Kemalbay: Ev meş, meşa sekinandina faşîzmê ye

HDP’ê Nobetên Wijdan û Edaletê yên li Amed, Stenbol, Wanê li dar xistibû bi ya Îzmîrê re bi dawî kir.

Di Nobetên Wijdan û Edaletê yên HDP’ê yên li Amed, Stenbol, Wan û Îzmîrê ligek astengkirin û qedexekirina polîsan gel xwe gihand çalakiyan.

Axaftina dawîn a Wijdan û Edaletê ya HDP’ê ya li Îzmîrê ji aliyê Hevseroka Giştî Serpîl Kemalbay hate kirin. Kemalbay di axaftina xwe ev tişt diyar kir:

“Heta ku em edaletê bînin, wê sekin ji me re tune be. Em ê nesekinin û em ê faşîzmê bidin sekinandin. Ev meş, meşa sekinandina faşîzmê ye.

Çend roj berê karkerên çandiniyê yên demsalî jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran karker jiyana xwe ji dest didin. Vê Nobeta Wijdan û Edaletê divê wekî qîrîna karkeran jî were pênasekirin. Nobeta me qîrîna darên li Dersimê ne, yên ku hatine şewitandin. Vê nobeta me qîrîna Heskîfê ye.

EM AŞTIYÊ JI AKP’Ê NAPÊN, EM Ê AŞTIYÊ QEZENC BIKIN

Îro ji ber şer li Şapatanê îşkence li gundiyan tê kirin.  Ji bo sekinandina şer û sekinandina desthilatdariya AKP’ê ji bo pêvajoya ku Rêzdar Ocalan dabû destpêkirin, dîsa were destpêkirin divê ne çek lê demokrasî biaxive. AKP’ê mafê siyasetê ji destê civakê stendiye, ji ber vê em nikarin aştiyê ji wan bixwazin. Em ê bi hev re aştiyê qezenc bikin.

NOBETA WIJDAN Û EDALETÊ ÊDÎ EM IN

Nobeta Wijdan û Edaletê pêdiviyeke wisa mezin bû, ligel ku xwestin di navbera me û gel bariyerên hesinî çêbikin jî, bi îradeya gelan ev tişt hate şikandin. Ez spasiyê li gelê me dikim ên ku hatin nobet û çalakiyên me.