KCK: Polîtîkaya mirinê ya AKP’ê ya li ser girtiyan didome

KCK: Polîtîkaya mirinê ya AKP’ê ya li ser girtiyan didome

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, diyar kir ku polîtîkayê mirinê yên AKP’ê yên li girtiyan didome û got: “AKP divê demildest dest ji van pêkanînên dij mirovahî û dij ahlaqî yên li ser girtiyên zindanan berde.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê  diyar kir ku polîtîkayên mirinê yên hikûmeta AKP’ê yên li ser girtiyên zindanê didome. KCK’ê da zanîn ku ligel ku nexweşên giran bûn nehatin dermankirin û heta îro bi dehan girtiyên şoreşger jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Herî dawî Îzettîn Suluagaç û Alî Çakici li zindanê gihiştine şehadetê. Em li pêşberî bîranîna rêheval Suluagaç û Çakici rêzdarin û ji malbat û gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya bilindkirin atêkoşîna hevalên xwe dubare dikin.

TU HÊZ ÎRADEYA BERXWEDÊR YA PKK WÊ NEŞIKÎNE

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku polîtîkaya AKP’ê ya zindanan ji polîtîkaya nêzîkatiya li hemberî pirsgirêka Kurd ne cudaye û got: “Hikûmeta AKP’ê ya ku li derve li ser gelê me polîtîkayên qirkirina çandî û siyasî dimeşîne, li zindanan jî her cureyê zext û şîdetê li ser girtiyan pêk tîne û hewl didin îradeya wan teslîm bigirin. Wek Rêber Apo jî gotiye; Jiyana mirovan ancax azad bibe wê bi wate bibe, li ku derê azadî tunebe ew der zindaneke tariye.’ Girtiyên azadiyê bi vê hişmendiyê wê berxwe bidin û wê xwe nekin mijara bazarê. Dîroka zindanê ya PKK’ê bi berxwedana Kemalan,  Hayriyan, Mazluman û Ferhatan hatiye nivîsin. Tu hêz nekare îradeya berxwedana PKK’ê bişikîne.”

AKP DIVÊ DEST JI HELWESTA AHLAQÎ BERDE

KCK’ê dawiya daxuyaniyê de wiha got: “AKP di serî de girtiyên nexweş û girtiyên di zindanan de di çareseriya pirsgirêka Kurd de dike mijara bazarê û ev jî nêzîkatiya ku ji pîvanên ahlaqî û wijdanî durketinê nîşan dide. Ev di heman demê de durutiya AKP’ê ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de nîşan dide. Divê AKP demildest dest ji van pêkanînan berde.”