Kaytan: Em xewn û xeyalên Erdogan li qesrê defin bikin
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya PKK'ê Alî Haydar Kaytan: Dîktator civakê dîl digire. Bi desthilatdariyê ve zeliqî ye û naxwaze dest jê berde. Dibêje; eger encama dixwaze bi dest nexe wê her gavê, hilbijartinan dubare bike.
ANF
BEHDÎNAN
pêncşem, 29 kewçêrê 2015, 12:35
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya PKK'ê Alî Haydar Kaytan di banga xwe ya ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê de got, "Dîktator civakê dîl digire. Bi desthilatdariyê ve zeliqî ye û naxwaze dest jê berde. Dibêje; eger encama dixwaze bi dest nexe wê her gavê, hilbijartinan dubare bike."
Banga Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya PKK'ê Alî Haydar Kaytan bi vî rengî ye:
7'Ê HEZÎRANÊ HEZM NEKIRIN
Gelên me, ji ber zext û ferza Erdogan ê dîktator, wê di 1'ê Mijdarê de careke din biçin ser sindoqan. Dîktator, vîna gel a di 7'ê Hezîranê de derket holê û parlamenta bi vê encamê afirî, qebûl nekir. Ji ber ku ev rewş, li daxwaz û bendewariyên wî nedihat. Mêrik di her axaftina xwe ya beriya hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dîsgotina 'dema em ketin ser vê rê me gotin yek dewlet, yek milet, yek al' dubare dikir. Lê belê vîna gel a ku di 7'ê Hezîranê de xwe li parlamentê nîşan da, bi awayekî zelal destnîşan kir ku ev gotinên Erdogan bi temamî derew in û rastî jî gelekî cuda ye. Ji her kesî re îspat kir ku rastî ji rengekî bi tenê pêk nayê û civak jî rewşeke piralî ye. Me li parlamentê Kurd jî dît, kedkarekî Tirk jî dît, Erebek jî dît, Asûrî, Suryaniyek jî dît. Me Ermenî jî dît, Mihelmî jî dît. Me Elewî dît. Me bawermendên rastî ku Îslamiyetê weke çandekê dijîn dît. Me jin û mêr dît. Me jinên ku bi nêrîn û helwestên xwe re dixwzin cîhaneke aştiyane ava bikin, dîtin. Tirkiyeya ku dihat xwestin û hêvîkirin ev bû. Ev yek rastiya Tirkiyeyê bû. Lê belê, ji ber ku ev wêne û rastî li encama dîktator nehat, rabû ev hilbijartin qebûl nekir.
CIVAK KIRIN REHÎNEYÊ DESPOT
Îro bi rastî jî em hemû bûn weke hev. Di nava tarîtiyê de em hemû bûn yek. Lê belê ev wekhevî wekheviyeke tirsnak e. Em li rewşeke welê rast hatin ku dikarin hemû cihêrengiyên xwe winda bikin. Civak kirin rehîneyê despot. Yê bûye rehîne ne tenê Kurd in. Gelê Tirk, hemû nasname û baweriyên cuda, hemû mirovên xwedî nêrînên cuda yên li Tirkieyyê kirin rehîne. Dîktator civakê dîl digire. Bi desthilatdariyê ve zeliqiye û naxwaze ti carî jê biqere. Dibêje; eger encama dixwaze bi dest nexe wê her gavê, hilbijartinan dubare bike. Di vê rewşê de pirsa ku divê em bersiva wê bidin ev e: Em ê li gorî daxwaz û bendewariyên dîktator tevbigerin? Em ê serî li ber daxwazên wî bitewînin, yan jî em ê xwe bispêrin vîna xwe? Gelê bi vîna xwe biryarên xwe bi xwe bidin? Ya girîng ev e. Em neçar in yek ji van herduyan tercîh bikin.
BI HILBIJARTINÊ GEFÊ DIXWIN
Radibe ji Kurdan re dibêje; eger hûn deng nedin min, min bi tena serê xwe nekin desthilatdar, wê 'Torosên Spî' derkevin holê. Li cihekî din jî radibe ji kedkarên Tirk re dibêje; eger hûn deng nedin min, min bi tenê nekin desthilatdar, wê zarokên we, ciwanên we nikaribin ji xwe re kar bibînin, wê karên di destê xwe de jî winda bikin. Bi heman rengî zext û zordariyê li ser derdorên din jî dike. Bi hilbijartineke sêyemîn re gefê dixwe. Ev hemû operasyona dîlgirtina gelê Tirkiyeyê ye. Girîng e ev operasyon were sekinandin. Divê em ji nû ve dubarekirina hilbijartinan netirsin. Beriya vê yekê gelên me dikarîbû ev bikira: Di serî de HDP û CHP, hemû şoreşger, hêzên demokratîk, sosyalîst, hemû derdorên welatparêz, komên baweriyan ên ji despot aciz in, bi şêweyê Bloka Komara Demokratîk dikarîbûn blokeke ava bikira. Bi blokeke bi vî rengî re tevlîbûna li hilbijartinan pêkan bû, ev yek dikarîbû bihata kirin. Dibe ku bi têrkerî li ser vê nehat rawestandin. Ya ku rû da, dibe ku şoqek ku kes ne li bendê bû. Kes ne li bendê bû li pêşberî tabloya derket holê, hilbijartin were dubarekirin. Dibe ku bendewariya gelek mirovan koalîsyoneke mezin bû. Koalîsyonek ji du partiyên mezin ên li parlamentê bû. Mînaka Elmanyayê li ber çavan dihat girtin. Lê belê dîktator ev qebûl nekir.
EM DIKARIN DÎKTATOR DEFIN BIKIN
Divê ev yek ji hişê gelên me dernekeve. Em bêalternatîf nînin. Gel bê alternatîf nînin. Li hemberî dîktator, alternatîfa me gelekî xurt e. Bi bloka Komara Demokratîk re em dikarin xwe bigihînin rewşeke gelekî pêşketîtir. Em dikarin dîktator, bi hemû bendewariyên wî re defin bikin. Em dikarin wî bi xewn û xeyalên wî re defin bikin. Em dikarin wê li qesra wî ya 1000 odeyî defin bikin. Em dikarin qesrê li wî bikin gorek. Bêguman vê yekê bi awayekî mecazî dibêjim. Bila bijî, bila ji aliyê biyolojîk ve hilmê bistîne û bide, ev ne mesele ye. Em neçarin bi ser bikevin.
RÊYA BI TENÊ HDP YE
Rastiyek heye ku ji aliyê her kesî ve tê qebûlkirin. Yekane rêya serketinê, eykane rêya têkbirina xewn û xeyalên dîktator, dayîna dengan ji bo HDP'ê ye. Yekane hêza dikare vê planê, vê provokasyonê pûç bike, ew e. Mêrik dixwaze HDP'ê di binê bendê de bihêle. Li bin bendê hiştina HDP'ê tê wateya bicihatina xewn û xeyalên dîktator. Tê wateya biryara me ya ji bo rûdana dojehê. Ya tirsnak jî ev e. Rizgarî, çareserî, çare dayîna dengan ji bo HDP'ê ye. Yekane rêya rizgarkirina gelan ji rehînetiya dîktator, ev e. Ez bawerim ku mirov hemû û gelên me wê di vî warî de bi berpirsyarî tevbigerin. Bang li hemû bawermendan dikim ku destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bi awayekî rast biryarê bidin.
JI BO MIRIYÊN ME BI DILREHETÎ LI GORISTANÊ RAZÊN
Ev yek gelekî baş tê zanîn ku mirovekî ewçend îbadetê ji dewletê re dike, bêexlaq e. Dewlet çi ye? Dewlet beriya 5000 salan tinebû. Emrê bi mîlyonan salan ên mirovan hene. Lê belê emrê dewletê 5000 sal e. Dewlet berhema mejiyê mirovan e. Dibe ku berhema herî bi lenet a mejiyê mirovan e. Lewma li cihê civak heye, li wir exlaq heye. Li cihê dewlet lê heye, hiqûq heye. Lê belê vî mêrikî hiqûq jî hilweşand. Vî mêrikî goristanên me hilweşand. Nexwest miriyên me jî bi dilrehetî razên. Di ti serdemeke dîktatoriyê de, di ti cûnta leşkeriyê de jin û zarok ewçend nehatin qetilkirin. Goristan bi vî rengî nehatin bombekirin. Erdnîgariya me ewçend nehat tarûmarkirin. Lê belê vî mêrikî kir! Ev tiştekî tirsnak e! Ji ber vê yekê divê ev civak, bi wijdanê civakbûyînê destê xwe deyne ser wijdanê xwe û biryarê bide. Bêguman divê biryara bê dayîn ne ji bo dewamkirina dîktatoriyê be. Divê biryarek ji bo demokrasiyê were dayîn. Ji bo jiyana bi hev re ya cihêrengiyên me, divê em biryarê bidin. Ji bo miriyên me bi dilrehetî razên, divê em biryarê bidin. Girîng e em li Tirkiyeyê deriyê aştiyê, deriyê demokrasiyê vekin. Û her dengê em ê bi kar bînin, wê bibe hewldanek ji bo vekirina vî derî.
BILA 1'Ê MIJDARÊ DERIYÊ WELATEKÎ DEMOKRATÎK VEKE
Ez bawer dikim ku ya di 1'ê Mijdarê de pêk were wê xewn û xeyalên gelê me bin û xeyalên dîktatoriyê hilweşin. Di vî warî de ji tevahiya beşên civakê, gelan, hemû komên baweriyan, jin û ciwanan ji dil û can bawer dikim. Di têkoşîna esîl a li dijî dîktatoriyê de ez ji wan re serketinê dixwazim. Û dibêjim bila êvara 1'ê Mijdarê dema sindoq vebû, di heman demê de deriyê welatekî demokratîk û azad vebe."