BI DÎMEN

Kaysî: Em ê îradeya xwe teslîmî qeyûman nekin

Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî got, "Di serî de gelê me em bang li her beşên civakê dikin ku li ber xwe bide û têbikoşe. Roj roja xwedîderketina li îrade û şaredariya xwe ye."

MEHMET KAYSÎ

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a li Amedê ve bi 6 sal û 3 mehan cezayê girtîgehê hate cvezakirin. Piştî cezayê ku li Sofya Alagaş hate birîn, Şaredariya Sêrtê hate desteserkirin û li şûna hevşaredar Sofya Alagaş û Mehmet Kayîs, Waliyê Sêrtê Sîîrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hate tayînkirin.

Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî Mehmet Kaysî têkildarî desteserkirina îradeyê ya li Sêrtê ji ANF'ê re axivî û got, "Em hemû bêne şahid, ku 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevşaredara me Sofya Alagaş hate birîn. Êdî baweriya me bi dadgehan jî nayê, li gorî kêfa xwe ceza dibirin. Piştî ku ceza li hevşaredara me hate birîn, me li ber şaredariya xwe dest bi nobedê kir. Serê sibehê saet di 06:00 de weke ku welatekî dagir bikin ketin hundirê şaredariya me. Dest danîn ser şaredariya me û qeyûm tayîn kirin. Ji xwe amadekarî kiribûn û şaredariya me dagir kirin."

GELÊ KURD DARBEYÊ QEBÛL NAKE

Kaysî diyar kir ku desthilatdariyê îradeya gelê Sêrtê tine hesibandiye û got, "Qeyûm ji bo me tê wateya talan û diziyê. Sê dem in qeyûm datînin ser îradeya Sêrtê. Qeyûman bi ti awayî xizmet ji vî gelî re nekirin. Vî gelî kedeke mezin da û xwedî li vê şaredariyê derket. Lê belê ew bi rengekî bê exlaq tevgeriyan û îradeya vî gelî tine hesibandin. Ev yek bê hiqûqî ye. Bila vê yekê baş zanibin, sê carên din jî qeyûm tayîn bikin jî ev gel wê desteserkirina îradeya xwe qebûl neke. Gelê Sêrtê serî li ber van netewand, wê serî li ber wan netewîne. Çi dibe bila bibe wê bi diziyê bi ser nekevin. Ji ber ku gelê Kurd vê darbeyê qebûl nake. Ev sîstem nikare bi qeyûman bê meşandin. Gelê Sêrtê îradeya xwe radestî me kir, lê belê wan nekarîn xwe li vê îradeyê rabigirin. Di dema hilbijartinê de 8 hezar hilbijêrên bê ûsil anîn vê derê, lê belê li gel vê yekê jî di hilbijartinê de winda kirin. Ev gel êdî vê qebûl nake, ji ber ku bi kêrî gelê Kurd nayên. Heta ku em wan careke din bişînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

DEMA XWEDÎDERKETINA LI ÎRADEYA XWE YE

Kaysî bang li partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl kir ku bi berxwedanê bersivê bidin desteserkirina îradeyê û got, "Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê xwedî li îradeya xwe derkeve. Em ê şaredariyê ji wan re nehêlin. Ya ku wan kir bê hiqûqî ye, em vê bê hiqûqiyê qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe dewam bikin. Di serî de gelê me em bang li hemû beşên civakê dikin ku li ber xwe bidin û têbikoşin. Roj roja xwedîderketina li îrade û şaredariya xwe ye."