BI DÎMEN

Hunermend Elî Merdan li Kerkûkê hat bibîranîn

Li Kerkûkê bi boneya 43’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Elî Merdan semînereke bibîranînê hat lidarxistin.

Li Koşka Çand û Hunerê ya Kerkûkê bi beşdariya gelek hunermend, hunerhez û rewşenbîr ên bajêr ên ji hemû pêkhateyan, bi boneya 43’emîn salvegera koça dawî ya hunermendê Kurd Elî Merdan, semînereke bibîranînê hat lidarxistin.

Berpirsê Navenda Elî Merdan ji bo Meqaman Nûredîn Caf, mamoste û hunermendê meqambêjiyê Umere Dirêj beşdarî semînerê bûn. Nûredîn Caf di semînerê de behsa jiyana hunermend Elî Merdan kir. Her wiha hunermend Umere Dirêj behsa hunera Elî Merdan kir û di semînerê de gelek meqamên wî hunermendê mezin stran.

‘DIVÊ EM HUNERA ELÎ MERDAN BIPARÊZIN’

Nûredîn Caf û Umere Dirêj ji ANF’yê re axivîn. Nûredîn Caf behsa jiyana hunermendê Kurd Elî Merdan kir û got: “Îro bi boneya 43’emîn salvegera koça hunermendê Kurd û padişahê meqaman Elî Merdan, me girîng dît ku em vê semînerê li dar bixin û hunermendê gelê Kurd bi bîr bînin. Em bi hunermend Elî Merdan serbilind in. Ji bo parastina hunera hunermendê mezin ê Kurd me navendek bi navê ‘Navenda Elî Merdan ji bo Meqaman’ damezirandiye.”

‘ZÊDETIR HÎNÎ MEQAMÊN KURDÎ BÛYE’

Nûredîn Caf axaftina xwe wiha domand: “Di civînê de me jiyana Elî Merdan kir sê beş. Beşa yekem dema ku li Kerkûkê bû û sûd ji komek mele û tekyeyan wergirtiye û zêdetir hînî meqamên Kurdî yên resen bûye û dikare meqama Hicranê bîne holê û niha Elî Merdan wek xwediyê meqama Hicranê tê dîtin. Paşê çûye Leylanê û sûd ji mamoste Xidir Baran Çawiş û Kamil Tepelû wergirtiye. Piştre çûye Bexdayê û li wir bêtir sûd ji Murteza Esfehanî wergirtiye ku ji bo wî wek mamosteyekî bûye û ji bo du salan zêdetir sûd ji meqamên rast û meqamên Îranî û Rojhilatî wergirtiye.”

‘ELÎ MERDAN DIBISTANEKE MEZIN E’

Umere Dirêj, li ser bandora padişahê meqaman a li ser hunera meqambêjiyê axivî û got: “Girîngiya mamoste Elî Merdan di wê yekê de bû ku vî hunermendî dikarî di hunera meqambêjiyê de xizmeta hemû pêkhateyên Kerkûkê bike. Her wiha gelek beste hene ku li navçeya Leylana Kerkûkê bi Tirkmenî xwendine, ev jî cihê serbilindiyê ye ku hunermendekî Kurd cudahî di navbera pêkhateyên din de nekiriye. Elî Merdan çandeke gelek nazdar û xweşik ji me re hiştiye û ez dikarim bibêjim ku dibistaneke mezin bû. Ji ber ku vî hunermendî nehişt ku meqamên me ji nav biçin, xizmeta hemû miletan kiriye. Bi taybetî xizmeta miletê xwe yê Kurd kir. Ji sînorê Germiyanê heta Kiwêstanê ev hunermendê mezin dibistaneke mezin bû û bê cudahî xizmeta me hemûyan kiriye.”

‘XIZMETEKE MEZIN JI KURDAN RE KIR’

Di berdewamiya axaftina xwe de Umere Dirêj, behsa girîngiya nasandina hunermendên mezin ên Kurd bi ciwanan û nifşên niha kir û wiha domand: “Lidarxistina van cure semîneran gelek girîng e, da ku em hunermendê mezin ê Kurd û padişahê meqaman Elî Merdan bi ciwanên nifşê niha bidin nasandin ku hunermendekî ew qas mezin hebû û xizmeta gelê Kurd kiriye. Mixabin piraniya ciwanên niha nizanin Elî Merdan kî ye û nizanin hunermendekî mezin e û xizmeta vî gelî kiriye. Ji ber vê yekê girîng e ku semîner, bibîranîn û mîhrîcan bi navê hunermendên mezin ên gelê Kurd bên lidarxistin.”

ELÎ MERDAN KÎ YE?

Hunermendê Kurd Elî Merdan di sala 1904’an de li taxa Tekyeya Şêx Elî ya li ber Kerkûkê ye ji dayik bûye. Xwendina xwe li Tekyeya Talebanî  li gel mamoste Salih dest pê kiriye û li wir hînî tecwîda Quranê û meqamên Kurdî bûye.

Elî Merdan piştî 8 salan li Tekyeyê, bajarê Kerkûkê terk kiriye. Elî Merdan wek pispor û şarezayekî meqamên Kurdî, Erebî û Tirkmenî li herêmê cihê xwe digire û bi nav û deng dibe.

Mamoste Elî Merdan di sala 1981’an de xatirê xwe xwest û li Goristana Şêx Mihyedîn a Kerkûkê hat veşartin.