KCD: Mirina Mandela, ji bo hemû bindestan wendahiyek mezin e
KCD: Mirina Mandela, ji bo hemû bindestan wendahiyek mezin e
KCD: Mirina Mandela, ji bo hemû bindestan wendahiyek mezin e
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê lîderê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela ku jiyana xwe ji dest da peyamek weşand.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Wendahiya Mandela bi qasî ku ji bo gelê Başûrê Afrîkayê û gelên bindest wendaye, wendahiya gelê kurde jî. Ji ber vê sedemê jî em ji bo gelê Başûrê Afrîkayê, gelê kurd û mirovahiyê re sersaxiyê dixwazin.
Di peyamê de hate destnîşan kirin ku ew ji ber wefata serokdewletê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela ku jiyana xwe da têkoşîna azadiya gel, gelek bi xemgînin.
Mandela ku ji bo gelan çiqas çavkaniya hezkirin û rumetê ye, wefata wî jî evqas xemgîniyê dide mirovan. Mandela ne bi qasî ku ji bo gelê xwe têkoşîn meşand, ji bo gelên din jî bûye modelek,riya lihevkirin û çareseriyê nîşan daye û riya demokrasiyê vekiriye.
Ev taybetiya wî bûye hêviya gelan. Ji ber vê taybetiya xwe di bin esaretê de jî bû dostên gelan, bûye piştevaniyê tevgera azadiyê.
Her çiqas wendahiya Mandela ji bo gelan wendahiyek mezin be jî, em di wê baweriyê de neku ew dê wek ekolekê, dê riya azadî û demokrasiyê de bibe çavkaniya îlhamê.
Gelê kurd her tim Mandela nêzî xwe dîtiye, ew wek dostekî dîtiye, di her firsedêde modela wî ya çareseriyê, ji bo çareseriya pirsgirêka xwe jî aniye ziman. Ji ber ku gelê kurd her tim di navbera xwe û gelê Başûrê Afrîkayê de şibandin çêkiriye.
Ji ber vê wendahiya Mandela ji bo gelê kurd jî wendahiyek mezine. Em sersaxiyê ji gelê Başûrê Afrîkayê û gelê kurd re dixwazin.”