KCDK-E: Li dijî qirkirina sirûştê em rabin ser piyan!

KCDK-E li dijî qirkirina sirûştê ya AKP’ê ku li Kurdistanê dike, li her deverê banga serhildanê li Kurdan kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Ewropayê (KCDK-E) derbarê qirkirina sirûşta Kurdistanê ya dewleta Tirk ku bi çarçoweya qirkirinê dike daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’şerê giştî yê ku faşîzma AKP-MHP’ê li dijî Kurdan dike, bûye qirkirina siruşt û cografyaya me.’’

KCDK’ê bi domdarî wiha got: ‘’Polîtîkayên qirkirina fizîkî ya ku faşîzma AKP-MHP li dijî gelê me sazkar kiriye, li dijî sirûşt û cografyaya me veguheriye qirkirineke dermirovî ya li dijî ekolojî, bawerî û çandan. Ên ku li ser gelê me qirkirina çandî dikin li ser cogrfayaya Kurdistanê qirkirineke ekolojîk dikin. Dewleta Tirk a ku li pêşberî têkoşîna azadiyê neçar mayî şerê xwe yê li Kurdistanê bi şewitandina sirûşta Kurdistanê didomîne. Li pey hev li Dersim, Licê û lig elek deverên dî daristanan dişewitîne, cihên dîrokî yên bi hezaran salan ên Kurdistanê di bin avê de dihêle.’’

‘DIXWAZIN COGRAFYAYA ME VALA BIKIN’

Ji dewleta Tirk weye ku bi sazkarkirina konsepta berê ew ê bikaribe meşa azadiyê ya Kurdan rawestîne. Bi avakirina çeteyên DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn, bi şewitandin û kavilkirina dîroka bi hezaran salan nîşan dane ku çendî barbar in.’’

 ‘HEKE EM BÊDENG BIMÎNIN EV TÊ MANEYA PEJIRANDINÊ, EM RABIN SER PIYAN’

KCDK-E bi domdarî got:

 ‘’Gelê Kurd li dijî vê hovîtiyê, li dijî jenosîda li ser xak, av, dîrok û çanda me, bi bîreweriyeke ekolojîk, divê li hewa, av, dar û daristanên xwe xwedî derbikeve. Li dijî qirkirina sirtûşta Kurdistanê divê têbikoşe.

Gelê me li dijî  mêtingeriya Tirk a barbar a bi hişmendiya DAIŞ’ê ku Heskîfa 12 hezar salî hildiweşîne, êrîş dibe ser dîrok û çanda Mezopotamyayê divê rabe ser piyan. Yek ji peywira sereke ya niştimanperweriyê ew e ku mirov li sirûşta Kurdistanê xwedî derbikeve û wê biparêze. Rêber Apo wiha dibêje: ‘Şerê siyasî, şerê niştimanperweriyê, şerê xwedîderketina li dîrokê û xakê ye.

Divê li ser hîmê niştimanperweriyê em li xak, ked û dîroka Kurdistanê xwedî derbikevin. Li dijî qirkirina sirûşt û dîroka Kurdistanê divê em qiyametê rakin.

KCDK-E herî dawî wiha got: ‘’Bêdengî, nekirina tiştekî pejirandina qirkirina sirûştê ye.’’