KCDK-E: Ji bo betlaneyê neçin Tirkiyeyê, nebin hevparê şer!

KCDK-E'yê bang li wan kesan kir ku plan dikin li Tirkiyeyê bêhnê vedin û diyar kir, "Tûrîzm hatineya sereke ye ku ji bo şer tê bikaranîn."

Dîwana Hevserokatiyê KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di betlaneyê de neçin Tirkiyeyê, nebin hevparê şer" û hate destnîşankirin, "Dewleta Tirk nêzî 40 sal in hemû çavkaniyên aborî û siyasî bi kar tîne û li dijî Kurdan şerekî giran dimeşîne."

KCDK-E'yê ragihand, beşeke mezin a çavkaniyên aboriya dewleta Tirk ji bo şer tê bikaranîn û diyar kir, tûrîzm hatineya sereke ye ku di şer de tê bikaranîn.

Di daxuyaniyê de her wiha hişyariya hin welatên Ewropayê jî hate bibîrxistin û hate gotin, "Gelek welatên Ewropayê û hêzên navneteweyî bi rengekî fermî hişyarî dan welatiyên xwe ku ji bo tûrîzm û betlaneyê neçin Tirkiyeyê. Destnîşan kirin ku Tirkiye ji bo tûrîzmê welatekî ewle nîne."

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku ji bo armancên şer ên desthilatdariya AKP-MHP a faşîst di ber wan de bimîne, betlaneya xwe ya ku plan dikin li Tirkiyeyê pêk bînin betal bikin û nebin hevparê şer.