Kemalbay: Em partiya gelan in

Kemalbay beriya kongreya HDP’ê ya di 11’ê Sibatê de li Stenbolê di Konferansa Herêma Marmarayê de axivî û got, “Em partiya gelan in. Li vî welatê ku baxçeya gelan e, em ê bi hev re bijîn.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 3'emîn Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk bîne, Konferansa Herêma Marmarayê li Labella Teras a navçeya Şîşlî ya Stenbolê pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, parlamenterên HDP’ê, rêveberên navçe û bajarên Herêma Marmarayê beşdarî konferansê bûn. Piştî dîwan hat hilbijartin, axaftina destpêkê ji aliyê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay hate kirin.

Kemalbay di axaftina xwe de diyar kir ku Demîrtaş piştî 434 rojan duh anîn salona dadgehê û wiha axivî: “Piştî 434  rojan me karî em merhabayê bidin hev. Em ê li dijî hemû êrîşan li ber xwe dibin. Wê hêza wan têra me neke. Armanca AKP’ê ew e ku berxwedana gelan bin pê bike. Hemû hewldanên AKP’ê yên ji 7’ê Hezîranê û vir ve ji bo vê yekê ne. Li dijî êrîşên topyekûn me berxwedaneke giştî danî holê. Sala 2017’an wisan derbas bû. Wê di sala 2018’an de ji bo rûxandina Qesrê em ê berxwedanek mezintir bikin.”

Kemalbay, bal kişand ser cezakirinên wekîlên HDP’ê û got: “Ceza dan hevalên me Îdrîs Balûken, Abdullah Zeydan, Sebahat Tûncel û gelek hevalên me yên din. Ên ku hevalên me ceza kirin, nikarin kujerên du zarokên li Sîlopiyê bibînin. Ev tablo dide xuyakirin ku çima pêwîstî bi me heye. AKP li aliyekî dest bi pêvajoya çareseriyê dike û li aliye din jî bi destê MÎT’ê em belgeyên wan komployan dibînin. Êdî kes nemaye bi ku destê AKP’ê bigire. Derket holê ku AKP dixwaze tevgera gelê Kurd tasfiye bike. Ji bo em van polîtîkayan teşhîr bikin û yekîtiya gelên Tirkiyeyê ava bikin, erk ji bo me hatiye dayîn. ”

Kemalbay, bersiv da îddîayên ‘Di nava HDP’ê de dabeşbûn hene’ û axaftina wiha bi dawî kir: “Wê daxwaza we di qirika wan de bimîne. Em partiya gelan in. Em ê di vî welatê baxçeya gelan de, bi hev re bijîn. Em ê tu carî li hemberî vî tiştî bi paş ve gavan neavêjin. Ji ber ku HDP heye, Yuksekdag, Demîrtaş û em hene, bi mîlyonan gel hene.”

Piştî axaftina Kemalbay, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.