KCDK-E bang kir ku li her derê dakevin kolanan

KCDK-E li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê bang li her kesê kir ku li cihê lê dakevin kolanan û seferber bibin.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E li ser operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşan da.

KCDK-E got: “Êrîşên destgîrkirinê ya li ser 7 bajaran a tifaqa AKP-MHP’ê û Ergenekonê dide nîşandan ku ev biryar li civîna MKG’ê hatiye girtin.

Biryara êrîşên qirkiriê yên li ser HDP’ê li ser polîtîkayê dagirkeriyê yên tifaqa AKP-MHP’ê ya li Kurdistanê, ji aliyê dîktatorê li Qesrê ve hatiye girtin. Rejîma faşîst a dijminê gelan, jinan, zorok û azadiyê, dixwaze bi hiqûqê têkoşîna gelê Kurd bi fetisîne. Dixwaze bi hemû hêzên milîtarîst ên dewletê û qanûnên faşîst êrîş dike û dixwaze stû bide xwarkirin. Bi van êrîşan dixwazin HDP’ê bêkêr bikin. Ev êrîşa li dijî vîna bi milyonan kesî, tê wateya tolhilîna ji gelê Kurd.

Operasyonên qirkirina siyasî yên îro destpê kir wê  rojên pêş jî hê zêdetir bidome. Li djiî êrîşên tifaqa AKP-MHP’ê û Ergenekonê, di serî de gel me, demokrat, şoreşger û her kesê muxalîf vedixwînin bilindkirina têkoşînê.

Carekî din derket holê ku dem hatiye ji vê rejîma faşîst, qirker û dagirker rizgar bibin. Di serî de bang dikin ku hê xurtir tevlî têkoşîna hevpar a gelê Kurd û dîsa gelê Tirkiye û herêmê û pêngava ‘Bes e ji tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ ku tevgera azadiya Kurd dayî destpêkirin bibin, têkoşîna azadî, demokrasî bilind bikin û dem hatiye ku ji faşîzma AKP-MHP’ê rizgar bibin.”

KCDK-E banga seferberiyê jî kir û got: “Bang dikin ku li her cihê lê derkevin kolanan û îtifaqa AKP-MHP û Ergenekonê û Erdogan ê bi qanûnan desthilata xwe didomîne tehşîr bikin.”