Kantonên Zurîh û Jûrayê nerazîbûn nîşanî dagirkeriyê dan

Parlementoyên Kantonên Zurîh û Jûrayê yên Swîsreyê biryar dan ku bila Swîsre li hemberî dagirkeriya Tirk nerazîbûna xwe nîşan bide.

Parlementoyên Kantonên Zurîh û Jûrayê yên Swîsreyê êrîşên dagirker û qirker ên dewleta Tirk xist rojeva xwe. Her du parlementoyan biryar dan ku bila Swîsre li hemberî dagirkeriya Tirk nerazîbûna xwe nîşan bide.

Li parlementoya Kantona Jûrayê ji nav 49 parlementeran 44 parlementeran dengê erê dan ku bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji firîna balefiran re were girtin.

Ev biryar ji Konseya Federal a Swîsreyê hate şandin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û ji ber bomberdûmanên dewleta Tirk bi sedan sivîl hatine qetilkirin.

PARLEMENTOYA ZURÎHÊ

Li parlementoya Zurîhê jî dagirkeriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû rojev. Li vê derê jî ji nav 70 parlementeran 69 parlementeran diyar kirin ku divê êrîşên Tirkiyeyê were sekinandin. Di biryarê de hate diyarkirin ku di van êrîşan de bi sedan kes hatine qetilkirin û neçar mane ku warê xwe biterikînin.

Hate xwestin ku bila êdî Swîsre alavên leşkerî nefiroşe Tirkiyeyê û peymanên bazirganiyê yên bi Tirkiyeyê re jî were sekinandin.