KCD-E, ji bo Kobanê banga çalakiyên lezgîn kir
KCD-E, ji bo Kobanê banga çalakiyên lezgîn kir
KCD-E, ji bo Kobanê banga çalakiyên lezgîn kir
KCD-E, diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk jî dest bi êrîşên berfireh kirine û banga bêyî dem derbas bibe rabin serhildanê li gelê Kurd û dostên wan kir.
Koordînasyona KCD-E’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de banga çalakiyên lezgîn li Kurdistaniyên ku li Ewropa dijîn kir.
KCD-E got, “Êrîşên berfireh ên bi armanca dagrkirina Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve tên pêşxistin vê sibehê gihiştiye asteke nû. Çeteyên ku li hemberî hêzên YPG û YPJ’ê şkestineke mezin jiyan û nikarîbûn berxwedanê derbas bikin, vê carê ketin nav hewldana ku di Tirkiyeyê re eniyekê vekin.
Çeteyên ku din çavdêriya lêşkerên Tirk de li sînor kom bûn, îro ji aliyê Tirkiyeyê ve li hember deriyê sînor ê Murşîtpinar êrîşên xwekujî pêk anîne.
Êrîşên çeteyên DAIŞ ku hêzên xwe jî li ofîsa genim a ji aliyê Tirkiyeyê û 500 metre di deriyê sînor dûr e kom kirine didomin.
Dewleta Tirk hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ re bê ku pêwîstî bibîne veşêre, aşkera ji êrîşê re bûye hevkar. Gelê me, dostên me û tevayî hêzên demokrasiyê bê ku dem winda bikin, divê li hember vê êrîşa bêfedî derkevin; di pêşengiya jin û ciwanan de mafên xwe yên demokratîk rewa bikar bînin û serhildanan pêş bixin.”