KCD-E ji bo Gulîzar Kaytan sersaxiyê xwest
KCD-E ji bo Gulîzar Kaytan sersaxiyê xwest
KCD-E ji bo Gulîzar Kaytan sersaxiyê xwest
KCD-E di peyama sersaxiyê ya ji bo Gulîzar Kaytan weşand got, “Tevî ku bi malbata xwe re ew şandin sirgûnê jî ji Dêrsim û Kurdistanê qut nebû. Zext û pêkanînên sirgûnê bi jiyan û têkoşîna vala derxistiye. Di tevlîbûna malbatê ya nav têkoşînê de jî sekn û rola Dayik Gulîzar diyarker bû.”
KCD ji bo Gulîzar Kaytan a îro wefat kir, diyar kir ku Kaytan bi jiyan û têkoşîna xwe mînakeke berbiçav a rastiya Dêrsimê bû.
KCD-E got, “Tevî ku bi malbata xwe re ew şandin sirgûnê jî ji Dêrsim û Kurdistanê qut nebû.
Zext û pêkanînên sirgûnê bi jiyan û têkoşîna vala derxistiye. Di tevlîbûna malbatê ya nav têkoşînê de jî sekn û rola Dayik Gulîzar diyarker bû.” KCD-E destnîşan kir ku Dayik Gulîzar di destpêka temenê heta roja dawiyê xizmet ji têkoşîna azadiya Kurdistanê re kiriye, li hemberî zext, îşkence û binçavkirinê dewletê serî netewandiye, bi armanca azadiyê ve dilsoz maye û heta dawiyê têkoşîn kiriye.”
KCD-E diyar kir, “Wek dayikeke bi qîmet ku bi jiyan û têkoşîna xwe îlham daye jinên Kurd û gelê Kurd cihê xwe yê di dîrokê de girtiye.”
KCD-E, sersaxî ji malbatê û gelê Kurd re xwest û soza dilsoziya bi bîranîn û têkoşîna Gulîzar Kaytan re hat dayîn.