Li Ewropayê ji bo PKK'ê pêvajoyeke nû ya hiqûqî dest pê kir!

Li Belçîkayê di sê salên dawî de pênc biryarên erênî li ser PKK'ê hatin dayin. Îtiraz li hemûyan hate kirin. Li dijî 'lîsteya terorê' serî li Dîwana Edaletê ya li Luksemburgê hate dayin. Lîste ji aliyê hiqûqî ve têk çû. Encamên biryaran wê çi be?

Biryarên Dadgeha Brukselê û Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê ku li ser PKK'ê dan, ji bo Kurdan hem ji aliyê hiqûqî, hem jî ji aliyê siyasî ve weke serdemeke nû tê dîtin.

DI NAVA SÊ SALAN DE PÊNC BIRYARÊN ERÊNÎ LI SER PKK'Ê HATIN DA YIN

Li Belçîkayê di nava sê salan de pênc biryarên erênî li ser PKK'ê hatin dayin. Dadgeha Îstinafê 8'ê Adarê li ser du dozên cuda biryar da. Di her du dozan de hikum hate dayin ku kes an jî saziyên bi 'endametiya PKK'ê guman jê tên kirin, nabe ku li dadgehên Belçîkayê ji ber sûcê 'tevlîbûna li karên komeke terorîstî bên darizandin'. Dadgehê PKK weke 'hêzeke çekdar a ne dewlet' ku tevlî şerekî demdirêj ê 'ne navneteweyî' bûye, nirxand. Diyar kir ku qanûna antî-terorê ya Belçîkayê di vê bûyerê de nabe ku bi cih were anîn. Dewleta Tirk û Dozgeriya Federal a Belçîkayê mîna îtirazên xwe yên li biryarên beriya niha, li dijî biryara Dadgeha Îstinafê jî 20'ê Adarê îtiraz kir û biryar li Dadgeha Bilind bir temyîzê.

Gelo ev pêvajoya dadgeriyê wê çawa bi dawî bibe? Serlêdana temyîzê li Dadgeha Bilind çima girîng e? Pênasekirina pirsgirêka Kurd bi gotina 'şerê çekdarî' tê çi wateyê? Ji aliyê hiqûqî û siyasî ve wê encamên xwe çi be? Parêzerê doza li Belçîkayê Jan Fermon, Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bersiv dan van pirsan.

EGER DADGEHA BILIND BIRYARÊ BIPEJIRÎNE EV KAR WÊ BI DAWÎ BIBE

Biryarên dawî yıên li dozên li Bruksel û Luksemburgê ji bo PKK'ê weke serketineke hiqûqê hate dîtin, di heman demê de nîşan da ku li qada hiqûqî heta roja îro şaşitî hatine kirin. Di biryara destpêkê de ya li Luksemburgê, 'lîsteya terorê' ya Yekîtiya Ewropayê neheq hate dîtin. Lê belê PKK bi rengekî otomatîk ji nû ve li lîsteyê hate bicihkirin. Kurd ji nû ve li ber lîsteyê rabûn.

DOZA LI BRUKSELÊ ÇAWA DEST PÊ KIR?

Doza li Brukselê, di çarçoveya lêpirsînekê ku sala 2006'an dest pê kir. 37 kes û sazî bûn mijara darizandinê. Du jê medya Kurd û yek jî şoreşgera Kurd a 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hate qetilkirin Fîdan Dogan (Rojbîn) bû.

Tevî vê dozê, di heman demê de li Kurdekî din ê bi navê Faysal Çolak doz hate vekirin. Çolak dihate sûcdarkirin ku hin malzemeyên teknîkî ji Belçîkayê biriye Başûrê Kurdistanê û daye PKK'ê. Çolak demekê li girtîgehê ma û ji bo wî ji aliyê du heyetan ve du biryarên dadgehê derket. Ya dawî jî 8'ê Adarê bi doza bingehîn re hate eşkerekirin. Dadgehê ragihand, nabe ku PKK weke rêxistineke terorê bê nirxandin û nabe ku Çolak di vê çarçoveyê de bê darizandin.

Di çarçoveya lêpirsîna bingehîn a sala 2006'an de îdîaname sala 2015'an hate amadekirin. Aydar dibêje, "Ji wê demê ve em li dadgehan bi dozger û parêzerên dewleta Tirk re li hev rast tên."

Parêzer Jan Fermon jî dibêje, "Di vê lêpirsîne de li ser gelek organîzasyonên Kurd ên li Belçîkayê lêkolîn hatin kirin. Ji dozger heye ku pêwendiya hemûyan bi PKK'ê re heye."

ŞÊWEYÊ ŞER HATE DIYARKIRIN

Di doza Belçîkayê de siyasetmedarên Kurd û parêzer destpêkê li ser diyarkirina şêweyê şer sekinînin û parastina xwe jî di vê çarçoveyê de kirin. Fermon dibêje, "Diviyabû hem li gorî hiqûqa Belçîkayê hem jî hiqûqa Ewropayê bihate tespîtkirin ku PKK rêxistineke terorîst e yan na. Ji ber şu bûyerên şîdetê li vir naqewime, me got ku divê şêweyê şîdeta li Tirkiyeyê bê lêkolîn."

Li gorî Fermon, girîngiya hiqûqa Belçîkayê ew e ku qanûneke Ewropayê ya li ser "şerê çekdarî" li qanûnên xwe bi cih kiriye. Li gorî vê qanûnê, şerê çekdarî ji çarçoveya têkoşîna li dijî terorê hatiye derxistin.

Fermon wiha didomîne: "Li gorî qanûna Belçîkayê ku di heman demê de qanûneke Ewropayê ye, eger rêxistinek di çarçoveya qanûnên navneteweyî de bi rengekî çalak tevlî şerê çekdarî dibe, dixwazî şerê navxweyî yê welatekî be, dixwazî yê navneteweyî be, çalakiyên ku dike nabe ku weke terorîstî bê dîtin."

PIŞTGIRIYA JI BO PKK'Ê ÊDÎ NE SÛC E

Di çarçoveya biryarê de li Belçîkayê propaganda PKK'ê (li derveyî zor û şîdetê), komkirina pereyan, lidarxistina çalakiyan êdî ne sûc e. Fermon dibêje, "Dadgeha Îstînafê biryar da ku ev yek şerekî çekdarî ye û HPG jî aliyekî vî şerî ye. Encam wiha ye: Li dijî kesên ku piştgiriyê didin PKK û HPG'ê, nabe ku qanûna antî-terorê bi cih were anîn."

DADGEHA BILIND WÊ BIRYARA DAWÎ BIDE

Der barê doza Brukselê de wê Dadgeha Bilind biryarê bide. Eger Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Îstinafê bipejirîne, ev pêvajo wê biçe serî û temam bibe. Zubeyîr Aydar dibêje, "Em di wê baweriyê de ne ku Dadgeha Bilind biryara heyî bipejirîne."

Fermon jî dibêje, "Eger Dadgeha Bilind biryara dadgehê bipejirîne wê ev yek bibe nuqteya dawî. Biryara Dadgeha Bilind biryara dawî ye."

LI LUKSEMBURGÊ DU DOZÊN LI DIJÎ LÎSTEYÊ

Beriya biryara dawî ya li Belçîkayê, Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksemburgê 'neheq' dît ku Yekîtiya Ewropayê navê PKK'ê xistiye nava lîsteya rêxistinên terorîst.

Dîwanê ragihand ku di navbera salên 2014-2017'an de îdîayên Îngilîstanê ne rast dît û biryar da ku bi van hincetan nabe ku PKK di lîsteyê de cih bigire. Yekîtiya Ewropayê biryar temyîz kir. Îngilîstanê jî ji bo sala 2018'an ji bo PKK di lîsteyê de bê hiştin careke din serî lê da û bi rengekî otomatîk 9'ê Çileyê ji nû ve li lîsteyê hate bicihkirin. Aliyê Kurd 7'ê Adarê li dijî lîsteyê doz vekir. Niha li Luksemburgê du doz didomin.

Li gorî Fermon, dadgeh wê lîsteya nû jî betal bike.

Zubeyîr Aydar jî dibêje, "Arguman, îdîa yên berê ne, tiştekî nû nîne. Lewma tiştekî nû wê ji wir dernekeve, wê bê redkirin."

Bi biryarên li Belçîka û Luksemburgê re, ji gelek aliyan ve têkoşîneke berfireh a hiqûqê tê meşandin. Kurdan li dijî qedexe, krîmînalîzasyon û li dijî lîsteyê têkoşîna li eniya hiqûqê berfireh kir. Wê biryara dadgeha Belçîkayê ji xwe re bikin mînak û yek bi yek li welatan têkoşîna xwe ya hiqûqê bidomînin.

KARTAL: PÊVAJOYEKE NÛ DEST PÊ KIR

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî dibêje, "Bi biryarên li Belçîka û Luksemburgê re, mirov dikare bêje ku ji bo tevgera Kurd, PKK, saziyên Kurdan ên li Ewropayê, siyasetemdarên Kurd ji aliyê hiqûqî ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye."

Kartal dibêje, "Biryarên li Belçîka û Luksemburgê ji bo rakirina astengiyên hiqûqî û qedexeyên li ser PKK û Kurdan ên li qada navneteweyî wê bibin mînak. Di vê mijarê de karekî berfireh tê kirin."

Kartal destnîşan dike ku ev pirsgirêk pirsgirêkeke siyasî ye, divê li ser bingeha hiqûqa navneteweyî ve bê çareserkirin.

SIBE: Bi endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar re ku di doza Brukselê de hate darizandin, wê li ser pêvajoya dozê, bandora wê ya siyasî û hiqûqî hevpeyvîn were kirin.