Kampanya piştgiriya ji bo Rojava didome

Kampanya piştgiriya ji bo Rojava didome

Komeleya Bazîdiyan ku li Stenbolê faliyetan dimeşînin di çarçoveya kampanyaya ku şaredariya Peyasê ji bo Rojava û Şengalê daye destpêkirin de pereyê berhevkirin xurek kirîn û piştgirî dan kampanyayê.

Kampanyaya alîkariyê ya şaredariya Peyasê ya bo gelê Rojava û Şengalê didome û her wiha Komeleya Bazîdiyan a li Stenbolê faliyetê dimeşînin jî bi pereyên ku kom kirin xurek û amûrên hewcedariyê kirîn û piştgirî dan kampanyayê.

Cigirê şaredariya Peyasê Nîhat Salmiş axivî û got: “Kampanyaya me ji aliyê gelê me ve rastî eleqeyek mezin tên. Rêveberê komeleya Dogubayaziyan jî li me geriyan û gotin ew dixwazin piştgiriyê bidin.

Salmiş got endamê komeleyê bi komîsyona alîkariyê re çûne serdana kesên ji Rojava hatine Pirsûsê û amûrên kirîbûn dan şaredariyê.

Ji Komeleya Bazîdiyan jî Erdal Salman jî daxuyaniyek da û got ew dê li dijî vê dramê bêdeng nemînin û bang li her kesî kirin ku deng bidin vê.