Kalkan: Nebin hevparê qirkirinê

Dûran Kalkan: Ya ku faşîzma AKP-MHP'ê li Kurdistanê dike, ji her alî ve qirkirin e. Her kesê li vê temaşe dike, dibe hevparê vî sûcê qirkirinê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, bû mêvanê bernameya 'Ulkeden' a televîzyona NewsChannelê û bersiv da pirsên rojnamevan Dervîş Eren.

Di destpêka axaftina xwe de Kalkan bal kişand ser salvegera 33. a Pêngava 15'ê Tebaxê û got, "Em bi biryar in, ku bi ruhê berxwedan û serketinê yê 15'ê Tebaxê, hemû wezîfeyên xwe di sala 34'an de bi ser bixînin. Em ê şerekî mezin bikin, berxwedaneke mezintir bikin. Em ê hê afirîner bin û hê bêhtir bi ser bikevin."

KAMPANYA ÇALAKIYAN A TJA'YÊ

Kalkan kampanya Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi şiyara "Azadî wê bi ser bikeve" ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin bibîr xist û destnîşan kir, ku ew vê kampanyayê weke plan û pratîkeke hêja dibînin.

Kalkan anî ziman, gotina "Wê azadî bi ser bikeve" ya Ocalan e û got, "Ev şiyar qala sekna li Îmraliyê dike. Ku 19 sal in azadî li Îmraliyê bi ser dikeve. Wê her tim bi ser bikeve." Dûran Kalkan diyar kir, berpirsyarî û hişyariya jinan a di vî warî de gelekî girîng e.

PÎVANA DEMOKRATBÛNÊ

Kalkan ragihand, pîvana demokratîkbûnê rabûna li ber sîstema îşkenceyê ya li Îmraliyê ye û wiha dewam kir: "Daxwaza bicihhatina mercên xebat û jiyana azad a Rêber Apo, li Tirkiye û cîhanê pîvana demokratbûnê ye. Pîvaneke bingehîn e ku li gorî vê yekê eşkere dibe, bê kî demokrat e, kî ne demokrat e."

Kalkan da zanîn, têkoşîna ji bo afirandina van mercan, divê bi rêbazên dewlemend werin kirin û got, "Pêwîste her kes li cihê lê ye, ji bo azadî, demokrasî û biratiyê têbikoşin. Ji xwe ev têkoşîn tê wateya afirandina şert û mercên kar û jiyana azad ên Rêber Apo."

FAŞÎZM TÊ WATEYA TIRSÊ

Di dewama axaftina xwe  de endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan işaret bi rejîma heyî ya li Tirkiyeyê kir û got, "faşîzm ji hilweşandinê ditirse. Bi girankirina zext û zordairyê re hewl dide van tirsên xwe têk bibe. Ji ber ku bi xwe ji têkçûnê ditirse, hewl dide bi çavtirsandinê nehêle mirov tevlî nava têkoşîna azadî û demokrasiyê bibin."

Kalkan got, "faşîzm tê wateya êrîşkariyê, hilweşandinê û şewitandinê. Tê wateya serweriya tirsê. Ji bo karibe vê bike divê êrîşî her tiştî bike. Ev yek di cewhera wê de heye. Her devera Kurdistanê xera kirin. Niha jî xwezaya wê dişewitînin. Dersimê dişewitînin, Heskîfê xera dikin. Ev yek qirkirin e."

YÊN BÊDENG DIMÎNIN, DIBIN HEVPAR

Dûran Kalkan anî ziman, faşîzma AKP'ê dixwaza dîrok, çand û ziman tine bike û bi berdewamî got, "Rejîma faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê li kîjan nuqteyê be, rejîma faşîst a AKP-MHP'ê jî li heman cihî ye. Bi qedexekirina çand û ziman re, bi zext, zilm, xweza û tinekirina derfetên jiyanê re dixwazin qirkirina fîzîkî û çandî bikin. Ya ku faşîzma AKP-MHP'ê li Kurdistanê dike ji her alî ve qirkirin e. Qirkirin jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Faşîzma AKP-MHP'ê li pêş çavan sûcê herî giran ê li dijî mirovahiyê dike. Yên ku vê dikin wê sibe bên darizandin û sûcê vê bê pirsîn. Divê kes nebe hevparê vê."

Kalkan işaret bi nerazîbûna piştî komkujiyan kir û got, "Piştî ku hate xerakirin û hate şewitandin, ti wateya şermezarkirinê bi demokratbûn û azadîparêziyê re nîne. Lewma her kesên li van bûyeran temaşe dikin, dibin hevparê sûcê qirkirinê yê faşîzma AKP-MHP'ê."

Kalkan bibîr xist ku HDP partiyeke gelan e, partiyeke demokratîk e û destnîşan kir, ku girîng e HDP li dijî vê faşîzmê gelan rake ser piyan.

REFERANDÛMA LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Mijareke din a ku Kalkan di dewama bernameyê de nirxand, referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê bû.

Kalkan diyar kir, ku li Başûrê Kurdistanê nîqaşa li ser referandûmê weke propagandayekê xistin rojevê û bi vê yekê re hewl dan bandorê li hin derdoran bikin û li dijî wan weke propagandayê bi kar bînin.

Kalkan got, "Kî biryara vê referandûmê dide? Sîstemeke ku referandûmê dike, demokrasiyeke ku bi rê ve diçe, nîne! Rêveberiyekê biryar standiye, lê ew rêveberî erkê ji kê digire? Sîstema ku erkê jê digire, dikare bi rê ve bibe? Ti ji van nîne. Ji aliyê civaka Kurd ve hatiye erêkirin? Ji aliyê siyaseta demokratîk a li çar parçeyan ve hatiye erêkirin? Kongreya neteweyî hatiye avakirin? Kî biryarê li ser vê referandûmê dide? Gotina 'ez ê bikim' xuya ye karê propagandayeke teng e.

Mafên azadî û serxwebûnê yên gelê Kurd ne cihê nîqaşê ne. Bi referandûmê re jî biryar li ser vê nayê dayin. Ev maf ji xwe mafekî gelê Kurd e ku bi ti awayî nikare pêşî lê bê girtin, mafekî ku bi ti awayî ne cihê nîqaşê ye. Ev gel wê teqez ser bi xwe bibe, wê azad bibe. Wê xwe zane bike, bi rêxistin bike, şer bike, berdêla xwe çi be wê bide, eger pêwîstî pê hebe wê bi sedan salan şer bike, lê di dawiya dawî de wê teqez bi ser bikeve! PKK tevgera vê yekê ye. Rêber Apo rêberê vê ye. Em tevgereke bi vî rengî ya serxwebûn û azadiyê ne. Em bi vî rengî afirîn, çil sal in bi berxwedana xwe em gihîştin vê nuqteyê. Hin hene dixwazin vê tevgera mezin a serxwebûn û azadiyê parçe bikin. Ev nêzîkatî rast nîne."

KONGREYA NETEWEYÎ DIVÊ

Kalkan anî ziman, ku ew dixwazin demokrasiyeke Kurd a ji cîhanê re bibe mînak derxînin holê û got, "Ya ku em ji kongreya neteweyî fêhm dikin, ev e. Em dixwazin îradeyeke mezin a demokratîk a ku j bo her kesî mînak e, derkeve holê. Li ser vê bingehê, em karên kongreya neteweyî girîng dibînin."

Kalkan anî ziman ku wan xwe weke tevgereke demokratîk bi nav kirine û wê li se bingeha xweseirya demokratîk têkoşîna xwe ya ji bo konfederalîzma demokratîk bidomînin.

Di dawiya axaftina xwe de Kalkan cejna Qurbanê li civaka Misilman, bi taybetî li malbatên şehîdan pîroz kir û xwest, cejn ji bo gelê Kurdistanê bibe wesîleya xurtkirina piştevaniyê.