Kampanya zanyaran a 'Bila qedexeya PKK'ê rabe' dewam dike
Kampanya zanyaran a 'Bila qedexeya PKK'ê rabe' dewam dike
Kampanya zanyaran a 'Bila qedexeya PKK'ê rabe' dewam dike
Ji bo rakirina qedexeya PKK'ê ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye, kampanya îmzeyan a komek ji zanyaran dewam dike. Kampanyaya ku îmzeyên wê di înternetê de tên berhevkirin, herî dawî ji Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî destek dît. Lîga Mafên Mirovan xwest, qedexekirina PKK'ê tavilê bê rakirin.
Piştî ku têkoşîna bi bandor a gerîlayên HPG û şervanên YPG'ê ya li Rojava û Başûrê Kurdistanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşîne ket rojeva cîhanê, ev nêzî du meh in li Elmanyayê mijara rakirina qedexeya PKK'ê tê nîqaşkirin. Li gel banga parlamenter, rojnamevan û akademîsyenan jî Wezareta Karên Hundir û Wezîrê Karên Derve Steinmeier gotin, "Wê qedexe dewam bike" û li ser vê yekê hefteya derbasbûyî kampanya îmzeyan hatibû destpêkirin.
Di kampanya ku bi pêşengiya komek ji zanyaran hat destpêkirin de, xwediyê îmzeyan ji Serokwezîra Elmanyayê Merkel dixawzin qedexeya li ser PKK'ê rake. Di kampanyaya ku bi pêşengiya Eckart Spoo, Prof. Dr. Mohssen Massarrat, Laura von Wimmersperg, Prof. Dr. Norman Paech, Reiner Braun, Prof. Dr. Andreas Buro, Prof. Dr. Ulrich Gottstein, Prof. Dr. Werner Ruf û Dr. Peter Strutynski tê meşandin de, heta niha nêzî 5 hezar kesî îmze avêtine.
Herî dawî Lîga Mafên Mirovan a Navneteweyî daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ew jî destekê dide kampanyayê. Saziyê da xuyakirin ku li pêşberî pêşketinên li Rojhilata Navîn û pêvajoya aştiyê ya Kurd-Tirkan a di xeteriyê de ye girîng e helwesta li hemberî PKK'ê bê guhertin û ji Elmanyayê xwest qedexeya li ser PKK'ê rake, ji Yekîtiya Ewropayê jî xwest, navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorîst' derxîne.
'JI BO DESTEKKIRINA ROJAVA DIVÊ QEDEXE BÊ RAKIRIN'
Di metna bangawaziyê ya zanyaran de bi taybetî, têkoşîna şervanên Kurd a li dijî hewldanên komkujî û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tê vegotin. Ji bo berxwedana Kobanê bêtir asê nemîne akademîsyenan bang li Elmanya û Tirkiyeyê kirin û bal kişandin ser girîngiya rakirina qedexeya PKK'ê.
Di metnê de hat ragihandin ku xwepêşandanên demên dawî yên alîgirên PKK'ê li Elmanyayê pêk anîne, bi awayekî aştiyane derbas bûne û rêbaz û xeta nû ya têkoşînê ya PKK'ê hat vegotin. Akademîsyenan bibîr xistin ku gerîlayên PKK'ê li Şengalê pêşî li qirkirinê girtine û destnîşan kirin ku bi modela li Rojava hat avakirin re, Misilman, Xiristiyan, Asûrî, Ereb û Kurd bi awayekî aştiyane dijîn.
Îmzeyên di çarçoveya kampanyayê de di înternetê de tên berhevkirin wê ji Serokwezîra Elmanya Angela Merkel re bên şandin. Kesên dixwazin beşdarî kampanya bi sernavê "Ji kerema xwe re qedexeya PKK'ê rakin" bibin, dikarin di vê adresê de xwe bigihînin kampanyayê:
https://www.openpetition.de/petition/online/heben-sie-bitte-das-pkk-verbot-auf