KCD’ê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD): Bi baweriya ku wê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hêzê bide têkoşîna me, em têkoşîna hemû gelên cîhanê ku ji bo aştiyê dide bi rûhê ‘1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê’ pîroz dikin. 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê pîroz kir û got: “Divê hemû hêzên ku ji bo aştî û biratiya gelên me derketine rêwîtiyê û sonda vê yekî dane, bi rûhê yekîtiyê li hemberî faşîzmê têbikoşin, aştiya wekhev û biratiya gelan teqez pêk bînin. “

Di daxuyaniya KCD’ê de ev tişt hate diyarkirin.

“1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn ku herî zêde pêvistiya wan bi aştiyê heye û li gelen hemû cîhanê pîroz be.

Erdnîgariya Rojhilata Navîn ji hêla hêzên emperyal û dewletên metînger ku dest xistine gewriya hev ve bi hemû cûrê pêkûtiyan bûye qada şerê 3’yemîn ê cîhanê.

Bi kûrkirina şer û şîdetê tê xwestin ku gelên Rojhilata Navîn mehkûmî vê lihevgerîna şer bê kirin.

Di encama politikaya ku tê xwestin şer bê kûrkirin de ji hêlekê ve li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê kirin, tevger û planên dagirkirina Rojava tên kirin, Ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi navê ‘Pençe’ operasyon hatiye destpêkirin û her diçe tê berfirehkirin. Operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakûrê Kurdistanê hatine destpêkirin û li şûna şaredarên ku hatine hilbijartin qeyûm tên tayînkirin, di ser pergala Hevşaredariyê de dijminatiya jinan tê kirin û tê xwestin hemû pêkûtiyên sepandinê li dijî jinan bên rewa kirin de, mejiyê dewletê dixwaze şerê ku li dijî gelê Kurdistanê daye destpêkirin hê kurtir bike û bidomîne.

Li hemberî vê yekê, di serî de gelê Kurdistanê tevahî gelên Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên şer û pêkûtiyên hêzên emperyalist û metînger, bi awayekî awarte ji bo jiyanek demokratîk, têkoşîn, pergala bê şîdet, bê metînger û demokrasiye didin.

Di encama ku gele Kurdistanê têkoşîna dehan salan daye de dîtine ku aştî bi têkoşînek bêhempa a li hemberî polîtîkayên şer gengaz e.

Bi vê zanistiyê, pêwist e ku, li Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilat bi hevgirtin û tifaqa demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn têkoşîna hebûnê dide hê mezintir bike û bidomîne.

Polîtîkayên qirêj ên şer, ne tenê li dijî hebûn û nasnameya neteweya me ye, bi wê re bi awayekî hemxwext li dijî jinan, zarokan, baweriyên cuda û çandên cuda bi awayekî bê perwa, ji bilî komek serdest hemû kesên din tên wêdekirin û dikin hedefa pêkûtiyan.

Gelê me yê ku di encama şer û pêkûtiyan de berdelek gelek giran daye, êdî dixwaze di nava aşitiyê de bijî. Ji ber ku gelê me tu carî ewqas di bin gef û êrîşan de nemaye, divê gele me yê ku aramî, îstikrar û jiyana biratiyê dixwaze û hêzên wê yên demokrasiye ji bo têkoşîna aştiyê ji her demî zêdetir baldar be û têbikoşe.

Divê hemû hêzên ku ji bo aştî û biratiya gelên me derketine rêwîtiyê û sonda vê yekî dane, bi rûhê yekîtiyê li hemberî faşîzmê têbikoşin, aştiya wekhev û biratiya gelan teqez pêk bînin.

Bi baweriya ku wê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê hêzê bide têkoşîna me, em têkoşîna hemû gelên cîhanê ku ji bo aştiyê dide bi rûhê ‘1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê’ pîroz dikin. “