Karataş: 24’ê Hezîranê dibe ku bibe destpêkek
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê EMEP’ê Karataş diyar kir ku, AKP ne bi tenê li dijî Kurdan li dijî kedkaran jî dijminatiyê dike û got, “24’ê Hezîranê dibe ku bibe destpêkeke nû.”
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê EMEP’ê Karataş diyar kir ku, AKP ne bi tenê li dijî Kurdan li dijî kedkaran jî dijminatiyê dike û got, “24’ê Hezîranê dibe ku bibe destpêkeke nû.”
Bi nêzbûna hilbijartina zordest a di 24’ê Hezîranê de di siyasetê de her tişt zelal dibe. Li aliyekî tifaqa AKP-MHP’ê, li aliyên tifaqa CHP-ÎYÎP-SP-DPê û ji aliyê din ve jî HDP û partiyên siyasî yên ku piştgiriyê didin wê.
HDP’ê hefteya borî diyar kir ku namzetê wan ê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş e yê ku di girtîgeha Edîrneyê de girtiye. Piştî ku HDP’ê namzetê xwe eşkere kir EMEP, Halkevlerî û Partîzan jî tê de gelek derdoran diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê.
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê EMEP’ê Yûsûf Karataş sedema piştgiriya HDP’ê û dijminatiya AKP’ê ya li dijî Kurdan nirxand.
AKP DIJMINÊ KURD Û KEDKARAN E
Karataş diyar kir ku tifaqa cûmhûrê ya AKP û MHP’ê li dijî Kurdan dijminatiyê dike û got, “Vê hikumetê demokrasî daye sekinandin û bi Rewşa Awarte re rejîma yekzilamiyê tîne rojevê û dijminatiyê li dijî kedê dike. Ev hikumet bi tenê li dijî Kurdan dijminatiyê nake. Di heman demê de li dijî kedê jî dijminatiyê dike. Bi dagirkeriya Efrînê re, dema krîza aborî derket holê, xwestin hilbijartinê bikin. Li paş van hemû hesabên wan, têkçûna wan heye. Ew dizanin ku bêyî zext û zordariyê, bêyî polîtîkayên şer ew nikarin li ser piyan bisekinin. Lê hêviya me heye ku li hemberî dîktatoriyê em dikarin helwesta xwe diyar bikin.”
‘TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ NE BI TENÊ HILBIJARTIN E’
Karataş axaftina xwe wisa domand; “Gelek partî ji xwe re li tifaqan digerin. Lê ya me yekîtiya demokrasiyê ye. Têkoşîna demokrasiyê ne bi tenê hilbijartin e. Ji ber vê jî HDP, EMEP, Tevgera Hezîranê û hêzên demokrasiyê divê li hemberî şer, qeyyûm, parlementerên di girtîgehê de, astengiyên li pêşiya azadiya ramanê, rakirina Rewşa Awarte bibin yek. Divê zemînekî demokrasiyê were avakirin. Divê gavên wisa were avêtin ku, kêşeyên girîng ên welat werin çareserkirin. Kêşeya welat ne kêşeya şexsane , a niha tê xwestin ku rejîmeke nû were avakirin. Pêdiviya me bi lêgerîneke wisa heye ku,karibe vê rejîmê bide sekinandin.”
‘DESTHILATDARÎ EW Ê BITENGIJE’
Endamê Lijneya Rêveber a Navendî yê EMEP’ê Karataş axaftina xwe wisa bi dawî kir, “ Di 24’ê Hezîranê de, ew ê her tişt neqede. Heke em hêzên demokrasiyê karibin atmosfera desthilatdariyê parçe bikin, ew ê desthilatdarî bitengije. Ya girîng ev e ku, mirov dahatûyeke demokratîk ava bike. Li pêş me, dem heye ku em dikarin yekîtiyeke demokratîk ava bikin. Hêvîdar im emê bigihêjin wê qonaxê.”