Kemalbay: Ne mumkun e ku li Efrînê bi ser bikevin
Kemalbay diyar kir ku AKP û MHP ji bo domandina desthilatdariya xwe serî li êrîşên dagirker didin û got “Ne mumkun e ku li Efrînê bi ser bikevin.”
Kemalbay diyar kir ku AKP û MHP ji bo domandina desthilatdariya xwe serî li êrîşên dagirker didin û got “Ne mumkun e ku li Efrînê bi ser bikevin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay di civîna heftane ya partiya xwe de têkildarî mijarên di rojevê de axivî. Kemalbay got: “HDP hêviya Tirkiyeyê ye û partiyek înşakirina siberoja Tirkiyeyê ye. HDP di têkoşînek zor a demorkasiyê de derbas dibe. Li gel binçavkirin, girtin, zext û tundiyê jî têkoşîna xwe roj bi roj mezin dike û didomîne.”
‘CIZÎR LI SER PÊYAN E Û TÊKOŞÎNA XWE DIDOMÎNE’
Kemalbay “qedexeya derketina derve” ya li Cizîrê a du sal berê ku 291 kesî jiyana xwe ji dest da bi bîr xist û wiha domand: “Du sal berê niha hovîtiya herî mezin li Cizîrê qewimî. Wek ‘Jêrzemînên hovîtiyê’ derbasî nav rûpelên dîrokê bû. Jin û zarok di nav de 291 kes jiyana xwe ji dest dan. Dewletê navçeyek xwe bombebaran kir. Ev yek na cara yekemîn e li Tirkiyeyê pêk tê. Beriya niha jî gelek komkujî pêk anîn. Di salên 90’an de jî komkujî pêk anîn û gundan xera kirin. Li gel van hemû komkujiyan, gelê Kurd ji her demê bêtir rabû ser piya û têkoşîna xwe mezin kir. Niha jî Cizîr li ser piyan e û têkoşîna xwe dewam dike.”
‘MIRINA CELAL ŞEKER CÎNAYET E’
Kemalbay ji malbata Celal Şeker ê nexweş ku li Girtîgeha Amedê jiyana xwe ji dest da sersaxiyê xwest û got “Mirina Celal Şeker cînayet û înfaz e.”
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ QIRKIRINA SIYASÎ
Kemalbay bertek nîşanî binçavkirinên li dijî operasyona Efrînê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Em di rojên aştî qedex kirine û rojên ji şer li çepikan tê dayîn de derbas dibin. Em di serdemek trajîkomîk de derbas dibin. Yên aştiyê dixwazin tên binçavkirin û girtin. Li gorî daneyên wezareta karê hundir heta niha 449 kes hatine binçavkirin û ji van 114 kes hatine girtin. Li tu devera cîhanê ev yek tune ye. Mirovahî tenê di serdema Hîtler de bi demek wiha re rû bi rû ma. Niha jî em di serdema Tayîp Erdogan de bi tabloyek wiha re rû bi rû mane. Aştîxwazî û parastina aştiyê rûmetbûyîn e. Em li vir giliyê vekirî yên fitnekar û şerxwazan dikin.”
Kemalbay binçavkirina rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) jî şermezar kir û got ku binçavkirina bijîşk û hemû beşên din ên civakê nayê qebûlkirin.
‘NE MUMKUN E KU BI SER BIKEVIN’
Kemalbay di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û wiha got: “Sedemê operasyona Efrînê ne ji bo ku ji Efrînê gule diavêjin Tirkiyeyê ye. Rejîma Erdogan û Bahçelî ji bo desthilatdariya xwe li dijî Efrînê şer dan destpêkirin. Ev şer ji bo berjewendiyên xwe û partiyên xwe li dar dixin. Tişta li Efrînê tê meşandin dagirkerî ye.”