Karê sîxuriyê yê AKP'ê di rojeva Parlamenta Swêdê de ye

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, li ser karên sîxuriyê yên AKP û dewleta Tirk pêşnûme pirseke nivîskî pêşkêş kir û mijar xist rojeva Parlamenta Swêdê.

Kakabaveh diyar kir ku Erdogan bi bahaneya hewldana derbeyê mafên mirovan û demokratîk bin pê kiriye, rojnamevan, nivîskar û nûnerên gel ên hilbijartî xistine girtîgehê.

Kakabaveh bi bîr xist ku Erdogan mîna dîktatorên din hewl dide mûxalîfên li sirgûnê bêdeng bike û ji ber ku mafên xwe yên azadiya ramanê bi kar aniye dixwaze wan sûcdar nîşan bide û bên radestkirin. Kakabaveh got, "Dema dawî eşkere bû ku Tirkiye li dijî penaberên li Ewropa û Swêdê karê sîxuriyê dike. Dijberên rejîmê yên li Swêdê dijîn, ji tirsa ku wê bi ser dost û malbatên wan ên li Tirkiyeyê biçin, nikarin azadiya îfadeyê bi kar bînin."

LI DIJÎ KARÊN SÎXURIYÊ YÊN ERDOGAN DIVÊ TEDBÎR BÊN GIRTIN

Kakabaveh da xuyakirin ku AKP bi rêya meleyên ku ji aliyê madî ve rejîma Tirk destekê dide wan, UETD karên sîxuriyê dike û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî bê li dijî karên sîxuriyê yên rejîma Erdogan wê çi tedbîran bigirin.

Kakabaveh der barê mijarê de bersiv da pirsên me û bi bîr xist ku hikumeta Swêdê ji ewlekariya penaber û koçberên li Swêdê dijîn berpirsyar e. Kakabaveh destnîşan kir ku erk û wezîfeya Swêdê ye ku pêşî li karên sîxuriyê yên  ji aliyê UETD û meleyan ve tên meşandin bigire û yên dikin jî darizîne.


Par eşkere bûbû ku rêxistina lobî ya AKP'ê UETD û meleyên ser bi Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirk li Swêdê karên sîxurî û qeydkirina navê mirovan kirine, lîste amade kirine û ji dewleta Tirk re ragihandine. Servîsa Nûçeyan a Ekot a Radyoya Dewletê ya Swêdê jî qeyda deng a vê yekê weşandibû.

34 RÊXISTINÊN CIVAKÎ YÊN SIVÎL GILÎ KIRIN

Li Swêdê karê sîxuriyê qedexe ye. Lê belê ji ber ku hikumetê û dozgeran heta niha li ber vî karê sîxuriyê yê rejîma Erdogan ranebûn, rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûn nîşan dan û giliyê UETD û meleyên sîxur kirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, Federasyona Elewiyan li Swêdê, Enstîtuya Kurd li Swêdê, Navenda Çanda Mezopotamyayê û Komeleya Piştevaniyê jî di nav de 34 rêxistinên civakî yên sivîl gilî kiribûn û xwestibûn UETD û meleyên rejîma Erdogan bên darizandin.

Pitşî du mehan Dozger û Polîsê Ewlekariya Swêdê (Sapo) ji raya giştî re ragihandin ku UETD û mele ji ber sûcê sîxuriyê ketine ber lêpirsînê.