Kaplan: Ez ji bo Roboskê li leşkerekî bi şeref digerim

Kaplan: Ez ji bo Roboskê li leşkerekî bi şeref digerim

Parlamenterê BDP’ê yê Şirnexê Hasîp Kaplan di hevdîtinên butçeyê de axivî û diyar kir ku, di komkujiya Roboskê de her tişt li holê ye û wiha got: “Ez di artêşê de li leşkerên bi dil û şeref digerim. Mafê darizandina berpirsên komkujiya siyasî bidin me. Em leşkerên ji dil dixwazin. Kîjan siyasetmedarî ev ferman da. Ez bawer im dê kesên bi namûs û ji dil derkevin û vê bêjin.”

Hevdîtinên butçeyê li meclîsê didomin. Parlamenterê BDP’ê yê Colemêrgê Esad Canan di derbarê butçeya Wezareta Teknolojî Sanayî Zanistê, wezareta Sanayî û Bazirganiyê, KOSGEB, TSE, TPE, TUBÎTAK, TUBA, wezareta Parastina Netewî de axivî û got mudaxelekirina hikûmeta AKP’ê ya TUBÎTAK’ê pirsgirêkên mezin diafirîne.

Canan wiha got: “Dema mirov li ber çavan bigirin ku nîqaşên xweseriyê di hawireke zanistî de pêk tê, mirov dibînin ku TUBÎTAK û TUBA çiqas ji vê dûrin.” Canan da zanîn ku li Tirkiyeyê belavbûn sanayiyê bê pergale û got ev jî newekheviyê dixe navbera herêman.

MALÊN AYDÊ ARTÊŞA TIRK NAYÊN KONTROLKIRIN

Parlamenterê BDP’ê yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu jî axivî. Zenderlîoglu wiha got: “Artêşa Tikriyeyê wekê kutiyekê ye. Mezaxtinên wê nayê zanîn. Tu malên Artêşa Tirk nayên kontrolkirin. Ji ber guherînên AKP’ê pêk anîne Sayiştay nikare kontrolê bike û mezaxtinên leşkerî tên veşartin.

Di bingeha xwe de divê mezaxtinên artêşê zelal bin. Ev hewcedariya demokrasiyê ye. ji ber ku bacên gel diçin şer û çekan. Bac li şûna ku biçe hizûrê, diçe bombe û makîneyên mirinê. Balefirên Tirk Roboskiyê bombeberan kir û bû sedema mirina sivîlan. Em û gelê Roboskiyê kesên pişt vê komkujiyê dizanin.”

DIVÊ LEŞKERIYA BI ZORÊ RABE

Zenderlîoglu wiha got: “Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêka leşkeriye. Pirsgirêkek siyasî ye. pirsgirêkê hewaleyê leşkerî dikin. Pêkanîna leşkeriya bi zorê êdî bûye eziyet. Di civakê de êdî kes naxwaze zarokên xwe bişîne leşkeriyê. Mirinên kişlayan û pevçûn jî di vir de bi bandore. Leşkeriya bi zorê ne tiştekî başe. “

JI SEDÎ 50’YÊ BUTÇEYÊ DIÇE ŞER

Parlamenter Hasîp Kaplan jî da zanîn ku di rewşên ku Artêşa Tirk û Wezareta Parastina Netewî dibe mijar wesayeta leşkerî derdikeve holê û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê ev 10 sale çima evqas guherîna dike, leşker, girêdayê wezaretê nake. Ji sedî 50 butçeya me li şer diçe. Em mezaxtinan nizanin. Lê NATO hemûyan dizane.

Niha ev welat serbixwe ye? ev welatekî çawaye ku destûrê dide vê. Ji sedî 60 yên kesên payebilind yên Artêşa Tirk di girtîgehê de ne. We gund dişewitand. Belê serokwezîrekê wisa ku pişta xwe da Obama hesab ji me pirsî. Ev artêş artêşa NATO’yê ye an ya gele? Binêre ji ber qeşedanên herêmê nayên darizandin. Lê ji ber ku dest dirêjî hikûmetê kirin şewitin. Nîvê wan di hundir de ne. “

DI ROBOSKIYÊ DE KÊ FERMAN DA

Kaplan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema dewlet tê gotin bac û leşkerî tê hişê mirovan. Binêrin ev 30 sale cenazeyeke serbaz nehatiye herêmê. Ji ber ku dema ezmûnan jî kurdan nagirin. Ev artêş ji 20 milyon kurdî kesî nagire dibistanên leşkerî. Di komkujiya Roboskiyê de her tişt li holê ye. Ez li leşkerekî bi şeref digerim. Kê fermana komkujiya Roboskiyê da. Ez sozê didim em dê fermandar û pîlot efû bikin û berpirsên siyasî bidarizînin. Em li leşkerên ji dil digerin. Ez bwerim dê yekî ji dil û bi namûs dê vê bêjin.”

Hevdîtinên butçeyê bi axaftinên parlamenteran didome.