Jody Williams: Hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê îlham didin

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktivîsta mafên mirovan Jody Williams, anî ziman ku hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê îlhamê didin û got ku ew dikare bibe namzet ji Xelata Aştiyê ya Nobelê re.

JODY WILLIAMS

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê û aktivîsta mafên mirovan Jody Williams ji televîzyona Medya Haberê re axivî û pirsên Erem Kansoy bersivandin. Williams, diyar kir ku hewldanên aştiyane yên Rêber Apo di nava hawira belavbûna şer û qirkirinê li tevahiya cîhanê de pêşketinek gelek girîng û erênî ye. Williams got “Abdullah Ocalan ji bo aştiyê gavê davêje. Dîtina vê rastiyê îlhamê dide” û destnîşan kir ku divê ev pêvajo bê destekkirin.

DIVÊ TIRKIYE BI SAMÎMÎ BERSIV BIDE

Williams, destnîşan kir ku divê ji bo tevlîbûna Rêber Apo ya pêvajoya aştiyê şert û mercên pêwîst bên avakirin û diyar kir ku divê Tirkiye bi awayekî samîmî bersivê bide pêvajoyê.

Williams, diyar kir ku divê ewlehiya Rêber Apo bê girtin û bang li dewleta Tirk kir ku dest ji lîstikan berde û bi rêveberên Kurd re dest bi diyalogeke watedar bike û dawî li şer bîne.

‘ABDULLAH OCALAN JI BO XELATA AŞTIYÊ YA Nobelê NAMZETEK CIDÎ YE’

Williams, da xuyakirin ku muzakereyên Rêbere Apo yên li ser bingeha aştî, ewlekarî û hurmeta dualî, ew kiriye namzetek girîng ê Xelata Aştiyê ya Nobelê û got, “Ev pêvajo, Abdullah Ocalan ji bo Xelata Aştiyê ya Nobelê namzetek cidî ye.”