KCDK-E: Ji Ocalan re azadî, ji dinyayê re aştî!
KCDK-E ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê bang li gelên hemû welatan kir ku derkevin qadan.
KCDK-E ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê bang li gelên hemû welatan kir ku derkevin qadan.
Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da.
‘AZADIYA OCALAN JI KURDISTANÊ RE STATÛ, JI ROJHILATA NAVÎN RE DEMOKRASÎ YE’
Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Li pêş modernîteya kapîtalîst ku ji şer, hilweşandin û komkujiyê pê ve ti alternatîfa wê nîn e, tekane alternatîf bûye Paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo’ û bi domdarî got, ‘Azadiya Ocalan tê maneya ji Kurdistanê re statû û ji Rojhilata Navîn re demokrasiyê.’’
‘PARADÎGMAYA RÊBER APO FERSEND Û HÊVÎ YE’
KCDK-E’yê bi domdarî diyar kir Ocalan bi fikra jiyana azad a nû aştiyeke mayinde dide dinyayê û di rewşeke wiha de ku mirovahî ber bi kaosê ve diçe bi alternatîfa neteweya demokratîk ji bo Rojhilata Navîn û hemû dinyayê çareseriyê raber dike. KCDK-E’yê her wiha got, ‘’ne tenê ji bo Kurdan ku ji bo azadiyê têdikoşin, ji bo hemû mirovahiyê paradîgmaya Rêber Apo fersend û hêvî ye.’’
KCDK-E’yê bi berdewamî got: ‘’Ji bo 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê divê bi dirûşma ‘Bi Ocalan re aştî, bi Ocalan re azadî û bi Ocalan re rizgarî’ em derkevin kuçeyan. Divê bi fikrên gerdûnî yên Birêz Ocalan û bi fikrên Wî yên bi azadiyaxwaziya jinê em derkevin kuçeyan. Divê em bi dengekî bilind biqêrin ku bi fikra jiyana azad a Rêber Apo çawa bi deh hezaran mirov li dijî barbariyê rizgar kirine û azad kirine.’’
‘BI ASTA BILIND TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN’
KCDK-E’yê di dawiyê de got: ‘’1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê, li her devera ku em lê ne, hemû aştîxwaz li kuçeyan, li her deverê divê em em fikrên aştî, azadî û demokrasiyê yên Rêber Apo biqêrin. Banga me li hemû gelê me ew e ku li hemû devera ku lê ne tevlî meşa aştî û bernameyan bibin, bi dirûşma ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re statû, ji cîhanê re aştî bi asta bilind tevlî çalakiyan bibin.’’