Kartal: Li Ewropayê ji bo PKK'ê pêvajoyeke nû dest pê kir

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal kişand ser biryarên li Belçîka û Luksembourgê yên li ser PKK'ê û got, "Mirov dikarin bêjin, ji bo tevgera Kurd, PKK'ê, sazî û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye."

Li Belçîkayê di nava sê salan de pênc biryarên ji bo PKK'ê erênî hatin dayin. Li Luksembourgê jî Dîwana Edaletê ya Ewropayê meha Mijdarê biryar da, ku argumanên di navbera salên 2014-2017'an de ji bo hiştina PKK'ê di nava lîsteya terorê de hatine pêşkêşkirin têrker nîne û lîste betal kir. Li ser îtiraza Îngilîstanê ku bi navê Yekîtiya Ewropayê kir, navê PKK'ê bi rengekî otomatîk li lîsteya sala 2018'an hate bicihkirin. Arguman nehatin guhertin. Aliyê Kurd meha Adarê li dijî lîsteya nû serlêdan kir.

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal ku di doza Belçîkayê de dihate darizandin, biryarên her du dadgehan û encamên hiqûqî û siyasî yên biryaran nirxand.

Kartal got, "Çawa ku bicihkirina PKK'ê li lîsteya rêxistinên terorê biryareke siyasî ye, bi biryareke siyasî Yekîtiya Ewropayê piştî DYE'yê navê PKK'ê li lîsteyê bi cih kir. Biryarên ku niha dadgeh didin jî ji aliyê cewherî ve îradeyeke siyasî ye. Mirov dikarin bêjin, pêvajoya siyasî rewşeke wiha ferz kiriye."

'VEKIRINA LÊPIRSÎN Û DOZÊ BIRYAREKE SIYASÎ BÛ'

Li ser sparteya hiqûqî ya dozê Kartal got, "Ji xwe biryar (vekirina lêpirsîn û dozê) biryareke siyasî bû, hiqûqî nebû. PKK ew realîteye ku niha ji aliyê dadgehê ve tê qebûlkirin. Çi ye? Di çarçoveya pirsgirêka Kurd de aliyekî şerê li Kurdistanê ye. Aliyê din jî dewleta mêtinger e. PKK jî aliyê din e ku îradeya gelê Kurd temsîl dike. Ev pirsgirêk pirsgirêkeke siyasî ye. Divê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî bê çareserkirin. Pêwîste mesele li ser bingeha hiqûqa şer a navneteweyî were nirxandin. Lê belê Tirkiye van qebûl nake, lewma çar car in îtiraz dike. Lê êdî ji van îtirazan jî tiştek dernakeve. Ji ber ku di her îtirazê de ji Tirkiyeyê tê xwestin ku îdîayên ji bilî îdîayên heta niha hatine kirin pêşkêş bike, ji ber ku îdîayên heta niha hatine pêşkêşkirin ji aliyê dadgehê ve hate redkirin. Me û parêzerên me bi parêznameyên xwe îdîayên wan têk bir. Lewma divê argûmanên nû pêşkêş bikin, ku argûmanekî wan ê nû nîne. Rastiya dîrokî ya pirsgirêka Kurd û polîtîkayên dewletê li holê ne. Belê, PKK aliyekî şer e û divê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de mesele bê nirxandin. Aliyê hiqûqî yê meseleyê wiha ye. Aliyê siyasî jî xwe ferz dike, çareseriyê ferz dike. Li ser vê bingehê wê hîn bêhtir zor li Tirkiyeyê bibe."

'NABE KU PKK DI LÎSTEYÊ DE BÊ HIŞTIN'

Der barê biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê de ku hiştina navê PKK'ê di lîsteya terorê de neheq dît, Kartal got, "Dîwana Edaletê ya Ewropayê ku navenda wê li Luksembourgê ye di vê mijarê de biryar da. Di navbera salên 2014-2017'an de bi navê Yekîtiya Ewropayê Îngilîstanê serlêdan kiribû. Dîwana Edaletê jî ev bersiv da Îngilîstanê: Sedemên hatine pêşkêşkirin têrê nakin ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bê hiştin. Bi van îdîayan nabe ku PKK di lîsteyê de were hiştin. Eger îdîayên nû hebin divê werin pêşkêşkirin. Sala 2018'an Îngilîstanê careke din serlêdan kir ku PKK di lîsteya rêxistinên terorê de bê hiştin. Lê belê argûman û îdîa kêm in, tiştekî nû nîne. Lewma wê ji wir jî tiştekî nû dernekeve, wê bê redkirin. Biryarên li Belçîka û Luksembourgê hatin wergirtin, li qada navneteweyî û li her welatî ji bo bidawîkirina astengiyên hiqûqî û qedexeyên li ser PKK'ê û pirsgirêka Kurd wê bibin mînak. Di vê mijarê de karekî berfireh tê kirin."

'LI SER QEDEXEYA LI ELMANYAYÊ KAR TÊ KIRIN'

Kartal destnîşan kir, bi taybetî li dijî qedexeyên li Elmanyayê kar tê kirin û got, "Elmanyayê bi hinceta 'PKK rêxistineke terorê ye' ew qedexe kir. Lê belê bi biryarên dadgehên Belçîkayê re ku diyar dikin, PKK ne rêxistineke terorê ye, hem li Elmanyayê, hem li Îngilîstanê hem jî li welatên din ên qedexeyên bi heman rengî hene, wê ji aliyê hiqûqî ve têkoşîneke berfireh bê dayin. Ji bo vê jî amadekarî tên kirin."

'PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIR'

Kartal diyar kir, bi biryarên li Belçîka û Luksembourgê re êdî ji bo tevgera Kurd, PKK'ê, sazî û siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Kartal got, "Ji ber vê yekê, gelê me li welatên ku lê ne li dijî zext, astengî û qedexeyan divê hîn bi bandor têkoşîna hiqûqî bimeşîne. Yanî li dijî bicihkirina navê PKK'ê li lîsteya terorê, li dijî qedexeyan, divê kiryarên antî demokratîk ên li dijî sazî û gelê Kurd neyên qebûlkirin, li asta hiqûqê têkoşîneke xurt bê dayin. Têkoşîna hiqûqî divê bi mînaknîşandana van biryaran were meşandin."

SIBE: Hevpeyvîna bi parêzerê doza PKK'ê Jan Fermon re.