyê dikin. Lê belê kiryarên PDK’ê zirarê dide van yekan. Ev yek gelekî bi talûke ye. Zirarê dide hestên gelê Kurd. Refleksa neteweyî xirab û lawaz dike. Divê hemû gelê Kurd bifikire ku wê ev yek di pêşeroje de encamên çawa bi xwe re bîne.

Ji ber vê yekê divê her kes li hemberî helwesteke eşkere nîşan bide. Bi taybet jî divê rewşenbîr û hunermend li hemberî vê yekê nerazîbûnên xwe û helwesta xwe nîşan bidin. PDK ji ber lawazbûna helwestê ev qasî hevkariyê dike û berê xwe dide xiyanetê. Yên ku li hemberî PDK’ê helwesta xwe nîşan nadin jî hinekî berpirsiyarên vê yekê ne. Ma wiha dibe? Wê ew qasî hevkarî û xiyanet were kirin û wê li hemberî wan helwestek neyê nîşandan. Wê demê jî wê PDK jî bike yanî. Dibêje dibe ku hin kes min bi vî rengî bibînin lê belê yên ku min bi vî rengî nabînin jî hene. Ji xiyaneta xwe re sedeman peyda dike. Ji ber vê yekê divê helwestên eşkeretir werin nîşandan. Bes bi vî awayî dikare li pêşiya vê yekê were girtin. Hêza gelê Kurd heye ku li pêşiya vê hevkarî û xiyanetê bisekine. Di rastiyê de aligirên PDK’ê bi xwe jî ji vê yekê nerazî ne. Lê belê ji ber ku ji hêla rewşenbîr û hunermandan ve helwesteke eşkere nayê nîşandan ew jî bertekeke tund nîşan nadin. Çimkî dema ku bertekên xwe nîşan didin, diçewisînin. Bi wan re sînordar dimîne. Divê li Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Bakurê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê bertek werin nîşandan. Êrê Rojava bertekên xwe nîşan dide. Rojava li hemberî PDK’ê û xiyaneta PDK’ê helwesta xwe bi awayekî eşkere nîşan dide. Di vê mijarê de jî herêma ku bi awayê herî eşkere nerazîbûnên xwe nîşan dide, bi rastî jî Rojava ye. Çimkî PDK li hemberî Rojava jî dijminatiyê dike. Di dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê de jî berpirsiyariya PDK’ê heye. Ji ber vê yekê divê li Bakur, Ewropa, Başûr û Rojava ji bo sekinandina rewşê gel li her derê li hemberî PDK’ê sekneke diyar nîşan bide. Her wiha divê rewşenbîr, hunermend, kom û rêxistinên Kurdan jî vê yekê bikin. Bi rastî jî dema ku mirov li nêzîkbûna komên din ên Kurdan dinêre, dibîne ku çi qasî lawaz in. Ev yek bi rastî jî ji bo her kesî rewşeke xirab e. divê ew partî jî ji wê rewşê xwe xilas bikin.

‘ŞERÊ LI DIJÎ GELÊ KURD ŞERÊ LI DIJÎ HER KESÎ YE’

Êrîşên tasfîyeyê yên topyekûn yên ku îro li hemberî gelê Kurd hatine zêdekirin bi taybetî jî 24’ Tîrmeha 2015’an de dest pê kirin û dikeve sala xwe 10’an. Ev şerê 10 salan ê bênavber û têkoşîna we çi nîşanî gelê Kurd û dostên wan da?

Ev şerê 10 salan, di rastiyê de li gel tecrîda giran a li ser Rêbertî ya di 5’ê Nîsanê de destpêkirî, dest pê kir. Hewce ye em ji wir dest pê bikin; ji 5’ê Nîsanê. Û di 5’ê Nîsanê de AKP ji bo ku desthilatdariya bidomîne, li gel DAÎŞ’ê hevkarî kir. Ji bo ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd têk bibe, bi DAÎŞ’ê re hevkarî kir. Ji ber vê yekê beriya hilbijartinê 7’ Hezîranê li Amedê bombe teqiyan, li Pirsûsê 33 ciwan hatin qetilkirin û li Enqereyê 110 însan hatin qetilkirin û bi sedan jî hatin birîndarkirin… Û qirkirinên DAÎŞ’ê yên li deverêdin ku li Dîlokê avêtin ser dawetekê û Kurd di daweta wan de qetil kirin. Desthilatdariya AKP’ê bi vî rengî xwest têkoşîna gelê Kurd lawaz bike. Xwest birirsîne û lawaz bike. ne tenê li hemberî gelê Kurd di heman demê de li hemberî hêzên demokaratîk jî şer da destpêkirin.

Yek ji tişta ku divê ji wab deh salan were fêmkirin jî ew e ku şerê li hemberî gelê Kurd di heman demê de tê wateya şerê li dijî hêzên demokrasiyê jî. Di kêliya ku li dijî gelê Kurd şer were destpêkirin de şerê li dijî hêzên demokrasiyê jî dest pê dike. Jixwe me ev yek dît. Şerî jî bi vî rengî dest pê kir. Jixwe Davûtoglûyî gotibû ku me beriya salekê amadekariyên vê yekê kirine. Beriya wê Plana Têkbirnê heye. Biryarên Desteya Ewlekariya Netewî hene. A rastî Rêber Apo hewl da ku pêşiyê lê bigire. Peymana Dolmabahçeyê wisa derkete holê. Aha xwest bi wê yekê pêşiyê lê bigire lê belê dewlet ji bo ku li ser piyan bimîne bi Erdoganî re li hev kir. Bi MHP û DAÎŞ’ê re tifaq pêk anî. Hin leşkerên ku di Doza Ergenekonê de dihatin darizandin, hatin berdan û li gel vê yekê tifaqa xwe pêk anîn. Bi vî awayî li hemberî têkoşîna me şerek da destpêkirin. Şerê li dijî hêzên demokrasiyê destpê kir.

Divê ev yek were fêmkirin. Şerê li dijî Kurdan hêza rastîn ya her kesî derxist holê. AKP çi ye, MHP çi ye û dewleta Tirk çi ye? Nêzîkbûna dewleta Tirk a li hemberî Kurdan çawa ye? Ev yek nîşan dan. Ji ber vê yekê bû sedem ku hişmendbûneke girîng ya gelê Kurd pêk were. Dîsa li Tirkiyeyê feraseteke demokrasiyê ya eletewş hebû. Hêzên demokrasiyê fêm kirin ku êrîşa li dijî gelê Kurd tê wateya êrîşa li dijî hêzên demokrasiyê. Heya ku Pirsa Kurd neyê çareserkirin, demokrasî pêk nayê. Çimkî ji bo ku Kurd jê sûd wernegirin, êrîşê hêzên demokrasiyê dikin. Dijminatiyeke li dijî demokrasiyê tê bkirin. Sedema dijmintiya li dijî demokrasiyê ew e ku dixwazin Kurd jê sûdê wernegirin. Çimkî demokrasî hebe Kurd wê jê sûdê werbigirin. Vê yekê hişmendiyeke girîng ava kir.

Her wiha em dibêjin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ew demeke dirêj e dest pê kiriye. Ne ku em wisa dibêjin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wê dest pê bike; det pê kiriye û berdewam dike. Lê belê ger Şerê Cîhanê yê Sêyemîn weke Şerên Cîhanê yên Yekemîn û Duyemîn werin nirxandin wê şaş be. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn xwe dispêre şert û mercên cîhanê yên weke aborî, siyasî û civakî û pêş dikeve. Rastiya cîhana nû yê awayê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn weke rewşa roja me ya îroyîn e. Dewleta Tirk di çarçoveya vê yekê de berjewendiyên xwe bi kar bîne. Qaşo wê ev yek pêk bianîya, Gelê Kur lawaz bikira û zext li dewleta Rojava bikira. Dibêje ku ez ê xwe bigihînim sînorên Misak-i Millîyê. Erê rast e dixweze xwe bigihîne sînorên Misak-i Millîyê. Dewleta Tirk li Lozanê dest bi înkarkirina gelê Kurd kir, bi zextên Îngilîzan, ji Misak-i Millîyê yanî li hemberî dana Mûsil û Kerkûkê ya ji bo Iraqê re qirkirina gelê Kurd bi wan da qebûlkirin. Niha dibêje ku ev 100 sal bûn me nedikarî em bikin lê belê îro êdî şert û merc guncav in. Niha dixwaze xwe bigihîne Mûsil û Kerkûkê. Yanî vê yekê bi awayekî eşekere tîne ziman. Devlet Bahçelî, ev yek bi awayekî eşkere anî ziman. AKP û Erdoganî gotin ku ‘xeletiya ku me li Iraqê kir, em li Rojava nakin.’  Ev tê çi wateyê? Me xeletiyek kir û em ê wê xeletitê sererast bikin. Yanî xeletiya li Iraqê. Ev yek derketin holê û van polîtîkayan rûyê xwe nîşan da. Ji ber vê yekê li seranserê cîhanê hate fêmkirin ku rastiya kî çi ye. Di rastiyê de şerêKurdan şerekî wisa ye ku nîşan da ku li Tirkiyeyê kî çi ye. Nîşan da ku li Rojhilata Navîn kî çi ye. Ev yek ji bo cîhanê derbasdar e. Taybetmendiyeke têkoşîna gelê Kurd ya bi wî rengî jî heye. Me di van deh salan de ev yek jî dîtin.

Girêdayî van yekan evpêvajoya deh salan ji bo me bû pêvajoyeke têkoşîneke mezin. Zext û zilm çêbûn. Li Tirkiyeym faşîzm hate sazîkirin lê belê li hemberî vê yekê jî gelê me jî têkoşiya. Di rastiyê de rastiya dewleta Tırk baştir hate dîtin. Di serdema salên 2013-2014’an de di nava civakê de ferseteke ku wê ev yek bi rêyê hêsan were çareserkirin, hebû. Hin şaşiyên bi vî rengî rû dabûn di nava civakê de. Êrîşên ji wê rojê û heya niha di rastiyê de rastî û hişmendiya dewleta Tirk nîşan dan. Têkildarî vê yekê tevî hemû êrîşên di van deh salan de têkneçûna me encama wê yekê ye ku em ê serkeftinên mezin bi dest bixin. Yên ku li hemberî êrîşên bi vî rengî têdikoşin, serkeftinên mezin bi dest dixin. Yên ku li hemberî êrîşên mezin de encaman nastînin jî têk diçin. A niha di rastiyê de dewleta Tirk ji van êrîşan nekariye encamekê bi dest bixe. Me jî li hemberî hemû êrîşan li br xwe daye. Ev yek wê di pêşerojê de ji bo me bibe sedema destkeftiyên mezin. Wê ji bo dewleta Tirk jî bibe pêvajoyekê têkçûna planên wan.

'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA RÊBERTÎ YE'

Em salvegera Şoreşa Rojava ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de pêk hat dijîn. Vê şoreşê sala xwe ya 12'emîn bi berdêl dayînên mezin temam kir. Şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê roleke çawa dilîze?

Ez bi deh hezaran şehîdên ku ji 19'ê Tîrmehê ve Şoreşa Rojava li ser piyan hiştine bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Her wiha bi deh hezaran gaziyên me silav dikim. Bi rastî jî Şoreşa Rojava şoreşeke mezin bû. Şoreşeke gelekî girîng e. Di dema pêş de wê girîngiya vê hîn bêhtir were fêhmkirin. Gotinek heye. Hevrê Fûat her tim tîne ziman; Ew masiyên ku di deryayê da avjeniyê dikin û deryayê nizanin. Niha mezinahiya Şoreşa Rojava, heta yên Şoreşa Rojava pêk anîne û yên tê de dijîn jî bi têrkerî fêm nekirine. Ev yek wê hê bêhtir bê fêhmkirin. Bê guman Şoreşa Rojava şoreşa Rêbertiyê ye. Lazim e ev yek ji aliyê her kesî ve bê dîtin. 20 salan Rêbertî li vir têkoşiya. Gelê Rojava perwerde kir û Kurd perwerde kir. Zîhniyeteke nû, jiyaneke nû, felsefeyeke nû ya têkoşînê ava kir. Ji bo vê jî di encama vê felsefeya nû ya jiyan û têkoşînê de û kesayeta nû ya Kurd bi hezaran ciwan, jin û mêrên Kurd berê xwe dan nava refên gerîla. Ji xwe ev rastî jî bandor li civakê kir. Ji ber vê yekê dixwazim vê bêjim; eger hewldanên Rêbertî nebûya, wê Şoreşa Rojava pêk nehatiba. Şoreşa Rojava li ser rastiya gelan a ji aliyê Rêbertî ve hat afirandin, bi teşe bû. Lazim e ev rastî were dîtin. Ji ber aloziya Sûriyeyê di cih de pêk nedihat. Divê her kes zemîna ku Rêbertî afirandiye bizanibe.

Şoreşa Rojava bê guman qadeke welê ye ku Rêbertî hem ji bo me hem jî ji bo mirovahiyê kariye ramanên xwe lê bipartîk bike. Erê, te teorîyek danî pêş, te bîrdoziyek danî pêş. Hûn propagandeya wê dikin. Ev girîng e, helbet bandor jî dike. Lê hûnê li ku bibînin ka çiqas rast e, baş e, realîst e, bi rastî çawa bi kêrî mirovatî û civakê tê, yan jî ji bo gelê Kurd çawa sûdewar e? Hûnê di pratîkê de bibînin. Ji vî alî ve Şoreşa Rojava di warê pratîkbûyîna fikir, hest, felsefe û paradîgmaya Rêber Apo de qadeke pratîkê ya gelekî girîng e. Em dikarin vê bibêjin. Ma fikir û paradîgmayên Rêbertî bi temamî bi cih tên anîn? Hîn kêmasî hene, tam nayê pêkanîn. Her çend kêm hatibe pêkanîn jî kariye civakê biguhere û bandorê li cîhanê bike. Di vir de şoreşa jinê, têgihiştina neteweya demokratîk, zîhniyeta ne otorîter... Ev gelekî girîng in. Bê guman li Rojava hîna zîhniyeteke desthilatdar heye, lê paradîgmaya Rêbertî pêşî lê digire. Şoreşek ku desthilatdariyê nake hedef derdikeve holê, rêbazeke jiyanê ye û şêweyekî rêveberiyê derdixe holê. Eger bixwaze jî, rêveberek li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nikare serdestiyê li ser gel bike. Nikare mîna dewletê bijî. Ji ber ku gelê bi vê paradîgmayê perwerde dibin hene. Şoreşa Rojava ya ku bi paradîgmayê teşe dibe heye. Ji vî alî ve Şoreşa Rojava bi rastî jî girîng e. Bi taybetî pêkhatina şoreşeke bi vî rengî, li Rojhilata Navîn. Ronîbûneke mezin îfade dike. Rojhilata Navîn reforma Ronesansê pêk tîne. Li Rojhilata Navîn gelek tabûyan dişkîne, feraseta teng a neteweperestiyê dişikîne û feraseta fanatîk a olperestiyê dişikîne. Rastiya ku hemû ol bi hev re bijîn, hemû gel bi hev re bijîn derdikeve holê. Ev gelekî girîng e. Feraseta misogerkirina jiyana bi hev re ya gelan, ol, bawerî û çandên cuda li Rojhilata Navîn, esas girtin gelek girîng e. Dîsa azadiya jinê pir girîng e. Dewlet û desthilatdarî li ser hebûna jinê xwe pêş xistine. Di vî alî de li erdnîgariya ku yekem dewlet derketiye holê û pirsgirêka yekem derketiye holê, bê guman serdestiya li ser jinê dibe du qat. Pêşî li vir bi teşe bûye. Ji ber vê şoreşa jinê vê pergalê serberjêr dike. Li wir jî pêşketineke mezin a şoreşgerî ava dike. Ji vî alî ve Şoreşa Rojava bi rastî jî girîng e.

Civak guheriye, bandorê dike. Zîhniyeteke nû derdixîne holê. Em vê yekê li Rojava dibînin. Her çend kêmasî û nebesî hebe jî ti kes nikare zilmê, zextê û desthilatdariya xwe li ser gel ferz bike. Belê, hin têgihiştinên desthilatdar hene, nêzîkatiyên bi vî rengî hene, lê belê li dijî wê civakeke hişmend, civakeke demokratîk, civakeke li ser pêvanên azadiya jinê heye û jin li wir xwedî bandoreke girîng e. Ev gelekî girîng e. Ev her tiştî diguherîne. Azadiya jinê xwedî hêzeke bi vî rengî ye. Ne mîna qadeke din a azadiyê ye. Ne mîna qadên din ên demokratîkbûyînê ye. Azadiya jinê û demokratîkbûna jinê bandorê li hemû qadên jiyanê dike û diguherîne. Di vî alî de hêzeke girîng a veguherîner e. Em ji xwe vê dibînin. Cîhan ji vê bandor dibe. Ez dikarim vê bibêjim. Bê guman paradigmaya Rêbertî guherand. Lê Belê Şoreşa Rojava jî bandoreke mezin li ser vê kir. Tevgera azadiya jinê di nava 10-20 salên dawî de li cîhanê gihiştiye qonaxeke nû. Eger paradîgmaya Rêbertî nebûya û bi awayekî şênber li Rojava bipratîk nebaya, wê tevgera azadiya jinê wisa bi lez pêşneketa. Li cîhanê xeteke wiha a têkoşîna jinê derdixîne pêş. Her diçe hewl dide civakan zêdetir û li her derê bi bandor bike. Helbet bandora Şoreşa Rojava jî li ser vê heye. Di vî alî de bê guman pêwîst e xwedî li şoreşa Rojava bi xurtî were derketin. Pêwîste bi paradîgmaya Rêbertî  bê teşe kirin. Bê guman dijminên wan jî hene. Dewleta Tirk dijmin e. Divê amadekariyeke mezin a berxwedanê hebe. Divê amadekariyên şer hebin.

Rêbertî ji roja destpêkê ve got, "Wê amadekariya şer bikin." Ya rast, dema hat gotin ku avahiyên bilind tên çêkirin, Rêbertî got, ''ew çi ne?” Got, “Xwe ji bo şer amade bikin. Her tiştê xwe li gorî şer ava bikin.” Divê ev were kirin. Pêwîste civak ji bo têkoşîneke wiha bê amadekirin. Şoreşa Rojava ancax bi têkoşîneke ku xwe dispêre civakê, dikare mayînde bibe. Tenê wê YPG-YPJ’ê û QSD’ê şer neke. Divê xeteke têkoşîn û berxwedanê ya ku vê derbas dike, avakirin.

12 sal, demeke gelekî dirêj e. Bifikirin, Komara Mahabatê 6 meh berdewam kir. Niha 24 car 6 meh derbas bûn. Bê guman vê yekê guhertineke mezin, pêşketineke mezin di nava civakê de avakiriye. Civak jî tama azadiyê girt. Bi nasnameya xwe ya taybet jî tama jiyana çandî wergirt. Di vî alî de li dijî her cure êrîşan bi berxwedanek mezin wê şoreşa Rojava biparêze.

'DAXWAZA ERDOGAN A JI BO HEVDÎTINÊN BI ESAD RE ÎTIRAFKIRINA TÊKÇÛNÊ YE’

We diyar kir ku Şoreşa Rojava xwedî dijminên cidî ne. We her tim destnîşan kir ku dijminê herî xetere dewleta Tirk e. Li aliyekê êrîşên dagirkeriyê yên faşîzma AKP-MHP'ê yên li ser Rojava hê jî dewam dikin, li aliyê din hevdîtina Erdogan-Esad careke din di rojevê de ye. Ligel gefên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaza şefê faşîst Erdogan a hevdîtinên bi Esad re mirov dikare çi encam derxe?

A rastî rewşeke ku mirov pêbikene û îbret e. Erdogan dema ku li Sûriyeyê alozî derket, yekser mudaxele kir. Armanc kir ku li Sûriyeyê dewletê, ango rejîmê, hikûmeta Esad hilweşîne û li şûna wê hikûmeteke Îxwanî- Misilman ava bike, ku pê re di nav têkiliyê de be. Ji bo vê jî hema hema bi her cure tiştan mudahele li Sûriyê kir. Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi vî rengî kûr kir. Yek ji sedema ku dixwest dewleta Sûriyê ew qasî zû hilweşe ew bû ku Kurd sûd wernegirin û dewletek di bin kontrola wan de ava bibe û Kurdan biperçiqînine. Bi vî rengî wê her du armancan bi ser bixista. Kûrbûna şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, sedema wê dagirkirina Îdlib, Efrîn, Serêkaniyê, Bab, Cerablûs e. Her der ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin. Dewleta Tirk xwest her tişt tine bike û hilweşîne. Desthilatdariyek ku di kontrola wî de be dixwest ava bike. Ji ber vê yekê bi her awayî dijminatî kir. Û îro rabûye mîna ku qet ev tişt nekiribe, mîna ku qet Sûriyeyê xera nekiribe, mîna ku dijminahiya herî mezin nekiribe, mîna ku her roj dijûnan li Esad nekiribe… Niha dibêje, ez dikarim bi Esad re hevdîtinê bikim. Çima? Ji ber ku siyaseta wî têk çû. Encam negirt. Ji ber ku encam negirt vê yekê dibêje. Ev yek  di rastiyê de îtirafkirina têkçûna polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê ye. Ev teqez e. Wisa îtiraf dike. Bi vî awayî qebûl dike. Dibêje, 'em dikarin careke din bibin bira'. Wêneyên hevsera xwe û hevsera Esad Esma yên bi hev re parvekirin. Piştre behsa Schen a Ewropayê kirin. Gotin ‘Eger yekeyên biyolojîk ên Schen ên Ewropayê hebin, yekeyên biyolojîk ên me bi Şamê re heye.” Yanî hindik mabû Sûriye û Tirkiye hema mîna Yekîtiya Ewropayê wê bibin yek. Piştre çi bûbû? Bi vî rengî çêbû. Esad rastiya Erdogan dizane. Rastiya dewleta Tirk dizane. Ya rast, di siyaseta dewleta Tirk de exlaq, wijdan û tiştek nîne. Dema mijar berjewendiya xwe be, her tişt rewa dike. Ne exlaq, ne wijdan, ne bawerî û ne jî ol her tişt rewa dike. Ji xwe ne ol û ne jî baweriya Erdogan heye. Ew mirovek bê ol e. Nirxeke wî ya exlaqî jî nîne. Ji bilî desthilatdariyê tiştekî wî nîne. Zilamekî wisa ye. Esad vê dizane.

Niha Erdogan çima vê yekê dike? Dixwaze bi Esad re muzakereyê bike, Kurdan biperçiqîne, bi Esad re kurdan tasfiye bike. Plana wî ev e, armanca wî ya sereke ev e. Lê mijarek din heye. Bavê Esad xwedî polîtîkayeke Kurdan bû. Piştî ku li Sûriyê krîz derket Kurdan şerê Sûriyeyê nekir. Ti carî bi Sûriyeyê re şer nemeşandine. Xwedî li cihê ku lê ne derketin. Ji ber ku eger ew bi xwe herêmên xwe kontrol nekiribana wê El Nûsra li her derê serdest bibûya. DAÎŞ'ê wê her dever kiriba bin kontrola xwe. Gelo li cihekî ku El-Nusra û DAÎŞ lê serdest bû, ma dewleta Sûriyeyê pê re şer kir? Ma Beşar Esed wan ji holê rakir? Ji ber vê yekê jî weke hevrê Besê gotî, Kurdan mayîna rejîmê misoger kir. Belê Kurdan misoger kir. Eger Kurd li Kurdistan, Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hakîm nebûya, wê rejîma Sûriyeyê, rêveberiya Hafiz Esad, Baas nebûya. Gelo Beşar Esed vê rastiyê nizane? Dizane. Heta niha li dijî Kurdan ti şer nemeşandine. Dema Kurd kontrola herêmê bi dest xistin jî leşker şandin û gotin 'hûn dikarin biçin malên xwe.' Hemû karmend û leşker çûn malên xwe.

Rastî ev e. Bavê Esad xwedî polîtîkayeke Kurd e. Ma Beşar Esed bi dijminatiya ku li Kurdan bike, wê çi bi dest bixe? Wê winda bike. Dema dewleta Sûriyeyê dijminatiyê li Kurdan bike, tê wateya wê winda bike. Eger dijminatiyê li Kurdan bike, wê çaxê Erdogan digihêje armanca xwe. Armanca ku bi şer nekarî xwe bigihîne, wê bi vî rengî bigihêje. Wê li holê Sûriye, hikûmeta Beşar û Baas nemîne. Ev yek zelal e û wisa ye.

Rejîma Sûriyeyê di vî alî de divê baş bifikire. Divê pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re bi xwegihandin, nîqaş û muzakereyê çareser bikin. Ji xwe wisa hevdîtinan dikin. Bi qasî ku em dizanin Kurd gelek caran bi rejîma Sûriyê re hevdîtinan pêk tîne. Ev 12 sal in wiha didome. Ti carî kêmasiya vê têkiliyê û vê hevdîtinê nebû. Rêveberên Sûriyeyê bi Beşar re hevdîtin kirine, bi alîkarên wî re jî hevdîtin kirine. Lê belê heta niha tu çareserî nehatiye dîtin. Lê belê hevdîtinên wan berdewam in. Derfeta wan her tim heye ku hevdîtin bikin. Li hemberî hev dijminahiyek cidî nîne. Dem bi dem rejîma Sûriye hinek daxuyaniyên nerast ku bi mebestên propogandayê dide hene. Dibêje sedema vê rewşa em dijîn Emerîkaye. Kurd Emereîka anîne vê derê. Bi armanca propagandayê vê yekê dikin û Kurdan sûcdar dikin. Lê ew jî dizanin ku ev ne rast in. Nêzîkatiya Kurdan jî dizanin. Şîreta me ji rejîma Sûriyeyê, Beşar Esad û rêveberiya wî re ew e ku, weke PKK’ê, weke nûnerên tevgera Rêber Apo ku bi salan e bi Hafiz Esad  re dostanî kiriye, em dixwazin hûn pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re bi lihevkirinê çareser bikin. Bê guman divê Rêveberên Kurd jî bi heman rengî nêzîk bibin. Divê rêveberiya Kurdan jî pirsgirêkên xwe yên bi Sûriyeyê re çareser bike. Dema ez vê yekê dibêjim, em bdehsa yekalî nakin. Hem divê rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriyê gavan bavêje û hem jî rêveberiya Kurd. Divê aliyê Kurd ê li wê derê, rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ereb û Asûrî bi nêzîkatiya çareseriyê biçin cem rejîmê. Lê belê wê mîna berê nebe. Kurd mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Dixwazin nasnameyên wan bê naskirin. Dixwazin ziman, çanda wan bê naskirin û bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin dayîn.

Dixwazin demokrasiya xwecihî yanî li cihên lê ne bi rê ve bibin. Di vî warî de dikarin bi nîqaşên hevbeş bigihîjin encaman. Di vî alî de çareseriya ji bo Sûriyeyê ne lihevkirineke bi Tirkiyeyê re ye. Helbet dikarin bi Tirkiyeyê re hevdîtinan bikin. Dibêje divê Tirkiye ji Sûriyeyê vekişe. Divê derkeve. Tirkiye jî dibêje bila were hevdîtinê weke şert nîşan dide. Şerta çi ye? Te dagir kiriye. Tunê derkevî! Beriya her tiştî destpêkirina muzakereyan tê wê wateyê ku divê Tirkiye vekişe. Eger venakişe, çima daxwaza hevdîtinê dike? Di vî alî de helwesteke rast e ku Beşar Esad ji dewleta Tirk re bêje derkeve. Ev ne şertê pêşîn e. Ya herî maqûl, herî xwezayî, herî rast li gorî hiqûqa navneteweyî ye. Vê dibêje. Dewleta Tirk dema ku li deverekê tiştek dibe qiyemetê radike. Bi xwe jî diçe dagir dike. Dibêjin derkevin, dibêje na. Serde jî pêşşertek datîne. Helbet divê derkeve ji wir. Eger dernekeve wê çawa hevdîtin pêk were. Dewleta Tirk hewl dide li ser wê dagirkeriyê jî bazariyê bike. Dîsa şantaj. Yanî dewleta şantajê ye. Bi rast jî, dewleta Tirk dewleteke şantajê ye. Ew li dijî Ewropa, Emerîka, Rûsyayê şantajê dike. Li dijî Iraqê, her kes û Ereban şantajê dike. Lê wê polîtîkaya şantajê rojekê li bin guhê dîwarekî bikeve û wê winda bike. Di vî alî de ez bawer nakim ku hevdîtina Esed-Erdogan tavilê bi encam bibe yan jî Esed li ser esasê dijminahiya li dijî Kurdan bi Tirkiyeyê re lihevkirinekê pêk bîne. An jî ya rast, em naxwazin berevajî wê bifikirin. Em di wê baweriyê de ne ku Beşar Esad wê bi eqlê selîm tevbigere û pirsgirêkên xwe yên bi Kurdan re li ser bingeha demokratîk çareser bike.