KCK’ê cejna Sêşims a Êzidiyan pîroz kir

KCK’ê cejna Sêşims a Êzidiyan pîroz kir

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê cejna Sêşims a Êzidiyan pîroz kir. KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo pêkanîna statuya xweser û azad a Şengalê, bi tevgera Azadiyê re  hedef û biryara sereke ya gelê me yê Êzîdî ye. KCK’ê wiha got: “Bi vê wesîleyê em cejna Sêşims a gelê Êzîdî pîroz dikin û divê gelê me yê Êzîdî ji bo pêkanîna statuya xweser û azad bi ruhê seferberiyê di têkoşînê de cih bigire.”

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê der barê cejna Êzîdiyan a  Sêşims de daxuyaniyek da û  hat gotin ku cejneke din a Êzîdiyan di şert û mercên pêkanînên kumkujî û qirkirina fizî kîû çandî de di nava berxwedaneke mezin de tê pîrozkirin û hat gotin ku bila cejna Sêşims bibe wesîleya rojên azad.

KCK’ê  destnîşan kir ku cejn di heman demê çand, bawerî û nasnameyan îfade dikin û gelê Êzîdî li gel hemû qirkirinan ji bawerî û nirxên xwe yên neteweyî ti car tawîz nedaye û got: “Gelê Êzîdî heta roja me ya îro 72 caran rastî komkujiyan hatine. Herî dawî DAIŞ’ê li Şengalê komkujî pêk anî. Lê tu hêza zextxwar li Êzîdîyan çong nedanîne. Êzîdî  rewşa herî xwezayî ya Kurdbûnê dijîn û bi heman awayî ti car tawîz nedaye û ji bi çanda xwe jiyaye.

Gelê Êzîdî ev taybetiya xwe bi têkoşîna azadiyê ya ku Rêber Apo pêş xistiye kiriye yek û di nava berxwedanê de bi hişmend bûye û xwe rêxistin kiriye."

KCK’ê wiha berdewam kir: “Gelê me yê Şengalê her çiqas û îro li her çar aliyê cîhanê hatibe belavkirin jî ciwanên Êzîdî ji bo welatê xwe berê xwe dane Şengalê. Baş dizanin ku ji axa xwe qutbûn tê wateya tinebûnê.  Niha 10 hezar Êzîdî li Çiyayê Şengalê di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Ev jî nîşan dide ku çi dibe bila bibe ji axa xwe dûr nakevin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku ew cejna Sêşims careke din pîroz dikin.