KCDK-E: Her dengê ji bo HDP'ê bê dayîn wê faşîzmê têk bibe
KCDK-E bang li hilbijêran kir ku qeyda xwe çêbikin û got; "Her dengê ku hûn bidin, wê tifaqa faşîst û kujer AKP-MHP'ê bloke bike."
KCDK-E bang li hilbijêran kir ku qeyda xwe çêbikin û got; "Her dengê ku hûn bidin, wê tifaqa faşîst û kujer AKP-MHP'ê bloke bike."
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
KCDK-E bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji bo têkoşîna demokrasî û azadiyê û ev peyam da; "Her dengê ku em ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê bidin, wê tifaqa faşîst û kujer a AKP-MHP'ê bloke bike."
‘HER DENGÊ KU NEYÊ DAYIN WÊ BI KÊRÎ REJÎMA ERDOGAN WERE'
KCDK-E di daxuyaniyê de ev tişt diyar kir; "Her dengê ku bi têgeha 'bi dengê min tiştek naguhere' neyê dayin wê bê wateya piştgiriya ji bo rejîma Erdogan. Di van hilbijartinan de her dengê ku neyê dayin tê wateya piştgirîdayîna tifaqa faşîst û takekesî ya rejîma AKP-MHP'ê. Her dengê ku were dayin dikare pêşî li komkujiyan bigire, derfetên serketina Demîrtaş û HDP'ê zêde bike.
'2 ROJ AN EM SEFERBER BIBIN!'
Ji Ewropa heta DYA, ji Kanada heta Efrîqayê, ji Japonya heta Awûstralyayê divê hilbijêrên ku qeyda xwe nekirine qeyda xwe bikin. Divê her kes ji bo van 2 rojên qeydê bi ruhê seferberiyê kar bike. Em dizanin ku di van hilbijartinan de dengên li Ewropayê wê qedera hilbijartinan diyar bike. Wê demê bi şîara 'divê kes bê qeyd nemîne' û lêpirsina hilbijêran îro û sibê li hemû meclîs û komîsyonên hilbijartinê bibe rojev û xebat bê kirin."