Kampanya şîr, dergûş û mama dewam dike, lê pêdivî hînê gelek e
Kampanya şîr, dergûş û mama dewam dike, lê pêdivî hînê gelek e
Kampanya şîr, dergûş û mama dewam dike, lê pêdivî hînê gelek e
Komeleya Alîkariyê û Piştevaniyê ya Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê hefteyek berê ji bo yên ji Kantona Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û di wargehên konan de dimînin kempanyayek destpê kir. Kampanya bi eleqeyeke mezin dewam dike. Ji yek ji wezîfedarên Koordînasyona Alîkariyê Sevînç Koçak diyar kir eleqeyek mezin heye, lê belê pêdivî pir e.
Komeleya Alîkariyê û Piştevaniyê ya Rojava û Koordînasyona Alîkariya Kobanê hefteyek berê ji bo yên ji Kantona Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê û di wargehên konan de dimînin kempanyayek destpê kir. Kampanya bi eleqeyeke mezin dewam dike. Yên ji ber çeteyên re hatin Pirsûsê herî zêde zorok û jin e. Heta neha 200 hezar kes ji Kobanê koçber bûne û ji van 120 hezar hatine Pirsûsê. 20 hezar zarok û yên temenê wan di navbera 0-3 (bebek) pêdiviyên wan nayên dîtin. Bi taybetî ji bo bebekan mama û şîr tên xwestin û divê demildest û bi awayekî rêk û pêk bên peydakirin.
'ELEQEYEKE MEZIN HEYE, LÊ NE BES E'
Wezîfedara Koordînasyona Alîkariya Kobanê Sevînç Koçak da xuyakirin ku dema kampanya destpê kirin ji bo pêdiviyên zarokan "Ji bo bebekekî bîberon û dergûşek" û "Mama yek, bîberonek û şîrekî bistînin" destpêkiribûn û wiha axivî: "Di çarçoveya vê kampanya yê me gelek fêde dît. Ji gelek deveran alîkarî gihaşt destên me. Mînak ji gelek zanîngehan û mamosteyên zanîngehan gelek alîkarî hatin. Li gelek cihan xwendekaran stand vekirin û ji bo kampanya me seferber bûn. Lê mixabin ev tenê ne bes e. Divê gelên me hinekî din hewl bide û li xwişk û birayên xwe xwedî derkevin û wan di vê zivistanê de bi tenê nehêlin. Kî karibe çi bîne ferk nîne. Mama be, kevrikê pêçekê be, şîr be, dergûş be tiştên wiha bi lez bên dê pir baş be."
Koçak diyar kir ku gelek saziyên sivîl ji bo kampanyayê xebatek mezin û bi eleqeyek baş dimeşînin û destnîşan kir ku ji gelek cihan bi telefonan li wan digerin û der barê kampanyayê de ev tişt anî ziman: "Li her derê gel dixwaze alîkariyê bide vê kampanya yê. Yên alîkarî dane hev dikarin alîkariya bigihêjînin rêxistinên HDK û HDP, ÎHD yên Riha yê, Stenbolê û Enqerê. Yên bi serê xwe bîberon, şîr û dergûşan dixwazin bişînin jî bila bişînin xeraja Pirsûsê an jî xeraja Rihayê."
Koçak di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dema xurekan û şîran û wiha got: "Dema gelên me ev tişt şand bila li dema derbasdar a xurek û şîr miqate be. Dema bikaranîna wan çiqasî di zêde ewqas baş e."