Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Artêşa Tirk ku di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî gelên Rojava dest bi êrîşên qirker kir, gefên xwe yên desteserkirina xakê didomîne. Artêşa Tirk a qirker û çeteyên wan ên DAÎŞ'ê ku li her devera diçin dest bi talanê dikin û xwînê dirijînin, dixwazin xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin."
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanca bingehîn a dagirkeriyê tasfiyekirina şoreşa Rojava û tinekirina destketiyên gelên herêmê ye û hate destnîşankirin ku gelên Rojava yên li dijî dagirkeriyê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, wê ti peymana hêzen emperyal ên wan temsîl nakin qebûl nekin.
Di daxuyaniyê de berxwedana gelên dinyayê ya ji bo xwedîderketina li şoreşa Rojava hate bibîrxistin û hate gotin, "Berxwedana li dijî dagirkeriyê heta ku dagirkerî biqede wê bidome. Nerazîbûna neteweyî û navneteweyî bi têra xwe bandorê dikin. Ji bo mayindekirina piştevaniya navneteweyî divê em hîn bêhtir bixebitin. Ji ber vê yekê divê em berxwedana xwe bidomînin."
KCDK-E'yê bang li gelan, jin, zarok, demokrat, rewşenbîr, çepgir û sosyalîstan kir ku bi rengê seferberiyê tevbigerin û diyar kir, "Di 2'ê Mijdarê Roja Berxwedanê ya Rojava ya Navneteweyî de divê her kes tevlî çalakiyan bibin, kes neçin kar, li malê nemînin û li qadan tevlî çalakiyan bibin."