Kemalbay: Heta aştî û dadmendî saz bibe têkoşîn

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay seriyeke da Nobeta Wijdan û Dadmendiyê û got, ‘’heta ku em aştî û dadmendiyê saz bikin têkoşîna me wê bidome.’’

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay çû Meydana Gundogdu ya ku Nobeta Wijdan û Dadmendiyê lê didome û got ew ê heta ku her kes bi ser bikeve têbikoşin.

‘EM Ê LI DIJÎ KIRINÊN FAŞÎST BÊDENG NEMÎNIN’

Kemalbay seriyek da Nobeta Wijdan û Dadmendiyê ya HDP’ê ya li Meydana Gundogdu a li  Îzmîrê, Kemalbay li Nobetê axivî. Kemalbay got AKP û MHP dest dane hev û xwe ji gel qut kirine, piştî 7’ê Hezîranê pêvajoyeke faşîst dane destpêkirin lê ew ê li dijî van kirinên faşîst bêdeng nemînin û domand: ‘’Heta ku em aştî û dadmendiyê saqz bikin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Di bin van tîrêjên dijwar ên rojê de hûn nobeta xwe geş dikin. Hûn xelekê li xelekê, hêviyê li hêviyê zêde dikin. Ez spasiyê li rêveberiya Îzmirê, xebatkar û wekîlên me dikim ku bi rojan e di nobetê de ne.’’

SLAV JI WEKÎLAN Û ŞAREDRAN RE ŞAND..

Kemalbay got heta ku jin, ciwan, sirûşt û hemû gel bi ser bikeve ew ê têbikoşin. Kemalbay got ew  ji Yuksekdag, Demîrtaş, Kişanak û Tuncel re û hemû hevrêyên xwe re slavê dişîne û ev nobet nobeta wan e.