Kampanyaya Berxwedan e Qedera me hate destpêkirin

Kampanyaya Berxwedan e Qedera me hate destpêkirin

Însiyatîfa Berxwedan e Qedera Me, ji bo rûreşkirina terora ji aliyê dewletê ve tê kirin û înfazên bêdaraz, ji bo ku kujeran derxin holê û bên darizandin kampanyaya "Berxwedan e Qedera me" dan destpêkirin.

Însiyatîfa Berxwedan e Qedera Me, ji bo deklerasyona kampanyaya "Berxwedan e Qedera Me" aşkera bike li navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) şaxa Stenbolê daxuyanî da çapemeniyê. Partiyên siyasî, rêxistin û saziyên wekî TOPG, DBP, HDP, ODP, ODAV û Hewldana Hunera Azad jî îmze dan û di civînê de pankarta "Her şoreş bi çirûskeke biçûk destpê dike" hate vekirin.

Li ser navê însiyatîfê Juliana Gozen destpêkê axivî û Kader Ortakayaya ku di 6'ê Mijdarê de ew ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya gelan derbasî Kobanê dibû ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin bibîr xist û bi raporên otopsiyê jî tê xwestin li ser înfazê bê girtin.

Gozen diyar kir ku wan ji bo rûreşkirina terora ji aliyê dewletê ve tê kirin û înfazên bêdaraz, ji bo ku kujeran derxînin holê û bên darazindin kampanyaya "Berxwedan e Qedera me" dane destpêkirin û ew ê li dijî komkujiyan bêdeng nemînin.

Endamê Hewldana Hunera Azad Sînan Gokçe yê bûye şahidê qetilkirina Ortakaya jî diyar kir ku ew bûne şahidê qetilkirina Ortakaya ya ji aliyê leşkeran ve, lê Qaymeqamê Pirsûsê ev yek înkar kiriye.

Piştre hunermend Pinar Aydinlar axivî û wiha got:  "Belê em di nava vê rastiya qetilkirina rêhevalên me Arîn, Kader û Suphî şahid in. Ji ber vê yên ku rêhevalên me qetilkirin feraseta dewleta Tirk û hêzên wî ye."

Parêzer Tamer Dogan jî bal kişand cezaya pere ya ku ji bo kesên sînor derbas dikin tê birîn û ev pêkanîn ne hiqûqî ye. Dogan got ku leşkerên ku bi çeteyên DAIŞ'ê de bejn û bala xwe nîşan didin, wêne digirin Ortakaya qetil kirine.