KCDK-E: Em tevlî çalakiyên li Cenevre û Strasboûrgê bibin

KCDK-E û pêkhateyên wê bal kişandin ser mîtîngên li Cenevre û Strasboûrgê û gotin, “Em ji bo Efrîn û azadiya Rêber Apo dengê xwe bilind bikin.”

Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewrûpayê (KCDK-E), Tevgera Ciwanan a Ewrûpayê û Yekîtiya Baweriyên Mezopotamyayê ji bo çalakiyên di 16’ê Sibatê ya Cenevreyê û 17’ê Sibatê ya Strasboûrgê bang kirin.

‘RÊBER APO NEHATE TASFIYEKIRIN Û ŞOREŞ AVA KIR’

Di daxuyaniya nivîskî de qala van tiştan hate kirin:

“Di sala 20’an a komploya li ser Rêber Apo de, komploger hê jî dixwazin komployê bidomînin û bi vê armancê êrîşî ser Efrînê dikin. Piştî demeke kurt hatiye dîtîn ku komploya di 15’ê Sibatê de tê wateya mudaxeleya li Rojhilata Navîn û ew mudaxele hê jî didome. Dewletên navneteweyî û hêzên hegemonîk ji bo ku li Rojhilata Navîn bigihêjina armanca xwe, xwestin Rêber Apo tasfiye bikin.

Komplogeran di warê fîzîkî Rêber Apo dîl girtin lê Rêber Apo û tevgera me pêvajoyeke stratejîk dan destpêkirin û komploya navneteweyî pûç derxistin. Rêber Apo girava Îmraliyê ji bo hêvî, azadî, demokrasî û azadiyê kiriye dibistana îdeolojîk a pêngaveke nû.

‘ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ Û ARMANCA KOMPLOYÊ YEK IN’

Êrîşên li ser Efrînê berdewama komployê ye. Armanca û hedefa Erdogan û hêzên hegemonîk ev e ku Efrînê dagir bikin û li wê derê qirkirinekê pêk bînin.Lê ew ê dewleta Tirk û hevalbendên wê di vî warî de bi ser nekevin. Çawa ku  bi komploya navneteweyî re Kurd û dostên wan rabûn ser piyan, di berxwedana Efrînê de jî Kurd û dostên wan ew ê hemû bajaran bikin Efrîn. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Efrînê geştir bikin û bi dengekî bilind enternasyonalîzmê berz bikin.

BANG

Çalakiyên me yên li Ewrûpayê ew ê bi meşa enternasyonal a di 12’ê Sibatê de ya ji Lozanê û heta Cenevreyê û bi mîtînga di 16’ê Sibatê de ya li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ew ê bi dawî bibe. Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku em tevlî van meş û çalakiyan bibin û bi dengekî bilind bibin dengê berxwedana gelên Efrînê û em hesap ji komploger û hêzên hegemonîk ên navneteweyî bixwazin.