KCDK-E Şoreşa Rojava pîroz kir

KCDK-E Şoreşa Rojava pîroz kir û bang kir ku her kes li şoreşê xwedî derbikeve û tevlî pîrozbahiyan bibe.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

KCDK-E’yê diyar kir ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye ku nasname, cihêtî, bawerî û reng bi azadî gihaştine hev û got, ‘’bi hezaran caran li gelan, li nasname û jinan pîroz be.’’

KCDK-E di daxuyaniyê de wiha got:

"Serweran li gor berjwendiyên xwe bi sînorên ku danîne Kurdistan kirine çar parçe bi dehan salan bi komkujî, polîtîkayên îmha û înkarê hewl dane ku gelê Kurd bê nasname bikin. Dewletên mêtinger bi piştevaniya hêzên emperyaln polîtîkayên xwe yên îmha û înkarê domandine. Van hêzên bi polîtîkayên xwe nakokiyên di navbera nasname û baweriyan de kûr kirine, ev kirine sedema şer, kaos li herêmê kûr kirine.

Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyana hevpar, azad û wekhev a nasname û baweriyan bi  Şoreşa Rojava ku bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn, bûye hêviyeke nû û tekane adrêsa çareseriyê.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji ber sedema ku bûye rêya çareseriya arîşeyên giran ên netewî û civakî yên li Rojhilata Navîn ku navenda Şerê 3. ê Cîhanê ye, ji niha ve bûye şoreşa sedsala 21’an.

Şoreşa Rojava niha jî bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku bi hevkariya hemû gel û baweriyan çêbûye, bûye modêla çareseriyê li Sûriyê û Rojhilata Navîn, di avakirina sîstema demokratîk de bûye pêşeng.

Şoreşa Rojava hem bi modêla ku ava kirî û hem jî bi têkoşîna xwe ya dijî DAIŞ’ê ya ku bi destê AKP’ê hatiye avakirin bûye hêvî û sempatiya mirovahiyê li ser çêbûye. Li hemû welatan li ser navê mirovahiyê şoreşgerên enternasyonal ên ku tevlî Şoreşa Rojava bûne, li ser navê mirovahiyê, ji bo ku siberoja gelan ava bikin tevlî şoreşê dibin û destekê didine têkoşîna parastinê. Şoreşa Rojava êdî bi modêla xwe ya gerdûnî û alternatîf ji şoreşa mirovahiyêr e dibe ronî û hêvî.

Faşîzma AKP-MHP’ê niha jî polîtîkaya xwe ya bi dijminatiya Kurdan bi êrîş ali ser Efrînê dibe Rojava. AKP ya bi hişmendiya DAIŞ’ê sîstema Şoreşa Rojava ya azadîxwaz û wekhevîxwaz li ber sîstema xwe ya yekreng û nîjatperest asteng dibîne. Ji bo vê jî êrîşê bi ser van nirxan de tîne. Ji bo vê jî ji bo ku rê ji DAIŞ’ê re veke, ku li Reqayê asê maye, hemû siyaseta xwe ya qirêjî dixwaze li Rojava pêk bîne.

Ji bo vê jî xwedîderketina li Şoreşa Rojava parastina hemû nirxên Kurdistanê, xwedîderketina li nirxên mirovahiyê ye.

"Em KCDK-E hemû kesên ku di Şoreşa Rojava de keda xwe hene bi hurmet û minet bi bîr tînin, sond dixwin ku li vê têkoşînê xwedî derbikevin. Em xwedîderketina li Şoreşa Rojava peywira rûmetê ya hemû Kurdên welatparêz û mirovahiya pêşverû dibînin û bang dikin ku her kes Şoreşa Rojava li gorî gewherê wê pîroz bikin."