KCDK-E TV 3'ê Adarê dest bi weşanê dike

Qenala Youtube ya KCDK-E'yê KCDK-TV 3'ê Adarê roja Çarşemê li gorî dema Brukselê saet di 19:00 de bi bernameya "Şopa Heqîqetê" dest bi weşanê dike.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li ser KCDK-E TV'ê daxuyaniyek da û diyar kir, di dema şewbê de kêmbûna derfetên têkiliya civakî bû sedem ku amûrên ragihandinê yên nû hîn bi xurtî bên bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî êriş û propagandayên şaş û derewîn ên dewleta Tirk a mêtinger ku li ser medya xwe dike, ji bo agahdarkirin û ragihandina rastiyan bi navê KCDK-E TV qenala Youtube dest bi weşanê dike.

Bi bandora medya dîjîtal ku amûreke ragihandinê ye, ji bo karibin rastiyan ji gelê xwe re ragihînin, me dst bi karê bikaranîna amûrên cuda yên medya dîjîtal kirine.

Em dixwazin di vê qenala xwe de li ser pirsgirêkên civakî, çandî, siyasî yên gelê me yê li Ewropayê bernameyan amade bikin, nîqaşan, şîroveyan û analîzan bikin û bi vî rengî xwe bigihînin temaşevanan.

Li ser vê bingehê bi navê KCDK-E'yê em roja Çarşemê li gorî dema Ewropayê saet di 19:00 de bi bernameya 'Şopa Heqîqetê' dest bi weşana qenala Youtube ya KCDK-E TV dikin ku bernameya ji aliyê Kerem Çîftçî ve bê pêşkêşkirin wê mêvanê wê Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç be.

Di bernameyê de wê têkçûna dewleta Tirk a li Garê û provokasyonên ku dewleta Tirk dixwaze li Ewropayê pêk bîne, werin nirxandin."