KCD’ê komkujiya li Siwêrekê şermezar kir

Kongreya Civaka Demorkatîk (KCD) komkujiya li navçeya Sîwerekê ya Rihayê şermezar kir û banga ketina tevgerê li baro û êxistinên civaka sivîl  kir.

Kongreya Civaka Demokratîk(KCD) îro têkildarî komkujiya li navçeya Sîwerekê ya Rihayê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Gelê me baş dizane ku bi dozên xwînê çiqas bedelên giran hatine dayîn û ev dozên wiha jiyana zarokên me yên jidayik nebûne çawa esîr digre. Di heman demê de ev bûyerên wiha weke ku tecrûbeyên derbasbûyî de jî li holê ye çawa derbeyeke mezin li jiyana biratî, piştevanî û yekîtiya civakê ya gelê me dide.”

‘DIVÊ BIKEVIN NAVA TEVGERÊ’

Daxuyanî wiha didome; “Serî de dayikên me jin di nirx û kevneşopiya gelê Kurd de xwedî cihekî yê destnedayinê ne û ev yek ji dersên herî girîng yê ku dîroka me ya bi hezaran sal fêrî me kiriye. Serî de Baro, saziyên mafên mirovan ên li Rihayê hemû rêxistinên civaka sivîl û pêşengên bawriyê ji bo çaresrkirina pirsgirkê bi hestiyar bin û bikevin nava tevgerê.”. KCD’ê ji malbatê re jî sersaxî xwest.