Konseya Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan (KBDH) bi daxuyaniyeke nivîskî sond xwar ku ew ew dilsozê bîranînên Sevda Serinyel, Yilmaz Kes, Mahîr Ozgul yên MKP’ê bin ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabûn, her wiha dilsozê bîranîna Nûbar Ozanyan a TKP/ML’ê bin ku li Rojava jiyana xwe ji dest da. KBDH’ê wiha got: ‘’Em KBDH amade ne ku bi fermana vê jiyana watedar û azad, li gorî fermana wan a azadiyê bijîn û ji bo vê jî em biryardar in ku bi teqezî vê faşîzmê têk bibin û şoreşê bi ser bixin.
Konseya KBDH’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku nûnerên TC’ê, faşîzma AKP-MHP’ê ji bo ku têkoşîna şoreşê ya gelan serkut bike her roj zext û zordariyan zêde dike û dixwaze têkoşîna sosyalîzmê tasfiye bike, mohra faşîzmê li sedsala 21’an bixe, lê li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û Tirkiyê vîna rêxistinî ya jin û gelan derketiye holê û faşîzma AKP-MHP ji bo ku vê hêz û vînê tertûbelav bike êrîşên xwe hildana asta herî jor.
‘MÎRATEYEKE RÛMETDAR HIŞTIN’
KBDH’ê bi domdarî diyr kir di van demên dawî de yek ji qada êrîşa faşîzma AKP-MHP’ê bûye qada Dersimê û hevrêyên wan Mercan (Sevda Serinyel), Şahîn (Yilmaz Kesen), Doktor (Mahîr Ozgul) ên MLKP’ê li Dersimê di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûne û her wiha hevrêyê wan Orhan (Nûbar Ozanyan) ê TKP/ML di şoreşa Rojava de ku ev demeke dirêj bû têdikoşî şehîd bûye.
KDBH’ê wiha got: ‘’Em KBDH bi teqezî em ê bîranînên wan bidin jiyîn, serfiraz bikin û têkoşînê geş bikin. Ev hevrêyên me bi keda mezin a azadî û sosyalîzmê têkoşîna me ya şoreşê geş kirine, jiyaneke rûmetdar û watedar ji me re hiştine. Xwedîderketina li vê mîrataya wan a rûmetdar û geşkirina vê ji bo me rûmeteke mezin e.’’
‘BI NÛDEMAN DEST PÊ KIR, BI MERCANAN GEŞ DIBE’
KBDH’ê diyar kir hevrêya wan Mercan her wiha di Fermandariya Biryargeha Herêma Dersimê ya MKP’ê de bûye û her wiha hevrêya wan a di Fermandariya Hevpar a Dersimê ya KBDH’ê de jî bûye. Bi domdarî hate gotin hevrêya wan Mercan ev 10 sal in di nav MKP’ê de têdikoşiya û wiha bi nav de çû: ‘’Meşa KBDH’ê ya ku bi Nûdeman dest pê kirî, bi Destan, Îdîl, Nalîn, Hêlîn, Mercanan mezintir dibe, rêxistinî dibe û îdîayê bi ser dixe.’’
‘FAŞÎZM WÊ TÊK BIÇE’
KBDH’ê di daxuyaniya xwe de herî dawî got: ’Em KBDH amade ne ku bi fermana vê jiyana watedar û azad, li gorî fermana wan a azadiyê bijîn û ji bo vê jî em biryardar in ku bi teqezî vê faşîzmê têk bibin û şoreşê bi ser bixin.
Hemû hêz û hemû jinên ku li gorî sosyalîzmê, azadiyê dijîn û têdikoşin wê bi ser bikevin û faşîzm wê têk biçe.’’