Kemanger û hevalên wî li Viyanayê hatin bibîranîn
Pênc girtiyên siyasî yên ku di sala 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê hatin darvekirin, li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye, hatin bibîranîn.
Pênc girtiyên siyasî yên ku di sala 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê hatin darvekirin, li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye, hatin bibîranîn.
Şîrîn Elamhûlî, Ferzad Kemanger, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekîlî û Mehdî Eslamiyan di 9’ê Gulana 2010’an de li Tehranê hatibûn darvekirin. Şîrîn Elamhûlî, Ferzad Kemanger, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekîlî bi endamtiya PJAK’ê dihatin sûcdarkirin, Mehdî Eslamiyan jî bi endamtiya Meclîsa Keyîtiya Îranê dihat sûcdarkirin.
Şoreşgerên Kurd li Viyanayê hatin bibîranîn. Kurd û derdorên demokrat ên Îranê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de li dijî rejîma Îranê slogan hatin berzkirin.
Di çalakiyê de bal hate kişandin ser rewşa Ramîn Huseyîn Penahî ya ku demek berê biryara darvekirina wê hatibû dayîn lê ji ber zextên raya giştî darvekirina wê hatibû taloqkirin.