Dîroka şandina berheman ji bo Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî hat dirêjkirin

Dema şandina berheman a ji bo Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî heta 20’ê Tebaxê hat dirêjkirin. Çalakî wê 12’ê Cotmehê li paytexta Elmanya Berlînê bê lidarxistin.

HUSEYÎN ÇELEBÎ

Pêşbirka Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî wê 12’ê Cotmehê li Berlînê bê lidarxistin.

Di daxuyaniya ku li ser navê Komîteya Amadekar ve hat nivîsandin de wiha hate gotin: “Destpêkê ji bo berhemên ku we şandine em spas dikin. Bi saya berhemên we, em çanda Kurdewarî didomînin û li hemberî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletên dagirker têdikoşin.”

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Ji ber ku em îsal zimanê Farisî û Erebî ser zêde dikin, dîroka şandina berheman taloqî 20’ê Tebaxê dikin û daxwaz dikin ku kesên dixwazin helbest û çîrokên xwe bişînin bikevin nava lîv û tevgerê. Ji kerema xwe re ji bîr nekin û tîpên nivîsê Times New Roman 12 pt û navbera rêzan 1.5 bikin û bişînin.

Hûn dikarin berhemên xwe bi rêya maîlê ser navnîşana [email protected] an jî bi rêya posta ji navnîşana jêr re bişînin.

Festîvala Wêjeya Kurd c/o Ferat Koçak
Schierker Straße 26
12051 Berlin."