Kanar: Divê baro li dijî vê guhertina AKP'ê rabin ser piyan
Kanar: Divê baro li dijî vê guhertina AKP'ê rabin ser piyan
Kanar: Divê baro li dijî vê guhertina AKP'ê rabin ser piyan
Namzetê Parêzerên Azadîparêz û Demokrat ê ji bo Hevserokatiya Baroya Stenbolê Ercan Kanar, ji bo guhertina dawî ya hikûmeta AKP dixwaze di qanûnan de bike got, "Ev guhertin, rejîma polîs bi xwe re tîne. AKP li şûna wesayeta leşkerî, wesayeta MÎT û polîs tîne. Ev yek dîktatoriya faşîst a plebîsîter e." Kanar, di serî de baroyên Tirkiyeyê bang li hemû saziyên demokratîk kir ku bi hev re rabin ser piyan û pêşî li vê qanûnê bigirin."
Namzetê Parêzerên Azadîparêz û Demokrat ê ji bo Hevserokatiya Baroya Stenbolê Ercan Kanar, guhertina qanûnî ya hikûmeta AKP'ê ya bi navê "Qanûna ewlekariya navxweyî" ku piştî serhildana gel a ji bo Kobanê xist rojevê, ji ANF'ê re nirxand.
Kanar bal kişand ser êrîşên polîsan ên di nava 3-4 salên dawî li hemberî xwepêşandanên aştiyane hatin kirin û got, "Li Tirkiyeyê mafê xwepêşandanê nemaye. Tirkiye veguheriye Komara TOMA."
Kanar diyar kir ku eger pêşnûmeya mijara gotinê bibe qanûn, wê her tim rewşeke awarte hebe û got, "Wê rejîma 12'ê Îlonê ji nû ve bê jiyîn."
'KUŞTINÊN BÊDARAZ WÊ ZÊDE BIBIN'
Kanar da zanîn ku pêşniyarên xalên gelekî xetere hene û got, "Bêyî biryara dadgehê, di bin navê 'lêgerîna pêşîgirtinê' de polîs wê karibin li mal û kargehan bigerin. Niha jî lêgerîna pêşîgirtinê heye. Lê belê niha ji bo vê lêgerînê biryara dadgehê pêwîst e. Eger ev pêşnûme bibe qanûn, ev lêgerîn wê bêyî biryara dadgehê were kirin. Di 2 rewşan de erka polîs heye, ku bêyî hişyariyê bide çekê bikar bîne. Li vê yekê sedema sêyemîn tê zêdekirin. Eger çalakiyeke bi fîşekên hewayî, bi molotofan hebe, çalakgerek kevir biavêje û camek bişkê, hingî polîs bêyî bisekine wê karibe guleyan bireşîne. Eger ev pêşnûme bibe qanûn wê kuştinên bêdaraz zêde bibin. Mîna salên 1990'î wê gelek mirov bêdaraz bên kuştin."
Kanar ragihand ku AKP bi vê qanûnê re mertaleke parastinê ji bo polîsan çêdike û got, "Êdî der heqê polîsên îşkence kirine-bikin, polîsên mirovan bikujin wê dozger nikaribe lêpirsînê veke. Ancax dema destûra walî hebe, wê karibe veke. Walî jî ji xwe destûrê nade."
'BINÇAVKIRINA BÊDENG A PÊŞÎGIRTINÊ WÊ BÊ'
Kanar der barê "binçavkirina pêşîgirtinê" ya AKP dixwaze bîne de ev nirxandin kir: "Binçavkirina pêşîlêgirtinê di pratîkê de bicih tê, lê belê ji rojekê bêtir nikare bê ragirtin. Bi vê guhertina tê xwestin were kirin re, demek nîne. Dikare bêdawî bê ragirtin. Li gorî kêfa dilê wan. Ji bo ragirtina kesên bi vê armancê hatine binçavkirin, wê herêmên ewle bên avakirin. Mîna DYA. DYA piştî 11'ê Îlonê, gumanbar di balafiran de, di keştiyan de radigirt."
Ercan Kanar der barê pêşnûmeyê de herî dawî ev bang kir: "Eger bibe qanûn, divê hemû saziyên hiqûqê rabin ser piyan. Her wiha divê partiyên mûxalefetê vê yekê bibe ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Eger Dadgeha Destûra Bingehîn di vê der barê de biryareke erênî nede, pêwîste ev biçe ber destê Dadgeha mafên Mirovan a Ewropayê. Divê sendîka, saziyên demokratîk bi hev re rabin ser piyan û li hemberî vê guhertinê rawestin. Ev guhertin, rejîma polîs tîne. AKP li şûna wesayeta leşkerî, wesayeta MÎT û polîs tîne. Ev yek dîktatoriya faşîst a plebîsîter e."