Kemalbay: Ti astengî nikarin me bisekinîne!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Kemalbay û Parlemeter, têkildarî opersyonên qirkirina siyasî ya li hember siyasetmedarên Kurd û şewitandina daristanên Kurdistanê, li Wanê civîneke ya çapemeniyê lidar xistin.

Li Parka Mûsa Enter a Aştiyê ku Nobeda Wijdan û Edaletê lê dom dike, têkildarî binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û gelek siyasetmedar û li Dersimê şewitandina daristanan, civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nadîr Yildirim, Rêveberên DBP ‘ê û HDP’ê û Parlementerên HDP’ê amade bûn.

Serokwekîlê DBP’ê Çetîn Ergîn ê di civîna çapemeniyê de axivî wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ya ku ev nêzî 2 sal in bajaran hildiweşînin, mirovan neçarî koçberiyê dikin û bi polîtîkayên ewlekariyê welat xisteye rewşa ku têde neyê jiyîn, tevî ku ev têrê jî nake operasyonên tinekirina erdnîgariya Kurdistanê û binçavkirina didomîne. Em hemû jî baş dizanin Hevserokê me yê Giştî Mehmet Arslan bi awayekî kêfî tê ragirtin. Hevserokên me yên Giştî hema her bajarê ku diçeyê tê binçavkirin. Ev polîtîkaya kirîmînalîzekirinê ya li dijî partiya me û xebatkarên me ti encaman nagire. Divê bi lezgîn Hevserokê me yê Giştî bê berdan.”

‘QETLÎAMA DERSIMÊ YA 2. TÊ PÊKANÎN’

Ergîn bal kişand ser şewata li Dersimê ku ji aliyê dewletê ve bi zanabûn tê kirin û wiha pêde çû: “Daristanên me yên ku dilê me ne dişewitînin. Em vê qebûl nakin. Divê bi lezgîn dawî li van operasyonan bên anîn. Rêya ku pêve diçin ne rê ye. Bi pêkanînên salên 90’î hûnê nekarin gel biçewisînin.”

KEMALBAY: BINÇAVKIRINA ARSLAN QIRKIRINA SIYASÎ YE

Piştî Ergîn Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay axîvî û wiha got: “Binçavkirinên tên kirin, parçeyek ji operasyona qirkirinê ya li dijî partiya me ye. Desthilata AKP-Qesrê ya bi operasyonên qirkirinê dixwazin têkoşînê asteng bikin. Binçavkirina Arslan, weke pêngavekî siyasî pênase dikin. HEvserokê Giştî yê partiyekê bi awayekî derhiqûqî tê binçavkirin. Divê bi lezgîn bê berdan. Ti zext û çewisandin me ji rêya me pêve diçin nikare vegerîne. Em mafê xwe yê demokratîk bikar tînin. Ti astengî nikare me bisekinîne. Divê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan bê berdan.