KCD’ê rejîma Îranê şermezar kir, banga serhildanê kir
KCD’ê rejîma Îranê şermezar kir, banga serhildanê kir
KCD’ê rejîma Îranê şermezar kir, banga serhildanê kir
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) darvekirina siyasetmedarê kurd Şerko Maarfî şermezar kir. KCD’ê da zanîn ku divê gelê kurd jî lidijî vê komkujiyê serhildan û berxwedanê derxîne asta herî jor.
KCD’ê der barê darvekirina siyasetmedarê kurd ya ku li girtîgeha Seqîz a Îranê vê sibê hat darvekirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew komkujiyê şermezar dikin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku rejîma faşîzan ya Îranê ku dixwaza berxwedana Rojava û tevgera azadiya kurd asteng bike, polîtîkaya xwe ya darvekirinê didomîne û wiha hat gotin: “Qaşo rejîma îslamiye, îmahkirina gelê kurd bi darvekirinan hedef dike.”
EV ÎLANA ŞER E
KCD’ê da zanîn ku ev rêbaza darvekirinê qikirin û Îlana şer e û wiha got: “ligel hemû rêbazên tunekirinê, rêbaza darvekirinê qirkirin jî îlana şerê li dijî kurde. Lê divê bê zanîn ku berxwedana gelê kurd dê hemû polîtîkayên înkar û îmhayê tune bike.
Rejîma faşîzan ya Îranê bi biryarên mêtînger a Lozan û Kasr Şîrînê pirsgirêka kurd girantir dike û divê bê zanîn ku ev hinceta rasthatina bertekên gelê kurd e.
KCD’ê wiha bang kir:Em bang li hemû gelê kurd dikin ku li dijî rejîma faşîzan a Îranê ku li dijî gelê kurd polîtîkaya Înkar û îmhayê dimeşîne, berxwedan û serhildanên xwe zêdetir bike.
Em ji malbatên Habîbullah Gulperîpur û Şerko Maarfî û gelê kurd re sersaxiyê dixwazin.